Çi îşê we hebû li Tirkîyê?
CEMALİ
Alanya bajarekî Tirkîyê ye, li qiraxê Behra Sipî.
Çend roj berê li wir, sê jinên Elman bi ber otomobîlekê
ketin û ji canê xwe bûn.
Dema ku ji cîyê peyayan derbaz dibûn.
Otomobîl mersedes bû, lê di dest yekî Tirk da!
Canikên Elman gotibûn herhal ev der jî wek Ewrûpa ye, xwestin
ji cîyê peyayan derbaz bin. Lê di orta rê da mersedes bi surateke
mezin hat, li wan xist û ew kuştin…
Helsa Robîn (71 salî), Charlotte Robîn (68
salî) û Barbara Thîel (54 salî)…
Dîya minê, çi îşê we hebû li vî welatî? Temam, hewa
xweş e, roj heye û ava Behra Sipî germ e.. Lê têrê nake.
Divê mirov jî mirov be, ne hov be…
Ger hûn neçûna wî welatî, hûnê hîn gelek sal bijîna…
Ma Xatûnê, çi îşê te li vî welatî
ye?
Rojnama Tirk Mîllîyetê nivîsandîye: du zordestan di orta
bajêr da li ser kolanekê çawa êrîşî jineke Ûris
kirine..
Ev bûyer jî li bajarê Antalyê derbaz dibe, bajarê
tûrîstan e. Jinik şev ji xwarinxanê derketîye ku biçe
otêla xwe. Li ser kolaneke fireh du zordest derdikevin pêşîyê
û dixwazin bi zorê bikişînin tenişta rê û êrîşî
wê bikin. Ango dest davêjine namûsa jinikê, li wê meydanê,
li ber çavê dinya alemê…
Ji bextê wê ya baş, ji wır hin kesên rojnamevan
derbaz dibin û him wêneyên vê êrîşgerîyê dikişînin
(ku çawa bi darê zorê jinikê tazî dikin) him jî wê ji destê
wan hovan xilas dikin.
Malûm e, gor gelek Tirkan jinên tûrîst wek fahîşe ne…
Gor wan, bi taybetî jin û keçên Ûris, ango “Nataşa”,
hemû usa nin!.. Heya ev tişt bê pere jî dibe!
Qe nebe vê carê jinik bi alîkarîya rojnamevanan xilas bûye.
Her tim bextê wan usa yar jî nabe û hin caran, canê wan jî
diçe di ser da…
Ma Jinika Ûris, canikê, çi îşê te li vî welatî ye?..
Korî, kor nebe, ne dihat vî welatî…
Li Tirkîyê li bajarê Afyonê çend roj berê qeflekî
turîstên Korîya Başûr, jin û mêr, hatibûn digeriyan.
Du rêberên wan hebûn ku rê nîşan didan û tercumanî dikirin:
Yek Tirk, yek jî Korî (Koreyî)…
Nizanim çi bû, nişkê va herdu rêberan gengeşî kirin
û yê Tirk li pêş ewqas tûrîstê biyanî li rêberê Korîyan
xist, bi kulm û pîhnan ew avête erdê! Turîst tirsîn û ecêb
man…
Polêz hat û ew birin. Ji rêberê Tirk pirsîn: “Te çima lêxist?”
Bersîv hazir bû, got: “Ewî, navê Kurdistanê hilda!
Ji tûrîstan ra behsa Kurdistanê kir û xwest welatê me parçe
bike! Serda jî ji bo dînê Mihemmedî gotinên xirab kirin!..”
Yê Korî ecêb ma û got: “Eva derew e! Min navê Kurdistanê
hilnedaye û ji bo dînê Mihemmedî tu tişt ne gotîye. Gengeşîya
me li ser parvekirina pûl û bexşîşan bû. Wî xwest
zêde ji min bistîne, min jî ne dayê. Ji bo wê li min xist.”
Gelo kê rast digot? Helbet yê Korî. Ev bûyer ne li Kurdistanê,
lê li rojavayê Tirkîyê, di bajarekî Tirk da derbaz dibû. Ma
Korî li wir çima behsa Kurdistanê bike?..
Dîsa jî polêzê Tirk, nesîhet li rêberê Korî kirin, çavê wî
tirsandin û herdu jî berdan… Rojnamên Tirkan jî kirina rêberê
Tirk wek qeremanîyekê nîşan dan û gotin:
“Tirkê me dersekî baş da rêberê Korîyan, ku ji tûrîstan
ra behsa Kurdistanê kiribû!..”
Korîno Koîno! Ma hûn kor ne bin, çi îşê we li vî welatî
ye?..
İşê curmkaran hêsan e.
Li vî welatî îşê curmkaran gelek hêsan e. Bes tu curmê
xwe ji bo welat û millet bike!
Va ye bi salan e, li vî welatî mafya çêdibin, ticareta esrar
û eroyînê (toza sipî) dikin, mirovan dikujin, lê li dawî tiştek
bi wan nabe. Di berika wan da pasportên kesk û sor yên dewleta
Tirk hene. Nayêne girtin. Dema bên girtin jî roja dinê serbest
in…
Ji ber ku ew van karan “ji bo welat û millet” dikin!..
