PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Kilama Kurdî şûr e, xençer e?
CEMALÎ

*  Ji bo kilama Kurdî ji sînemê derket!
*  Hunguvê Tirkan şerbeta şekir derket!
*  Tirk li Lozanê li çi digerîn?
*  Terora bin qontrolê… 

Hin tiştên pîçûk, yan jî hin gotin hene ku reng û rûyê milletan eşkere dikin. Ew bûyer û xeberên piçûk û gotinên han di weşanan da cî digrin, piştra winda dibin diçin, nayên bîra kesî.. Lê balkêş in.

Ez jî carina tiştên usa balkêş li koşekî dinivîsim û pêşkêşî we dikim. Kerem kin ji we ra çend bûyer û gotinên hanê:

Ji bo kilama Kurdî ji sînemê derket!

Çend roj berê li Îstembolê Serokê Beledîya Fatîhê Mistefa Demîr, di sînemê da li fîlmekê dinêrîya. Di fîlmê de kilameke Kurdî dihate gotin. Serokbeled gelek aciz bû, bî hêrs ji cîyê xwe rabû û ji sînemê derket. Her usa jî ji xwedîyê sînemê ra got “fîlmê bidin sekinandin û cardin nîşan nedîn!”

Nuha mirov li ser vê ecêbê çi bêje? Yek, ewqas acizî ji kilameke Kurdî ne îşê aqilan e, ne îşê mirovetîyê ye. Evê hanê çi cure mirov e?

Li vê dinyayê bi sedan gel û zman hene, her yek gor deng û awazê welatê xwe bi zmanên xwe kilaman dibêje û Kurd jî dibêjin. Gelo  mirov ji kilamên Kurdan çima aciz be? Ma kilama Kurdan çi ye; jahr e, şûr e, xençer e?..

Ya duwamîn, ev mirova eger serokê beledîyekê be jî, ne şah û Sultan e. Li welatekî ku xwe demokrat dihesibîne, heya polêz û dozger jî nikare gor kêfa xwe fîlmekê men bike.

Lê xuya ye, evder Tirkîye ye û ev bûyer jî nîşan dide ku demokrasîya vî welatî çiqas derew e.

He usa jî ev bûyer reng û rûyê, cawê vê civata Tirk nîşan dide, ango ev xelk di derheqê Kurdan da çiqas bi dijmanahî tije ye. Gelo me çi kirîye, me bavê wan kuştîye, me welatê wan dagirtîye, me nanê wan ji dest wan girtîye, me li wan zulm û teda kirîye? Na, ev tiştên han tim wan bi xwe li me kirîye û hîn jî dikin. Lê gotineke me Kurdan heye: Yê binî deng nake, yê ser qareqar e!

Gelo, tu dibê li dinyayê milletekî usa ecêb, him curmkar him dozkar heye yan tune?

Hunguvê Tirkan şerbeta şekir derket!

Hunguvê ku Tirkan şandibûne Frensê şerbeta şekir derket. Bona vê yekê Frensîyan gilî û gazin li Tirkîyê kirin û hunguvê sexte bî şunda vegerandin.

Şîrketa ku ev hunguvê sexte frotîye bî navê Qeyserîlîoglu ye. Ji xwe ku bû Qeyserîlî temam e, zêde gotin ne lazim e. Ango ev xelkê Qeyserî bi rovîtî û cambazîya xwe bi nav û deng in.

Carê fermandarê esker jê pirsî: “Xwendin û nivîsandina te heye?”

Esker got: “Na xêr, lê ez xelkê Qeyserî me!”

Dibêjin yekî ji xelkê Qeyserî kera xwe ya pîr boyax kir û frote bavê xwe.

Lê êdî di van salên dawî da hemû Tirkîye bûye Qeyserî.. Sextekarîyên ku di ticaretê da dibin dinya pê şaş û metel dimîne.

Baş e ku dîsa bi navê hunguv şerbeta şekir frotine; nav li ser e, him şerbet e, him şekir e… Lê dikaribûn şerbeta rixê ji bifrotana!

