Kê ku welat parçe kirîye…
CEMALÎ
Yekî Kurd li pêş dadigehê (mehkemê) bû.
Dadgerê (hakimê) Tirk jê pirsî:
“Te bi gotin û kirinên xwe xwestîye welat parçe bikî…”
Kurd got: “Na wallehî, Hakim Beg, kê ku welat parçe kirîye
bila ker di dîya wî…..!
Hakim gelek bi hêrs ket û qîrîya:
“Kuro tu çi dibêjî?!.”
Kurd heyîrî: “Ma mi çi gotîye?.”
“Tu ji dîya min ra xeberan didî. Heya ne tenê ji dîya min
ra, ji dîya hemû berpirsîyar û avakerên vê dewlet û hukumetê
ra!.. Heya ne tenê ji hukumet û dewleta me ra, ji yê Iraq,
Îran û Sûrîyê ra jî; yê Frensî û Îngilizan ra ji!..”
“Estaxfirilla Hakim Beg!”
“Kuro çi estaxfirilla, ma yê ku welat parçe kirine ji me
pê ve kî ye?!.”
Kurd zêdetir heyîrî û got: “Çawa?”
Hakim serê xwe hejand:
“Ma tu nizanî ku, me tevî yên dinê welatê we, ango Kurdistan
parçe kirîye û dest danîye ser parçeyê herî mezin û bi salan
e şer dikin ku ji dest me neçe!..”
Kurd kenî û got: “Haa, ew ne hatibû bîra min.. Bibexşînin!”
Şampîyon
Tirk gelek dixwazin di sporê da medalyayên zêrîn bistînin,
lê nikarin.
Berê di gulaşê da distendin, van salên dawî ew jî ne
ma.
Ji Bulgarîstanê çend kes anîn, di saya wan da yek-du medalyayan
distînin di warê halterê, ango di rakirina giranîyê da. Lê
ew jî berhemên spora Bulgarîstanê ne.
Carina di boksê da distînin. Bi raya min boks ne spor e,
şer û pevçûn e û wek hovî ye. Lê dikarin bêjin lêdan,
şer û pevçûn ji xwe karê vî milletî ye…
Tirk nuha pere didin û ji welatên Afrîkayê reşikan dikirin,
ku di atletîzmê da jî medalyayan bistînin… Navê wan diguhurin,
lê nikarin rengê wan biguhurin…
Tirk di warê îlm û zanînê da ji xwe tune ne. Heya nuha kaşifek
ji wan dernekîtîye, ji wan kesî nobel ne stendîye. Ji xwe
dewleta Tirk ji van tiştan hez nake, mirovê zana, hunermend
li vî welatî tim eza û cefa dibînin.
Nazim jîyana xwe dı hepsan da derbaz kir. Halê Orman
Pamuk jî va ye li ber çavan e; dikin wî jî parçe bikin...
Belê, di van tiştên baş da ku serê milletan bilind
dike, rewşa Tirkîyê ne baş e. Lê gor vî welat û
milletî jî tişt hene ku ew “bîrîncî” ne, ango şampîyon
in.
Wek di ticareta eroînê, ango jehra sipî da…
Di warê “kara para” ango di perê reş da…
Her usa jî di warê “qere pere” da… Derewê ku ew dikin, li
dinyayê kes nikare li hev bîne. Wek nimûne: çil mîlyon Kurdî
yekcarî înkar dikin, dibêjin “Kurd tunene!” Tevî ewqas çîya
û deştên xwe, Kurdistanê jî!..
Di warê zulm û tedayê da…
Di warê barbarî û wandalî da…
Di warê sextekarî da…
Pereyên sexte ew çêdikin…
Reqî, şerav û wîskîya sexte ew çêdikin, ku xelk pê dimire…
Sucux û salamê bê goşt ew çêdikin…
Penîra ne ji şîr ew çêdikin…
İsota sor ji xwelîyê ew çêdikin…
Toxtor û awûqat û melayên derewîn ji vî welatî derdikeve…
Ew di vî warî da, ango di xirabî û sextekarî da şampîyon
in, xwedîyê medalya zêrîn in û li dinyayê kes bi wan nikare…
Çiqas pesnê xwe bidin, heqê wan e!..
