PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Gelo, kê gur kuşt?
Cemalî

Çend roj berê di înternetê da li rojnameyeke Tirkî dinêrîm, rastî sernivîseke usa hatim:

„Gur bi dû jinikê kete malê û di banyoyê da derkete pêşîyî!“

Bi rastî xebereke balkêş bû. Lê li kîjan welatî, lı kî derê bûye ji sernivîsê ne xuyayî ye. Berî ku xeberê vekim û bixwînim tiştê ku hat bîra min ev bû:

Gelo jinikê waxta di nava malê da nişkêva gurek li himberê xwe dît çi kir?

Min got, xwedê zane jinikê usa kire qîrîn û qîjîn ku, yan dilê gur qetîya û di cî da ket, yan jî rebenê gur ne zanî çi bike, di ku da bazde!

Lê tiştekî din jî hat bîra min: Gelo jinik di banyoyê ta tazî bû, yan na? Ger tazî bû, dibe ku gur li himber vê goştê delal xwe ne girt û jinik parçe kir!..

Neyse, di vê navberê da min nivîs vekir, lê çi bibînim. Min sernivîs şaş xwendîye, gur bi dû jinikê ne çûye, bi dû pisîkê çûye... Sebebê vê şaşîyê jî ev bû ku di zmanê Tirkî da navê jinê û yê pisîkê gelek nêzî hev e û min herfa „e“ vek „a“ xwendibû. Ango gotin „kedinin“ bû, lê min wek „kadinin“ xwendibû..

Nuha we jî mereq kir: Gur bi dû pisîkê jî çûbe ketibe malê, heya banyoya malê, piştî wê çi pêk hat?

Belê, serê sibê bûye û xelkê malê dengên ecêb bihîstine. Ne jinik, lê mêrê malê derîyê banyoyê vekirîye ku gurek li wir e! Hema derî cardin girtîye!

Tu nabê, pisîk li derva ji ber gur bazdaye û ji pençira banyoyê xwe avêtîye hundur. Gur jî bi dû wê. Helbet gur pisîk li wê dere parçe kirîye û bi dengê wê xelkê malê hişyar bûne. Gur ketîye hundur, lê ne karîye derkeve, pençire ji hundur va bilind bûye..

Piştî wê jî xelkê gund li dora malê civîyane û bi tifinga nêçîrê ji pençirê li gur xistine û ew kuştine...

Helbet, mereqa we xilas ne bû: Gelo, bûyer li kîderê derbaz dibe?

Li Hafîka Sêvasê ku mintiqa Koçgîrî ye, ango beşekî erda Kurdistanê ye..

Belê, nuha bo we jî mesele eşkere bû.

Tiştên usa balkêş dibin, li Tirkîyê û Kurdistanê jî, li welatên dinê jî. Lê ferq heye.

Li bakurê Swêdê carna hirçên sipî ku birçî dimînin xwe li bajaran digrin, pençiran dişkînin, dikevin mitfaxa malan ku zikê xwe têr bikin. Lê çiqas zirarê bidin jî wan nakujin, dibêjin heywan bê çare maye. Û dewleta swêdê li çareyan digere ku hirçên sipî birçî nemînin..

Ne tenê hirçên sipî. Çend sal berê yekî Swêdî gurek kuştibû, ji ber ku gur çend heywanê wî parçe kiribû. Lê ew meriv dane mehkemê, ceza kirin. Gotin, heqê te tunebû gur bukujî, te dikaribû zirara xwe ji devletê bigirta. Gur jî, wek heywanên dinê dewlemendîya vî welatî ne, divê neslê wan ji ortê ranebe...

Swêdî çend gurê wan heye dizanin û xwedî derdikevin.

Lê li Tirkîyê û Kurdistanê, li welatên şundamayî kî guh dide gur û hirçan! Ew, kûçikên reben, ku di nav heywanan da dostê mirovan yê herî baş in, di orta caddê da dikujin, yan jehrî dikin, yan gule berdidinê û dilê wan pê naêşe..

Ev jî ferqê kultura hin welatan û hin civakan e.

Xwendevanên delal, me gotin dirêj kir, lê tiştekî din hebû ku min mereq kir û dixwazim mereqa xwe ji we ra jî bêjîm: Gelo ew kesên ku gur kuştin Kurd bûn, yan Tirk bûn?

Cîyê ku hadîse lê bûye, Hafîka Sêvasê, herçiqas bi piranî Kurd e, lê li wan der û doran gundê Tirkan jî hene. Ji xwe navê gund jî  Tirkî ye. Lê qîmeta wê tune, ji ber ku navê gundê Kurdan jî hemû guhartine kirine Tirkî..

Nuha hûnê bêjin, ha Kurd ha Tirk, çi ferq dike? Na, usa nebêjin, gelek ferq heye.

Malûm e, gur ceddê Tirkan e, ango ew nebîye gurekî ne, usa dibêjin...

Ger yê ku gur kuşt Kurd be, tê wê manê ku bav û bapîrê Tirkan kuşt û eva ji bo Kurdan xetereke gelek mezin e. Ji xwe cîranên me yên Tirk ji me aciz in, nuha dijminahîyeke teze bikeve navbera me û halê me xirabtir be.. Gotineke meşhûr e, dibêje „Ma min bavê te kuştîye?!“

Nuha dibe kuştina bav!..

Lê eger ev gund gundê Tirkan be, hingê tê wê manê ku Tirkan bav û babîrê xwe kuştin!

Wallehî qasî ku em wan nasdikin, ev cîranên me pir bê însaf û bê merhemet in, dikarin bavê xwe jî bikujin!..

Nuha hûnê bêjin, „lê Kurdê me, ma ew pir bi însaf in?“

Wallehî, ew jî ne kêmtir in, dikarin heya zarokê xwe bikujin…

 

 
 
PSK Bulten © 2005