Hovîya ku Cengîz û Têmorleng
nekir
C E M A L Î
Rojeva Kurdistanê, Tirkîyê û Rojhilata Navîn gelek dagirtî
ye. Babet pir in û waxt têrê nake em li ser gelek bûyerên
balkêş bisekinin. Wek nimûne, daristanên Kurdistana Bakûr
bi mehan e li vir û wê dişewitin. Ne ji germê ye, ne
ji bo vekirina cî ye ji bo axa çandinîyê û ji bo avakirina
xanî û koşk û otêl û motêlên tûrîstîk.. Li rojavaya Tirkîyê
ev tiştên hanê bi destê gundîyên Tirk ên nezan û mirovên
çavbirçî û bê vîcdan têne kirin. Lê Tirk dîsa jî vê curmê
davêjine ser Kurdan, dixwazin wan jî wek “karê terorîstan”
nîşandin. Lê yên ku daristanên Kurdistanê dişewitînin
leşkerê Tirk e. Vê hovîyê bi veşartî jî nakin, eşkere
dikin. Dibêjin çekdarên PKK di nav da xwe vedişêrin..
Bona vê yekê, ne dewleta Tirk van şewatan vedimirîne,
ne jî destûr dide ku Kurd bi xwe vemirînin.
Van zalimana di zulma xwe da tu sînor nasnakin. Ewqas teda,
eza, kuştin, koçber kirin têrê nake, çîya û banîyên welatê
me jî dişewitînin, rût dikin. Bi wê jî namînin, bi mana
çêkirina bendên avê, gelîyên me yên delal wek Gelîyên Munzûr
û Harçîk li hêla Dêrsim, bajarê wek Heskîfê, ku bi alîyê berhemên
dîrokî bajarekî bêhempa ye, dixwazin di bin avê da bihêlin.
Ji xwe heya nuha gelek erd û bajarên delal binê avê da man,
xelkê me koçber bû.
Gunehê wan ne bi mirovan tê, ne bi berhemên dîrokî û giranbuha
yên hezar salan, ne erda çandinî ya delal û ne jî daristanan,
tevî dar û gîya û bi sedan çivîk û heywanên xwe. Eva hovîyeke
ne dîtî ye di ser welatê me da, ku êrîşger û dagirkerên
zalim ên wek Xulagû û Têmorleng ewqas xirabî ne kiribûn…
Enfala dijî Kurdan
Curmkar li ber darê ne
Va ye ji mehkî zêde ye, dijî Saddam û curmkarên dinê doza
Enfalê dest pê kirîye. Eva bi gelek alîyan bûyereke mihîm
e ku divê mirov li ser bisekine. Berî hertiştî bûyer
bi xwe, ango komkujîya sedhezaran Kurd, piranîya wan zaro,
jin, kal û pîr, curmeke gelek mezin e, jenosîd e. her usa
jî dijî mirovetîyê ye.
Ya duwemîn jî ev zalim û xwînxwar û hevalên xwe îro ji ser
hukum ketine, di zindanan da ne û pêş mehkemê hisêbê
van tiştan ji wan tê pirsîn. Ango curmkar li ber darê
ne. Gelo, eva jî ne cîyê kêfxweşîyê ye him ji bo milletê
Kurd him jî bo hemû mirovên baş, aşitîxwaz, heqnas
û demokrat li dinyayê?
Helbet di hin malperên Kurdan da û bi taybetî di malpera
me da (Dengê Kurdistan) di derheqa enfalê û doza li dijî Saddam
gelek xeber û şirove derketin. Di çapamenîya dinyayê
da jî, gor giranîya vê bûyerê kêm be jî, dîsa xeber û şirove
derketin. Lê mirov dinêre li Tirkîyê, ji Kurdan pê ve di vî
warî da zêde deng tune. Çepê Tirkan bêdeng in… Demokrat û
lîberalên wan jî…
Ji xwe dema ku enfal çêbû jî ji raya giştî ya Tirkîyê
dengekî xurt derneket. Heya mirov dikare bêje li vî welatî
û li welatê Ereban bêdengî bû. Li dinyayê jî dengekî sist
li vir û wê… Mixabin dostê Kurdan kêm bûn. Li hemû welatan
hukim di destê kê da ye medya jî di bin tesîra wan da ye.
