Dewleta Heramzadeyan…
CEMALİ
Wekî tê zanîn, nivîskarê Marşa Mîllî ya Tirkan Şaîr
Mehmet Akîf Ersoy e. Rojnamavenê Tirk yê bi nav û deng,
Çetîn Altan dinivîse ku Ersoy yekî Albanî (Arnawûd)
bû.
Di vê yekê da tu ecêb tune. Heya yê ku dewleta Tirk çêkir,
“Şefê Ebedî û Bavê Tirkan” ango Atatirk,
ew jî yekî Arnawûd bû.
Xuya ye Tirk û Arnawûd merivê hev in!..
Ev kesê ku “Esasên Tirkayetî” nivîsand, Zîya Gokalp,
ev jî Kurdekî Dîyarbekrê bû.
Yek ji hîmdarê Komara Tirk, “Şefê Mîllî” İsmetê
Kehr jî Kurd bû, ku di dema serhildana Şêx Saîd da,
xirabîya ku Tirkan bi me Kurdan ne kir, wî kir…
Serokkomarekî din, Ozal jî Kurd bû, ku hin kes di
derheqê pirsa Kurd da wek mirovekî baş nîşan didin;
lê projeya valakirina Kurdistanê her usa jî pêşnîyara
wî bû…
Ma tenê ev? Mîmarê wanê herî bi nav û deng, Mîmar Sînan,
Ermenî bû; şairê wanê herî bi nav û deng, Nazim Hîkmet
bi eslê xwe Polonî ye. (Bapîrê wi General Polanskî
bû ku di leşkerê Osmanî da xizmet dikir. Nazim vê yekê
di şiêreke xwe da dibêje.)
Em kê bêjin kê ne bêjin. Yên ku li vî welatî dewleta Tirk
çêkirine û îdare dikin, yên ku jê ra îdeolojî danîne, yên
ku Tirkperestî dikin, di nav wan da yekî ku bi rastî Tirk
be belkî jî tune. Ew bi esil yan Arnawûd in, Hurim in, Ermen
in, yan Kurd, Ereb, Laz, Çarçez û Çaçan in…
Lê ecêba xwedê, eslê xwe înkar dikin û Tirkperestîya herî
mezin ew dikin.
Tu dibê ev dewlet dewleta heramzadeyan e…
Huqûqa Tirkîyê û Xeta Mahmût Esat Bozkurt
Van rojana di medyaya Tirkan da li ser Mahmût Esat Bozkurt
gengeşîyek heye. Cîgirê Serokê Mehkema Temyîzê
(Yargitay) Osman Şîrîn çend roj berê got ku “huqûqa
Tirkîyê êdî dikeve demeke teze, dema Mahmût Esat Bozkurt êdî
derbaz bû…”
Hella hella, heya nuha me zanibû ku ev huqûqa Tirkan ne huqûq
e, lê tiştekî sosrat e; li ser bingeha şovînîyê,
nijadperestîyê, faşîzmê ava bûye; bi neheqî, zulm û tedaya
xwe.. Lê me ne dizanibû ku ev huqûqa Tirkan heya îro, ango
ev heyştê sal e di xeta Mahmût Esat Bozkûrt da ye..
Mahmût Esat di dema Mistefa Kemal da wezîrê edaletê
bû. Dibêjin ev paşnav (Bozkûrt) jî Mistefa Kemal
daye wî. Mana xwe “gurê gewr” e…
Malûm, gurê gewr, gor çîrokeke Tirkan, bi şîrê xwe bav
û kalê wan mezin kirîye. Ango Tirk dibêjin “eslê me gurê gewr
e!”
Gurê gewr, her usa jî nîşana nijadperest û faşîstên
Tirk e…
Mahmût Esat jî mirovekî han bû û dijminê Kurdan bû. Piştî
serhildana Girîdaxê usa gotibû:
“Xwedîyê vî welatî û efendîyê vî welatî tenê Tirk in.
Yên ku eslê wan ne Tirk e, di vî welatî da tenê heqekî wan
heye: heqê xizmekarîyê, heqê bendetîyê. Dost û dijmin, heya
deşt û çîya vê rastîyê bila usa bizanin!..”
Mahmût Esat her usa jî gotibû: “Tirkê herî xirab ji netirkê
herî baş çêtir e…”
Hingê xuya ye, heya diz û qetilkarên wan, bêşeref û
pêzivangên wan ji Leonardo da Wîncî û Şekspîr
û Aynştayn çêtir in!..
Mahmût Esat gotibû: “Karê dewleta Tirk nedine destê kesên
ne Tirk…”
Lê xuya ye, ne hat bîra wî ku dewleta Tirk bi destê kesên
ne Tirk, wek Mistefa Kemal û İsmetê Kehr
hatibû avakirin. Herdu serokkomarê pêşî jî ew herdu bûn,
ji sala 1923 heya 1950…
Ne hat bîra wî ku Marşa Netewî bi destê Arnawûdekî,
“Esasên Tirkayetî” jî bi destê Kurdekî hatibû nivîsandin…
Gelo, Mahmût Esat bi xwe tu dibê Tirk bû? Êhtimaleke mezin
ew bi xwe jî ne Tirk e. Lê baş dizanim ku ew faşîstekî
temam bû.