Ma nayê bîra we, carê bi navê zeytûnê pişqulê bizinan frotibûn Ewrûpayê!

Çend meh berê di derheqa vê yekê da gelek tişt hate nivîsandin û me jî nivîsand. Penîr çêkiribûn ne ji şîr! İsota sor frotibûn ji toza kîremîtên sor!..

Dîsa jî hin kes dibêjin Tirk bom in. Ma çi bom in, kesê bom dikare van tiştan bike? Tirk ne bom û bê aqil in, lê aqlê xwe bi xirabîyê dişuxulînin. Bi cawekî usa çêbûne…

Ne tenê ticaret, sîyaseta wan jî usa sexte ye. Demokrasî dibêjin, tu eleqê xwe bi demokrasî tune. Laîqî dibêjin, tu eleqeyê xwe bi laîsîzmê tune. Heya gelek ji çepê wan sexte ne. Aha Perînçek va ye li ber çavan e… Tu ferqê çepên han ji faşîstan tune.

Tirk li Lozanê li çi digerîn?

Malûm e, Tirk hersal li dehan bajarên welatê xwe feth û zeftên xwe pîroz dikin. Yek ji wan serketina Şerê Milazgirê ye. Ev şer di sala 1071 da, ango 934 sal berê çêbû û wan zora Huruman birin û rîya Anadolîyê ji Tirkan ra vebû. Di vî şerî da Kurdê me jî bi qîreta misilmanîyê alîkarîya Tirkan kirin û bi vî awayî derîyê Anadolê û Kurdistana Bakûr bi destê xwe ji wan ra vekirin… Ehmeqîyeke me yê dîrokî ye!

Yek ji wan cejnên Tirkan jî zeftkirina İstembolê ye di sala 1453 da. Tirk hersal vê zeftê pîroz dikin, li def û zirnê dixin, êriş dibin ser bedestenên kevn û bi vî awayî ji Rom û Girêkîyan ra dibêjîn me payîtextê we, bajarê we yê delal ji dest we girt, me koka we anî!

Ne tenê İstembol, di 9’ê İlonê da jî “rizgarîyê İzmîrê” pîroz dikin, ango di sala 1922’yan da çawa leşkerê Yunanîyan avêtine behrê, çawa xelkê hurum koçber kirine, İzmîr û derdora wê ji huruman paqij kirine!..

Ma cejn û pîrozîyên wan ên xilaskarîyê xilas dibe? Edene, Edîrne, Erzurum, Bitlîs, Van, Meraş, Ruha, Enteb… Dirêj dibe û diçe! Yên dawî piranî bajarên Kurdistanê ne. Gelo Tirkan ew ji kê xilas kirine? Ji Frensîyan, Ürisan, Ermenîyan!..

Mirov dibêje xwezî xilas ne kirana! Ger ew bajar îro di dest Tirkan da ne bana, herhal halê me ji îro xirabtir ne dibû…

Em bên ser mesela Lozanê… Lozan peymana di navbera Tirkan û Ewrûpîyan da ye, ku piştî şerê pêşîn û şerê Yûnanîyan, di 24’ê Tîrmehê sala 1923 da hatîye morkirin. Tirk Lozanê ji bo xwe wek serketinek mezin nîşan didin û heqê wan jî heye. Ji ber ku Peymana Sewrê bi ser neket. Ermenî û Rom hatin qirkirin û revandin, Kurdistan jî cardin parçe bû û Kurd bê heq man…

Lozan zulmeke, neheqîyeke mezin e ji bo Kurdan.

Lê tirsa Tirkan dîsa jî berdewam e. Ew zanin çi neheqî li me kirine û hîn jî dikin. Lê bi wê jî namînin, dîsa, çawa zefta İstembolê her sal pîroz dikin, Lozanê jî pîroz dikin. Ango ji Rom û Ermenîyan ra dibêjin: “Ox, me li we ha kir!..”