Karbidestên welatan pirî caran gor mafên xwe helwest digrin,
ne gor mafên mirovî, heqî û rastîyê.. Lê li hin welatên demokrat
qe nebe dîsa dengê mixalîfan, yê kesên demokrat û aşitîxwaz
heye. Li welatên Rojhilata Navîn ew jî tune, hebe jî gelek
kêm e û sist e.
Him jî di mesela Kurdan da, malûm e, çar dewletê heremê ku
Kurdistan di nav xwe da parçe kirine, di zulma ser Kurdan
da şirîk in. Sîyaseta wan ê zordest tesîra xwe li ser
hêzên wan ên çep û demokrat jî dike. Helbet di van welatan
da mirovên xwedî şeref jî hene ku cîyê xwe li tenişt
Kurdan digrin û dijî zulmê derdikevin; lê piranî yan ditirsin
bêdeng dibin, yan jî di pirsa Kurdî da ji xwe wek dewlet û
hukumeta xwe difikirin.
Lê eva helbet durutî ye. Nuha em vê durutîyê li himber doza
Enfalê baş dibînin.Gelek rewşenbîrên Tirk sîyaset
û kiryara Amêrîkê dikin mane û di heqê vê curma mezin da,
di heqê enfalê da bêdeng dimînin, yan jî eşkere piştgirîya
Saddam û hevalbendên wî dikin. Helvesteke han rûreşî
ye ji bo mirovên ku xwe rewşenbîr dihesibînin, xwe çep,
demokrat û aşitîxwaz dihesibînin.
Xirabî û şaşîyên Amêrîkîyan çi ye, bila bêjin.
Tiştê ku em wek şaşî dibînin û çiqas ji me
tê em jî dibêjin. Lê divê mirov zulma Saddam û ya vê rejîmê
jî li nedîtinê neyê ku di salên borî da li Kurdan û Şîayan
û heya li hemû hêzên çep û demokrat yên vî welatî hat kirin.
İro xwînxwarekî wek Saddam û heval û hevkarên wî yên
curmkar ji hukum ketine, di zîndanê da ne. Eva çiqas cîyê
kêfxweşîyê ye bo xelkê Kurd û Ereb ê Iraqê ku ewqas Zulma
vî zalimî dîtin. Saddam û merivên xwe bi hêza xwe pir serxwoş
bûn, bêperwa bûn, pir bi xwe bawer bûn, usa zanibûn ku ew
hêz û hukum, ew seltenet her û her bimîne.. Dema Kurdistan
wêran dikirin, bi çekên kîmyewî, bi navê enfal Kurd qetil
dikirin û direvandin wî alî sînor, ne dihat bîra wan ku rojekî
hukum ji dest wan biçe û hisêbê van curman ji wan bê pirsîn..
Lê ew tiştê ku ne dihate bîra wan, hat serê wan. Nişkê
va serberjêr bûn, hertişt winda kirin. Li jor bûn ketin
binî, ketin halê kûçikan.. Nuha cezayê xwe dibînin.
Her usa jî ev yek divê bibe ders ji bo serdestên welatên
dinê, wek ên Tirkîyê, İranê û Sûrîyê. Bila bi hêza xwe
ya îro qure nebin. Bila ewqas neheqî û zulm nekin. Hertişt
namîne mehkema axiretê ku xuya ye tirsa wan jê tune. Carina
li vê dinyayê jî mehkeme vedibin.. Çawa dijî faşîstên
Alman çêbû, çawa dijî mîlosewîç û hevkarên xwe çêbû û çawa
îro dijî Saddam û şirîkên xwe çêdibe…
Bendê 301 û Cemîlê Çîçek..
Bendê 301 ya Qanûna Cezayê ya Tirkîyê dîsa di rojavê da ye.