Hinên wan rasterast memûrên dewletê ne, esker û polêz in,
walî û qeymeqam in. Li xelkê reben, li Kurdan, li belengazan,
feqîran, li mirovên rewşenbîr eza û cefa dikin, dikujin,
gund û bajaran dişewitînin, bombebaran dikin, wêran dikin…
Lê tiştek bi wan nabe.
Ji ber ku ew van tiştan “ji bo welat û millet” dikin!..
Hinek zarok in, baqlewe didizin, şeş sal ceza
dixwin! Hinek zarok û xort in, li dîwaran “bimre koletî, bijî
azadî!” dinivîsînin, ji bo vê yekê him bi lêdan û eza û cefayê
wan seqet dikin, him jî deh sal, panzdeh sal ceza didine wan!
Lê gelek kes bankên dewletê, heya yên xwe dişêlînin,
pereyê millet û ê xelkê reben, bi çewal û xiraran didizin
dibin. Hinek bînayên sist û pûç çêdikin, ku carina di erdhêjanan
da, carina jî bê erdhêjan diruxun û di binî da bi dehan, bi
sedan kes dimirin. Lê tiştek bi wan nabe. Pir pir, çend
roj yan çend meh di cîyên wek Hîltonan da radizên û dîsa derdikevin.
Ji ber ku ew “mirovên mezin” in, ji qata jorîn in, dewletî
ne… Banke ji xwe cizdanê wan e, welat mal û milkê wan e, millet
jî peya û xulamê wan e…
Bi kurtahî, ev welat bihûşta curmkaran e. Lê divê hûn
curmkarê piçûk ne bin, mezin bin. Hûn “ji bo welat û millet”
curmê bikin!..
Ji curmê metirsin, lê baqil bin, bi we tiştek nabe.
Wek rêberê turîstan yê Tirk bikin, ku ji bo bexşîşê
rêberê Korî da ber kulm û pîhnan û xwe bi gotineke baqil xilas
kir, got:
“Wî behsa Kurdistanê dikir!”
Carina jî bêjin: “Ji Hezretî Mihemmed ra xeber da!..”
Carina jî bêjin: “Ala hîv û stêrk şewitand!”
Carina jî bêjin: “Ji Quranê ra heqeret kir!..”
Carina jî bêjin: “Ew PKK’lîye!..”
Êdî tiştek bi we nabe. Polêz û cendirme we dihêle û
bi dû wan dikeve! Xelkê kûçe û kolanan jî tevlê!..
Qetilkar yan Xilaskar?.
Li Dîyarbekrê, hêla Bismîlê zarokekî 8 salî, bi navê
Mekî Ayaz, bi ber otobosekê ket û mir. Dê û bavên lawik
dewa li şofêr û xwedîyê otobosê kirin ku ceza bibînin
û zirar zîyana wan jî bê dayîn. Di rewşên hanê da, dema
qisûrê şofêr hebe, zirara madî û manevî gelek mezin dibe.
Lê vê carê tiştekî ecêb bû. Ehlêwuqufan (ehlêzane,
ango kesên pispor ku zirar zîyanê dipîvin) gotine: “Bi mirina
zarok tu zirara dê û bavên wî çê ne bûye. Serda jî ji mesrefeke
mezin xilas bûne. Divîya bû heya eskerîyê wî xwedî bikin û
jê ra 42 mîlyar û 691 mîlyon lîrayê Tirkî mesrefê bikin. Bi
mirina zarok ji vê zirarê xilas bûn...”
De werin gundîno, der û cîranino! Li vê dinyayê tiştên
xerîb dibin, lê ewqas jî nabe! Hemû dinya li himber vê rapora
ehlêzaneyan şaş û metel man.
Madem usa ye, bila dê û bavê Mekîyê reben, ji şofêre
Otobosê ra gelek sipas bikin, ku ew ji mesrefeke usa mezin
xilas kirine û serda jî 42 mîlyar û 691 mîlyonan bidine wî..
Ger mehkeme jî gor van “zana”yên nezan bike, divê şofêr
beraat bike û usûleke teze dest pê bike: Dema yekî yê din
kuşt, divê serda jî pereyekî mezin ji malbata wî, yan
ji wê, bistîne û bêje, “min hûn ji mesrefeke mezin xilas kirin!..”
Êdî qatil li vir û wê bigerîn û bêjin: “Ma kes tune ez wî
ji dinyayê û malbata wî ji mesrefê xilas bikim?!.”
Çawa waxtekî Ezîz Nesîn di mehkemeyeke xwe da gotibû:
“Dema ku ehlênezan bibin ehlêzana…” Hingê qetilkar
jî helbet dibin xilaskar…
Mekîo, lawiko, tu çima li vî welatî hatî dinê! Ma te welatekî
din nedît?..
|