11 Îlon û 12 Îlon hat û çû..
CEMALÎ
Ji ser 11 Îlona Amêrîkê sê sal, ji ser 11 Îlona Şîlîyê
sî û yek sal derbaz bûn…
Ji ser 12 Îlona me û Tirkan jî bîst û çar sal…
Ez bi xwe dereng mam ku li ser van salvegerên mihîm tiştekî
binivîsim. Ne hat bîra heval-hogiran jî. Di çapemenîya Tirk
da li ser vê yekê gelek nivîsên baş derketin. Çend heb
ji wan di rûpela me da, di koşeyê “basindan” (ji çapemenî)
da hene; yê ku Tirkî dizanin dikarin bixwînin.
Lê divê em bi taybetî 12 Îlonê ji bîr nekin, ji ber ku ew
tofan hate serê me. Hinek ji me ji welat revîn bûn penaber
li welatê xelkê, bi salan ne karîn vegerin welatê xwe. Hinek
ji me bi salan di zindanên sazûmana faşîst da zulm û
tedaya mezin dîtin. Heq û azadîyên heyî jî ji dest çûn, rêxistin
û kovar hatin girtin, kitêb hatin şewitandin. Gelek
însanên me betalî û birçitî kişand. Piştra jî bi
destê vê sazûmana har û hov Kurdistan bû warê şer û şewatê,
bi hezaran gund, bi dehan bajar hilweşîn, xelkê Kurd
bi mîlyonan koçber bû, li kûçe kolanên bajarên mezin şerpeze
bû, bi dehhezaran însanê me hat kuştin û ew rewşa
me ya giran îro jî hîn berdewam e…
Divê em vê roja hanê û kirinên hanê ji bîr nekin. Çawa di
şiêra jêrê da gotî, divê em kirinên zaliman ji bîr nekin.
Jİ BÎR MEKE
Li çol û çîyan
Li bayê seherê
Dema aj didin darên berûyê
Dema li rezên payîzê mor dikeve
Li dûmana zirav a kulekan
Li bextewarîya rîyeke sipî
Li şênahîyê, dîlan û dilketinê
Ji bîr meke
Dengê dilê kamil
Ku li pîyanoyê digere hêdî hêdî
Kilama ava jîndar
Tarîya ku sor dibe
Gazîya êş û janan
Wek dengekî bê dawî
Ji bîr meke
Li welat bî, li pişt heft behran
Li kar, li hat û ço, dema nîvro
Di kûrahîya şevên bê xew da
Li aşitîya êzmîn, li lorîya behrê
Li şiêr, li pelên gîyê, li ewr
Di sêhra çav û gulên delal da
Ji bîr meke
Ev ne birîna kêrê ye, xweş nabe
Dengê serbilindî ye
Rûyê heval û hogiran e li zulm û tedayê
Ji pêş çav naçe
Wan zuwa kirin pir çavkanîyên hêvîyê
Wan hişk kirin pir aj û evîn
Ew dijminê erd û şiêr û dil in
Eger dil û kezewek heye li te
Wan ji bîr meke
Çirîya Paşîn, 1993
(Kemal Burkay, “Berf Fedî Dike”, Weşanên Deng)
11 Îlon li hemû dinyayê êdî rojeke gelek eyan e, roja êrîşa
ser Cotbircên Navenda Ticarî ya Dinyayê ye li New Yorkê. Di
vê êrîşê da herdu birc jî ji erdê ra war bûn û sê hezar
însan jîyana xwe winda kir. Piştî wê Amêrîkîyan bi hêrs
û qehreke mezin êrîş birin ser Afganîstanê û piştra
jî Iraqê. Li Afganîstanê sazîya Talîban, li Iraqê jî sazîya
Saddam hilweşî, lê li herdu welatan jî kevir hîn li cîyê
xwe rûneniştine, şer û pevçûn berdewam e.
11 Îlon bi alîyeke din jî rojeke taybetî ye. Di 11 Îlona
1973 da, ango 31 sal berê, li welatekî Amerîka Başûr,
li Şîlîyê derba eskerî çêbû, leşker di bin fermandarîya
General Pînoşe da dijî hukumeta sosyalîst serî hilda,
serokcumhur Allende kuşt û dijî mirovên sosyalîst û demokrat
qetlîameke mezin çêkir, dest da ser hukum û sazîyeke faşîst
ava kir.