Ango huqûqa Tirkan heya nuha di xeta mirovekî han da bûye…
Bi gotina Osman Şîrîn, nuha bi rastî ev xet hatîye terikandin,
yan jî ev dem gihaye dawî? Qet texmîn nakim. Ev ne hêsan e.
Ji xwe piştî gotina Osman Şîrîn gelek Kemalîst û
“pêşverû” û “rewşenbîr”ên Tirkan acizîya xwe nîşan
dan. Ew bi yek devî dibêjin:
“Osman Şîrîn kevneperest e. Kes nikare dev ji xeta Mahmût
Esat Bozkurt berde. Ev xeta Mistefa Kemal e, xeta laîsîzmê
ye û filan fişmekan…”
Rast e, ev xet xeta Mistefa Kemal e, lê ne xeteke pêşverû
ye, ne xeta heqnasîyê ye. Ev xeteke rasîst û faşîst e.
Wek xeta Hîtler…
Ji xwe Hîtler jî Mistefa Kemal ji xwe ra wek rêber nîşan
dida…
Zîyareta Heyeta Tirkan…
Heyeteke Tirkan bi serokatîya Osman Koruturk (Sefîrê
wan ê Bexdayê) çend roj berê çû Kurdistana Başûr û li
Qeleçolan birêz Mam Celal zîyaret kir.
Heyeta Tirkan bi şiklekî resmî got: “Em ne dijî federasyonê
ne û ne dijî serokkomarîya we ne…”
Eva tiştekî baş e. Xuya ye li pêş rêvebirên
dewleta Tirk wekî din rê nema û ew piçek nerm dibin. Lê helbet,
divê em bi van gotinan xwe nexapînin, ji dijminahîya wan tiştek
kêm ne bûye. Dîsa li dek û dolavan digerin.
Dîtin ku bi hişkî nabe, vê carê bi nermî… Vêcar jî dixwazin
bi vî awayî tesîrê li ser Kurdên Başûr bikin, di nav
wan da fêsadîyê bikin, wan cardin berdin hevdu.. Nivîseke
Taha Akyol (sernivîskarê Rojnama Mîllîyetê) gelek balkêş
bû. Dibêje: “Êhtimal heye Barzanî û Talabanî dîsa şerê
hevdu bikin…” û şîretan li dewlet û hukumeta xwe dike
ku gor vê hazirîya xwe bikin…
Çi bêjim, hêvîya dijmin ev e. Hêvî û daxwaza me Kurdan jî
ev e ku, Kurd cardin şaşîyeke usa mezin nekin û
dijminan şa nekin.
Demokrasî û Tirk
Di dema zîyareta heyeta Tirkan da, sefîrê wan Osman Koruturk
ji Mam Celal ra got ku, “mera heyetekê bişînin,
emê di derheqê sazîyên demokratîk da wan perwerde bikin…”
De kerem kin! Gotinek heye, dibêje “melema gurî hebe li serê
xwe dide!”
Gelo kes nema ku Kurd ji bo perwerdekirina kadrên xwe di
warê avakirina sazîyên demokratîk da bişînin cem we?
Di vî warî da marifetên we li meydanê ne, ma hûn çi hînî xelkê
bikin?..
Ma hûnê ji Kurdan ra nîşan din, meriv çawa derê partî
û komeleyên demokratîk kilît dike û berpirsîyarên wan digre
davêje zindanê?..
Tiştê ku we anî serê “Sazîya Şêwirdarî ya Mafên
Mirovî” hîn teze ye. Ev sazî bi destê hukumeta we hatibû
çêkirin ku di warê mafên mirovî da raporan hazir bike û alîkarîya
hukumetê bike. Lê raporek hazir kir li ser rewşa hûrgelan,
ku tê da behsa Elevî û Kurdan jî dibû, hûn dîn bûn. Faşîstan
êrîş birin ser berpirsîyarên komelê û hukumetê jî ew
bela wela kir. Serokê vê sazîyê Prof. İbrahîm Kaboglu
û Prof. Baskin Oran û 14 hevalên wan ên din ji sazîyê
hatin dûrxistin. Bi wê jî ne man, ew dan mehkemê ku di heqê
wan da cezayên giran dixwazin!..
Birayên Tirk, di warê demokrasîyê da dersdan ne karê we ye,
hûn ji vê pozbilindîyê piçek dakevin baş dibe. Ya rastî
ev e ku, madem hûn çûne Kurdistana Başûr, ji Kurdan piçek
toleransê hîn bin, binêrin çawa Partîyên Tirkmenan serbest
e, mektebên wan, têlewîzyona wan heye. Çawa partî û komeleyên
Mesîhîyan, İslamîyan, Komûnîstan jî serbest e…
Li wir di hepsê da rojnamevan, nivîskar û hûnermend tunin.
Li wir nijadperestî tune.
Tiştê ku hûn ji Kurdan hîn bin gelek in…
|