Ev bend dijî gelek nivîskar, werger û weşankaran (xwedîyê
weşanxaneyan) bi kar tê. Hinên wan ceza girtin, gelek
jî mehkeme dibin.
Di vê bendê da tê gotin ku, kî li Tirkayetîyê, yan li sazîyên
dewletê wek hukumet, parlamen, leşker, emnîyet û yên
dinê heqeret bike, wan piçûk bêxe wê ceza bibîne.
Helbet li Tirkîyê malûm e, tu şovinîyê, nijadperestîyê
rexne bikî wê bêjin “te li Tirkayetî heqeret kir!” Tu hukumetê
rexne bikî, kêmasîya parlamenê bêjî, yan xirabî û zulmên leşker
û polêz rexne bikî, ewana bêjin “te heqeret li van sazîyên
dewletê kir!..”
Tiştê balkêş, ev bend “Tirkayetîyê” diparêze, ango
divê kes Tirkan ra nebêje ku dewê we tirş e! Pesna wan
dan serbest e, lê rexnekirin curm e.. Lê xelkê dinê, wek
Kurd, Ereb, Ermen, Romî (Grêkî) û yên dinê? Na ji bo wan tu
parastin tune. Herkes dikare li wan heqeretê bike, bi taybetî
li Kurd û Ermenan!.. Ji bo vî tiştî ceza tune, bexşîş
heye!
Ji xwe Kurdayetî curmeke mezin e li vî welatî. Her usa jî
kes nikare heqê wan biparêze, dijî zulma li ser wan derkeve..
Edaleta vî welatî usa ye!.. Bi rastî edalet nine, rezalet
e!
Dema ev qanûn derket xuyayî bû ku di dest dozger û dadgerên
Tirk da bi xirabî bi kar bê, bibe şûrê ser serê nivîskaran
û rewşerbîran. Hin kesên huqûqnas wê wextê ev tişt
gotin. Lê mixabin hukumetê, bi taybetî jî Wezîrê Edaletê Cemîl
Çîçek guhê xwe ne dayê. “Got, emê li pratîkê binêrin, ewê
çawa bi kar bê..”
Nuha ew bend bûye şûr û kêlendû li ser serê rewşenbîran,
nivîskaran, azadîya bîr û bawerî û çapemenî betal dike.
Bona vê yekê deng li hundur û der welat dijî vê bendê bilind
bûn. Yekitîya Ewrûpa jî ji Tirkîyê dixwaze ku vê bendê rake.
Lê hukumetê, bi taybetî jî Wezîrê Edaletê Cemîlê Çîçek, ling
daye erdê, dibêje nabe!
Cemîl çima usa dike. Ji ber ku Cemîl yek ji wan kesan e ku
(yê dinê Wezîrê Karên Hundur Abdulqadîr Aksû ye) hespê Truwa
ye di vê hukumetê da. Mirovê generalan e, mîlîtarîst e. Helbet,
hukumeta Erdoxan bi tevayî jî, dema MGK û general zorê bidinê
ya wan dike, ne ya xwe. Ji xwe li ser gelek tiştan jî,
bi taybetî di warê şovinî û Tirkayetîyê da, wek wan difikire.
Lê ev herdu wezîr (Çîçek û Aksû) ji sultan sultanperesttir
in, bi dil û can daxwaza MGK û generalan bi cî tînin.
Cemîl bi xwe jî mirovekî gelek serhişk û kevneperest
e, ji demokrasîyê tu nesîbê xwe ne girtîye, dijî azadîya bîr
û bawerî ye û dixwaze ku herçî kesê wek wî nafikire bê cezakirin.
Ango me qaz û mirîşk teslîmî rovî kirine û jê edaletê
hêvî dikin!
Ne tenê ev qanûna, hemû qanûnên ku Tirk ji bo xatirê Yekitîya
Ewrûpa, ji bo “hemahengî” derdixin usa nin. Karbidestên Tirk
xelkê pê dixapînin, dîsa ya xwe dikin. Nîyeta wan tune ku
bi rastî biguhurin, bibin demokrat.
|