Ji Kurdan rajî dibêjin: “Ox, me welatê we parçe kir, dest danî ser hertiştê we, hûn bê heq û bê par hiştin!..”

Faşîst û nijadperestên Tirkan îsal ji her salê zêdetir girîngî dane Lozanê. Bi pîrozî û cejnên li Tirkîyê ne man seferek jî kirin, hatin li Swîsrê, bajarê Lozanê kombûn. Denktaş, Vural Savaş, Memet Gul, Kemal Alemdaroglu û Dogu Perîncek, ango çepê sextekar û qemberê hemû lîstik û mîstikan… Bi piştgirîya Demirel û Sezer

Me Demirel fêm kir, em zanin ew çi mirovê bê fedî û bê heya ye, lê me Sezer piçek heqnas û dirist zanibû; ew jî çi zû guharî û bi ber bayê diz û ebebozan ket…

Xuya ye ev dewlet usa ye, kî aşê vê dewletê bigerîne wê bibe bergîrê malê.

Terora bin qontrolê…

Vê dawîyê, dengê Cîgirê Serokerkanê Tirk, General Başbûx gelek tê bihîstin. Derdikeve pêş medyayê qise dike, sîyaseta Tirkîyê rast dike! Tu dibêjî serokdewlet jî ew e, serokhukumet jî!

Du sê roj berê dîsa rojnamevan kom kirin û ji wan ra got divê çi bikin çi nekin… Got ew gavên demokratîk ku hatine avêtin (lê çi gav!) ji bo ewleyîya welat û millet xeter in! Got sazîyeke teze lazim e dijî terorê... Got ku dem hat, ji bo şerê PKK leşkerê wan wê ji sînor derbaz be û bikeve Kurdistana Başûr…

Lê her usa jî got: “teror di bin qontrolê da ye…”

Belê, gotina rast va ye: “Teror di bin qontrolê da ye!” Helbet ne di bin qontrola biyanîyan da, di bin qontrola dewleta Tirk da… Em jî ta ji serî da vê yekê dibêjin. Teror bi destê Serokerkanîya Tirkîyê tê eyarkirin, bi rîya Îmralî bi rêva diçe… Ew daxwazên xwe ji Ocalan ra dibêjin, Ocalan jî bi rîya awûqatên xwe digihîne PKK û ew jî bi cî tînin…

Ev “terora” dawî, ev lîstika vaye salekî zêdetir e ku tê hazirkirin. Li vir û wê hin bombe diteqin, hin esker û gerîllayê bê gune têne kuştin û ji dewleta Tirk ra mane çêdibe ku vegerin ji raya giştî ya Tirkîyê ra bêjin:

“Ey millet, ka kerem kin, PKK eskerê me dikujie, vir û wê bombe dike. Ewrûpî û Amêrîkî jî piştgirîya PKK dikin, şerê wê nakin. Ew dixwazin welatê me parçe bikin... Welat û millet di xeterê da ye! Divê esker tim xurt be, hemû millet piştgirîya eskerê xwe bike... Para esker divö zêde be!..”

 Û ji raya giştî ya Ewrûpê û dinyayê ra bêjin:

“Ka kerem kin, teror va ye berdewam e, em nikarin ew tiştên ku hûn ji me dixwazin bi cî bînin. Di rewşeke han da demokrasî nabe! Divê hûn alîkarîya me bikin…”

Lê ev gotina han vê lîstikê eşkere dike: “Teror di bin qontrolê da ye…”

Belê usa ye! Nuha ji we ra teror û germayî lazim e, hinek êzing davêjin binê satilê dikelînin, demek şunda jî êdî hewcedarîya we bi terorê namîne, di guhê Apo da dibêjin û agir vedimirînin…

Mesele eyan û beyan e, ger mirov ehmeq nebe hertiştî dibîne.

Lê hin kes dibêjin li vî welatî ehmeq pir in…

 

 

 
 
PSK Bulten © 2005