Allande bi rîya hilbijartinê ango bi rê-olaxên aşitîxwaz
hatibû ser hukum. Lê hêzên kevneperest bi vê guhartina demokratîk
razî ne bûn, bi darê zorê pêşî lê girtin û welat di nav
xwîn û şewatê da hiştin. Tiştê herî balkêş
jî Dewletên Yekbûyî yê Amêrîka (DYA), ku xwe wek navenda azadî
û demokrasîyê nîşan dida, piştgirîya vê derba eskerî
kir. Ji xwe ji hebûna Kubayê aciz bû, ne xwest ku welatekî
din li Amêrîka Latîn, him jî bi rê olaxên aşitîxwaz bibe
sosyalîst û bibe nimûneyeke “xirab” ji bo DYA, ji bo sazûmana
sermîyandarî…
7 sal piştî vê bûyerê, di 12 Îlona sala 1980 da, vêcar
derba eskerî li Tirkîyê çêbû û generalan, di bin fermandarîya
Kenan Evren da dest dan ser hukum û rejîmeke faşîst ava
kirin. Ev derbe jî dîsa bi alîkarîya Amêrîkê û NATO’yê çêbû.
Piştî wê, xirabîyên ku generalên faşîst kirin, ewqas
girtin, kuştin, zulm û teda hîn di bîra herkesî da ye.
Generalan gotin, ji bo sekinandina şerê birakujî û bo
parastina dewlet û millet dest dane ser hukum. Lê ev hemû
vir û derew bû. Wan kar û xebata karkeran, ya Kurdan, ango
berxwedana hêzên demokratîk û çep, yên azadîxwaz û aşitîxwaz
pelixandin, dewlet kirin dewleteke leşkerî û faşîst,
gel jî hêsîr kirin.
Li Şîlîyê roj hat Pînoşeyê faşîst û hevalên
wî ji ser hukum hatin dûrxistin. Heya cî li wan teng bû. Li
İspanya di derheqa Pînoşe da dawe vebû, li Londonê
hat girtin, Li Şîlîyê jî dan mehkemê. Ango rezîl bû.
Şîlî cardin vegerîya demokrasîyê.
Lê li Tirkîyê kêfa Ewrenê faşîst û şirîkên wî li
cî ye. Kesî ji wî tiştek ne pirsî. Hîn jî bi êtibar e..
Ev çerxa faşîst ku wî danî, bi qanûn û sazîyên xwe îro
jî hîn berdewam e. Ev yek jî ferqa welat û milletan nîşan
dide. Xuya ye ev milletê Tirkîyê gelek sist û gufire ye. Li
pêş zor û zulmê ber xwe nade, li heqê xwe nagere. Ji
xwe, li ve Anatolîyê, bi sedan sal e ku ji serhildanên Kurdan
pêve serhildan ne hatîye dîtin..
Ev hersê bûyerên jorê (11 û 12 îlon) gelek balkêş in.
Derbên Şîlî û Tirkîyê baş nîşan didin ku, sazîyên
sermîyandarî û kolonyalî, kîngê mafê wan bikeve xeterê, kîngê
li karê wan bê, dikarin demokrasîyê, heq û azadîyên mirovan
bidin bin lingan. Ji bo wan qezenc, pere û pûl, ji her tiştî
mihîmtir e. Sazûmana sermîyandarî bê zêrandin nameşe
û zêrandin jî bê zulm û neheqî nabe..
Bona vê yekê bû ku împeryalîstan heya 15-20 sal berê piştgirîya
hêzên kevneperest (olperest, nijadperest, mîlîtarîst, faşîst)
dikirin, dostê wan bûn, ew diparastin. Da ku pêşî li
sosyalîzmê bigirin, tevgera azadîxwaz ya milletên bindest
vemirînin.
Lê dinya ye û sêyr e. Her çiqas berê ew gihîştin mirazê
xwe, sazûmana sosyalîst -her usa jî ji ber şaşî
û kêmasîyên xwe- ruxîya, Yakitîya Sovyêt belav bû, lê piştra
ji wan ra jî baş ne hat. Ew hêzên kevneperest ku wan
xwedî û perwerde kiribûn, ango ew mar û dûpişkên xeterbar,
îcar bi canê wan ketin, li vir û wê êrîşî ser sazîyên
wan kirin, kêfa wan revandin. Li dawîya dawî jî êrîşgerîya
xwe heya New Yorkê birin û bêtarek anîn serê Amêrîkîyan.
Ew curm bû, ev jî ceza…
Gotinek heye, dibjêje: “Ji xelkê ra bîr kola, bi xwe ketîyê…”
Lê bi wê jî ne ma, nuha ew hêzên kevneperest bi harî û hovîyek
ne dîtî xirabîya xwe li çarkoşeyê dinyayê nîşan
didin û bûne bela serê dinyayê. Ango împeryalîya Amêrîkî ne
tenê ji bo xwe, lê ji bo hemû dinyayê derdek mezin tahsîl
kir; wek kanser û AIDS’ê…
Wan cin ji şuşeyê derxistin, nuha nikarin vegerînin..
Dibêjin, “dînek kevirekî davêje bîrê, çil baqil nikarin derînin..”
Gotinek din jî heye: “De kerem kin, kevirên vê birincê paqij
kin!..”
|