PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Dewleta Tirk, Partîyên Kurd
Apo û Lego...

CEMALİ

Dewleta Tirk heya îro rê ne da ku kurd bi navê xwe û bi bernameyeke rêk û pêk partîyên legal ava bikin. Bona ve yekê partîyên legal, ango eşkere, ku Kurdan ji sala 1990 vir da ava kirin qet di navê yekê da jî gotina „Kurd“ tune. Di bernamên xwe da jî navê Kurdistanê û milletê Kurd bi kar ne anîne. Bi şiklekî eşkere ji bo Kurdan ne heqê çareserîyê ne jî federalî an otonomî ne xwestine.

Lê dîsa jî dewleta Tirk ew yek bi yek girtin. HEP, DEP, HADEP, DDP, DKP bi vî awayî hatin girtin. Yek-duduyê ku van salên dawî ava bûn û hîn ne hatine girtin, wek DEHAP û HAKPAR´ê, ew jî bi doz û daxwaza girtinê li ber mehkema bilind in. Kîngê dilê wan bixwaze wê bigrin.

Bi vî awayî dewleta Tirk rê û mecal nade ku partîyên bi vî rengî jî bingehê xwe xurt  bikin. Nav tê bihîstin û winda dibe, xelk li dorê kom dibe û belav dibe.

Dema tu darekî fêkîyan daynî jê ra waxt lazim e ku mezin be û fêkî bide. Ger tu ajê teze du-sê salan da carê hilkişînî û lî cîyê wî ajekî teze daynî, ew dar tu car mecal nabîne ku xurt be, mezin be û fêkî bide.

Di warê legal da rewşa partîyên Kurd jî ev e...

Dibe ku bê bîra we, ma dewleta Tirk ji partîyên wek DEHAP‘ê jî ne razîye? Partîya ku bi ber bayê Avdilla Ocalan ketîye û gor dil û daxwaza vê dewletê sîyasetê dike?..

Belê, dewlet jê razîbe jî, heya di partîyan han da rîsk dibîne, bawerî pê nayne. Dibêje, vana Kurd in, çi dibe, çi nabe!..  

Helbet em vê sîyaseta dewleta Tirk baş fêm dikin. Ew dijminê Kurdan e û dijmin rê nade me. Lê hûn Apo û partîya wî ra, yên ku bi dû wî diçin, ji wan ra çi dibêjin?

Gelo bala we nakişîne, Apo û hevalên xwe di van 20-25 salên çûyî da, çi di warê legal çi di îllegal da çiqas partî, çiqas rêxistin çêkirin û belav kirin? Ger hemû neyêne bîra me jî, emê hinekan rêz bikin:

Yek ji wan, ger şaş nebim, „Parlamena Kurd ya Ewrûpa“ bû.

Piştra ew hat belavkirin û „Parlamena Kurdistanê li Sirgûnê“ çêbû

Tevî wê Kongra Netewî ya Kurdistanê hat çêkirin

Digel wê, rêxistina hêzên eskerî, ARGK hat çekirin.

Digel wê cepha netewî, ERNK hat çêkirin.

Ji bo Îslamîyan, Alewîyan, Yêzdîyan rêxistinên totik (girêdayî, ne azad) çêkırın.

Her usa jî partîyek ji bo jinan: PJK...

Piştî ku Apo hat girtin ev rêxistin yek bi yek hatin belavkirin, bi wê jî neman PKK bi xwe jî belav kirin!

Ger şaş nebim, berê Parlamena Sirgûnê hat rakirin.

Tevî wê ARGK û ERNK jî hatin rakirin. Bi navê „Halk Savunma Bîrlîklerî“ (Hêzên Parastina Gel“ hêzeke teze hate ava kirin.

PKK berê dev ji şerê çekdarî û doza serxwebûnê ber da. Heya got ji bo Kurdan federalî û otonomî jî ne hewce ye! Xwe sparte Kemalîzmê, ket xizmeta Dewleta Tirk. Ango bi bername û metodên teze ji PKK´tîyê derket...