Mirîyê goran û qemberê civînan…
İnternet bi rastî kişfeke gelek mezin e, ne ku
tenê di warê dan û stendinê da, di warê gihîştina zanînê
da ji bo mirovan haleteke teze û bê hempa ye, lê her usa jî
mirîyan ji goran radike, ango wek İsa pêxember e!..
Min salan berê mirov nas dikirin di warê sîyasetê da ku piştra
winda bûn çûn. Tu xeber ji wan tune bû. Ne di kovar û rojnameyekê
da nivîsek, ne kar û xebateke din… Mi digot dibe mirine, ango
ji vê dinyayê koç kirine… Bi fîzîkî ne miribin jî, sîyasîyen
mirine… Lê înternet derket, me dît ku ew jî li vir û wê xuya
kirin.
Ango ji goran derketin…
Yek ji wan bîst-bîst û pênc sal berê serokê partîyekê bû.
Pir ne borî, ne rêxistina wî ma, ne nav û dengê wî… Bi salan,
bi dehsalan winda bû çû… Van sê-çar salên dawî ku malperên
înternetê çîbûn, me dît ew jî hîn xweş e. Li vir û wê
xwe nîşan dide, dinivîse û li xelkê rexneyan digre.
Ger tiştê baş bike û bêje, helbet ev jîndarbûn,
ev “jîyana duwem” tiştekî baş e. Bila mirîyên me
jî rabin şerê dijmin bikin, ev ji bo me kar e.
Lê hin kes hene, şerê dijmin nakin, yê me dikin, yê
dostan dikin…
Ev necamêra jî tenê dev davêje xelkê, dev davêje mirov û
rêxistinên welatparêz, demokrat û sosyalîst... Bi gotinên
gelek tûj, gotinên bê îzan û mîzan… Wek har û dînan… Tu dibê
endazeyê devê xwe bi temamî winda kirîye.
Yekî din dinasim, waxtekî hevalê me bû, piştra wek gelek
kesan bîhna wî çikîya, teqet lê nema û dev ji kar berda çû.
Ev jî tiştekî normal e, di jîyana rêxistinan da ev tişt
dibin… Eger ev kesa jî bi edeba xwe li mala xwe rûnişta,
yan jî tiştekî misbet ku ji dest tê bikira, gelek normal
bû. Lê mirovê me him bar hilnegirt, revî, him jî em gunekar
kirin; bû dijminê partîya xwe û hevalên xwe yên berê…
Bi wê jî ne ma, em bêjin civînek dibe li vir yan li wê, te
dawet kirîye yan ne kirîye, ew tê… Ango qemberê civînan e.
Tê û divê mîkrofonê bigre û qise bike…
Qise dike çi? Tim tiştên vik û vala. Dixwaze xwe nîşande,
bêje ez heme, ez nemirime!.
Yek jî gotinên wî tim rexne ye. Ji kesî ne razî ye. Wekî
di dilê wî da kulek heye…
Ev necamêra nuha di rûpelên înternetan da jî xwe nîşan
dide. Dev davêje vîr û wê. Dev davêje kesên ku wî tucar muhatap
nagirin…
İnternet bi alîyekê wek mektebê ye, tu dikarî di saya
wê da hîn bî, ronak bî û xelkê ronak bikî. Lê li alîyê din,
wek aptêsxane ye jî. Herkesek dikare wê bi kar bîne, mirovê
baş jî yê xirab jî.
Mirovên xirab û bê edeb pir caran malperên înternetê wek
dîwarên tuwaletan bi kar tînin: Bi gotin û nivîsên bê edeb,
bi gotinên bê mizan û bê bingeh…
Em çi bikin, li vê dinyayê ev jî heye ew jî heye. Zuqaq him
bo mirovan, him bo segan in…
Ji bo kesên han jî ne hewce ye ku em nav bidin, yan bersîva
wan bidin. Lê ev çarîna jêrîn têrê dike:
Metirs ji şêr û gurê bi nav û deng, bejn û bal in
Ji merivê kamil, gotinên rast, her çiqas tûj-tahl in
Xwe ji kermêşan biparêz, ji dûpişkên bêdeng
Ji merivê nizm û nezan, bê edeb û çeqal in
|