PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Êşqîyayên 21’an…

CEMALÎ

Zemanê berê li welatê me êşqîya hebûn. Ew ji nav me Kurdan derdiketin. Warê wan serê çîyan bû. Rê û dirb digirtin û xelk dişêlandin. Nuha ev tişt ne maye.

Lê vêcar zordestên din peyda bûne. Ew esker û polêzê dagirkeran in. Him rê û dirbên welatê me digirin, him jî dora bajaran û gundan, rehetî nadine Kurdan. Him dişêlînin him dikujin, eza û cefa dikin.

Cendirme jî tune ku wan bigire, ew bi xwe cendirme ne.

Destê van êşqîyayên zemane dirêjî gund û çîyayên me dibe, lê serê wan li Enqerê rûdinin.

Ev êşqîyayên zemane dijminê me Kurdan in. Çi Kurdên bajarî çi gundî, çi Kurdê bakûr çi Başûr, çi Kurdê Ewrûpa… Destê xwe dirêjî wî alî sînoran û dirêjî Ewrûpa dikin.

Eşqîya van rojana, ji ber pirsa Kerkûkê dîsa har bûne. Mesûlekî wan li Enqerê dîsa li Kurdan laf û gef xwarin û usa got:

“Di sedsala 21’an da heqê kesî tune ku emrîwakî bike û dest dayne ser erdê xekê!”

Heylo heylo, de keremkin yê ku van gotinan dike!..

Ma tu ne bûyî ku, hîn duh te Cizîra Qibrisê dagirt û parçe kir, dest danî ser parçeyekî û li wir dewleteke totik êlan kir?.. Ev tişt di sedsala 20’an da bu, ne?.. Ango di sedsala 20’an da dibe, lê di 21’an da nabe!

Ma tu nebûyî ku, te du mîlyon Ermenî qirkir û koçber kir? Ew jî di sedsala 20’an da bu, ne?.

Ma tu nebûyî ku, piştî Frensî ji Surî derketin,  te leşkerê xwe ajot ser Îskenderûn û Antakîya û ew der zeft kir? Lê ew jî di sedsala 20’a da bu…

Ma tu nebûyî ku, te ji sala 1985 heya sala 2000’î Kurdistan ser û bin kir, sê-çar hezar gund vala kir û 3-4 mîlyon Kurd koçber kir?. Belê, ew jî di sedsala 20’an da bû, ne di 21’an da!..

Eferim ji te ra Tirko, bi rastî emsalê te tune!

Lê ev hazirîya te çi ye, ku hîn jî di sala 2005’ da ango di sedsala 21’an da leşkerê xwe li ser sînoran kom dikî û dil dikî ku êrîşî Kurdistana Başûr bikî, Kerkûk û Mûsilê dagirî?..

Helbet ew jî heqê te ye, ji ber ku tu êşqîya yî. Ji bo êşqîyayan qanûn manûn, huqûq muqûq derbaz nabe…

Baş e, ma tu behsa kê dikî, kê dest danîye ser erdê xelkê?

Ma yên ku bi destê sazûmana zordest a Baas ji Kerkûkê hatine derxistin ne kurd bûn? Ma Saddam dest danenîbû ser erda wan? Ma heqê xwedîyan tune ku vegerin ser axa xwe?

Belê, gor Tirko tune! Herkes dikare Kurdan bikuje, koçber bike, dest dayne ser erdê wan; ev ji bo herkesî serbest e û heq e. Lê heqê Kurdan tune ku xwe biparêzên, yan vegerin ser erda xwe!

Meriv li himber van gotinan şaş û metel dimîne. Gelo vana çiqas bê ehlaq in, vana çiqas bê vîcdan in!

Dema xwedê ehlaq û vicdan belav dikir, ev li ku bûn?..

Em dibêjin êşqîya, lê vana ji êşqîyayan jî nizimtir in. Me pir êşqîya dîtin ku dîsa bi vîcdan bûn, gunehê wan bi xelkê reben dihat, carina ji dewlemendan digirtin û didan feqîran..

Haşa ji êşqîyan ra!

 
 
PSK Bulten © 2004