Lê bi wê jî ne ma, pir ne borî, dev ji navê xwe jî berda, bû KADEK. Apo got „KADEK rêxistina teze ye, wê têkoşîna demokratîk bike û wek derman e! Hevalên xwe jî ev gotin ducar kirin...

Tevî wê jî li çar parçên Kurdistanê „Partîyên Demokratîk ji bo Çareserîyê“ ava kirin.

PJK jî navê xwe guhart, bû Partîya Jinên Azad (PJA)

Salek-du sal derbaz nebûn, KADEK û KNK hatin belavkirin û li cîyê wan KONGRA Gel hat çêkirin. Gotin, KADEK ne tiştek e, derman Kongra Gel e!..

Lê pir ne borî, cardin dest bi avakirina PKK kirin... Ev PKK´ya ku, gor gotina Apo û hevalên wî, êdî dema xwe derbaz bûbû, metodên xwe û îdeolojîya xwe ne gor vî zemanî bû...

Tişkê xerîb jî ev e ku, ev tişt hemû jî gor emir û fermanên Apo, ango mehkûmê cizîra Îmralî, çêdibin û xirab dibin...

Lê ne tenê ev rêxistin, yên di warê legal da jî, wek HADEP, OZDEP, DEHAP... Nuha jî Apo bi destê Leyla Xanim û Xetîp Beg „Demokratîk Toplum Partîsî“ (Partîya Civaka Demokratîk) çêdike...

Lê partîya heyî, HADEP hîn ne hatîye girtin. Ev Partîya ku du sal berê dîsa gor dil û daxwaza Apo hate çêkirin, hat gotin ku ew di warê legal da derman e, hêzên demokratîk yên Kurd û Tirk wê di refê xwe da bicivîne û Tirkîyê bike demokratîk!

Lê xuya ye derman kevn bû, mihleta xwe salek-du sal bûye. Hîn dewleta Tirk ew ne girt, va ye Apo digre! Xuya ye Apo û mamosteyên xwe naxwazin ku aj cîyê xwe bigre, ber bide; ajê du salî radikin, yeke teze li cî datînin.

Tiştê xerîb, DEHAP jî, tevî hemû serok û giregirên xwe, tevî „sîyasetmedarên salan“, li himber biryara Apo secde dike...

Gelo ev çi mesele ye? Me kirinên dewleta Tirk fêm kir, lê yê Apo?

Ger hûn rastîyê dipirsin, yê Apo jî em baş fêm dikin. Di kirinên Apo da jî tu ecêb tune. Ji ber ku Apo di destpêke da jî (salên 1972-80) merivê vê dewletê bû, nuha jî merivê wan e. Bi gotinên xwe „di xizmetê da“ ye. MİT û Fermandarîya Eskerî ya Tirk çi dibêje, Apo wê dike. Apo tenê di xema canê xwe yê ezîz da ye û wekî din ne Kurd ne jî Kurdistan bîra wî da ye, dikare hertiştî bi pênc qurişî bifroşe.

Ecêb ne kirinên wî ye, lê ecêb ew e ku çawa ewqas Kurd hîn jî bi dû Apo diçin û gotinên wî yek bi yek bi kar tînin?..

Avakirin û xirabkirina rêxistinan di dest Apo da wek lîstika legoyê ye. Eyan e, zarokê ku lego dilîzin parçên plastîk bi hevdu ra girê didin, malên curbıcur çêdikin û xirab dikin...

Apoyê me jî lego dilîze. Rêxistinan çê dike û xirab dike. Plan û proje jî hemû yê dewleta Tirk in, hazir in, li ber dest in...

Yê ku vê lîstikê nabîne û tê da dibe beşdar, hêyf, sed carî hêyf ji bo aqlê wan, ji bo îzana wan!

 
 
PSK Bulten © 2004