PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
* Tirk li ser heqê me Kurdan şer dikin!
* „Zmanê Milletê Tirk Tirkî ye...“
* Şirak çi got: „Em hemû zarokên Bîzansê ne...
* Ozdemîr İnce û Claudia Roth
* Erdogan, Qasimpaşa û Qandira...

Tirk li ser heqê me Kurdan şer dikin!

CEMALÎ

Piştî Rapora Komîsyona Ewrûpê li Tirkîyê gengeşîyek mezin dest pê kir û va ye meh û nîv e berdewam e. Gengeşî li ser Kurd û Elewîyan e: Kurd û Elewî hindikahî ne, ango mînorîtet in, yan na?.

Piranîya Tirkan, çi çep çi rast, çi faşîst, çi sosyal demokrat, çi Îslamî, dibêjin li Tirkîyê ji sê grûbê neîslam (Cuhî, Rom û Ermenî) pê ve, ku di Lozanê da hatine binavkirin, mînorîtet tunin. Tu heqê ku em bidine wan jî tune!

Qismek jî dibêjin hene û divê em piçek li ser wan sist bikin, hin mafên kesayetî (ne grûbî) bidin wan, wan razî bikin û ji vî derdî xilas bin... Wek serokê Sazîya Şêwirdarî ya Mafên Mirovî, Prof. İbrahîm Kabaoglu û Prof. Baskin Oran... Lê tiştê ku vana ji bo me Kurdan û gelên din, grûbên etnîk dixwazin, dîsa ne tiştekî zêde ye, hûr û mûr in. Ango, parlamen û hûkemeta Kurd ya herêmî bila li wir bimîne, heya nabêjin ku nasnama Kurd di qanûna Esasî da bê naskirin, Kurdî bila bîbe zmanê resmî û bi zmanê Kurdan jî mekteb hebin...

Lê dîsa jî nuha şerê wan e! Piranî ku ji bo Kurd û Elewîyan tu tiştî nas nake, zorê li yê din dike, wan wek xayîn bi nav dike!

Lê kes ji Kurdan û Elewîyan napirse, nabêje, „gelo hûn xwe çawa dibînin, hûn çi dixwazin?..“

„Zmanê Milletê Tirk Tirkî ye...“

Sazîya Miştêrek ya Zanîngehên Tirkîyê (Unîversîteler Arasi Kurul) biryarek girtîye ku „zmanê dayikê ya milletê Tirk Tirkî ye!..“

Gelo vê yekê da çi heye? Zmanê dayikî ya milletê Tirk ne Îngîlîzî ye, ne Çînî ye, ne jî Erebî ye, wê helbet Tirkî be.. Mamosteyên zanîngehên Tirk û sazîya wan ê miştêrek, wekî din karê wan tune ku bi vî karî mijûl in?

Çima hewce dîtine? Gelo li ser şik heye?

Zmanê Milletê Tirk Tirkî ye, yê Milletê Kurd jî Kurdî ye...

Lê em Kurd hewce nabînin ku mamosteyên xwe kom bikin û biryareke usa bigrin. Usa bikin, xelk bi me dikene.

Lê Mamosteyên Tirk bi vê biryarê dixwazin bêjin ku di nav sînorê Tirkîyê da herkes Tirk e, zmanê xwe yê dayîk jî Tirkî ye!

Na, yê ku ev gotin kirîye û dike kerê axuran e! Di nav sînorên Tirkîyê da gelek xelkên piçûk û mezin hene, wek Laz, Çerkez, Ereb, Gurcî, Boşnak, Pomak, Albanî, Rom, Ermenî... Evana ne Tirk in û zmanê wan ê dayîkê jî ne Tirkî ye.

Di nav sînorê Tirkîyê da, bi darê zorê, beşekî kurdistanê jî heye û li vî welatî ji 20 mîlyonî zêdetir Kurd dijî. Li vî welatî Kurd jî bi nifus, hema hema qasî Tirkan in, heya belkî ji wan jî zêdetir in...

Ew kesên ku bi navê mamostetîya zanîngehê vî tiştî dibêjin, ewana ne mirovê zana ne, lê xulamê dewletê û xulamê vê sazîya zordest in; papaxan in, derewîn in, bê şexsîyet in.

Şîrak çi got: „Em hemû zarokên Bîzansê ne...

Malûm e, Frensî bi piranî naxwazin ku Tirk bibin endamê Yekitîya Ewrûpa, dibêjin Tirk ne Ewrûpî ne û Tirkîye jî ne Ewrûpa ye. Lê Serokdewletê Fransê Jak Şîrak, li gel endametîya Tirkîyê ye. Çend roj berê bersîva wan kesên dijî Tirkîyê daye û gotîye ku:

„Em hemû zarokên Bîzansî ne û cîyê Tirkîyê helbet li Ewrûpa ye!“

Tirk ji beşa pêşîn ya vê gotinê gelek aciz bûn, dibêjin em ne dolê Bîzansî ne...

Lê bi raya min, Tirk neheqî dikin, bîlesewe ji vê gotinê diqehirin. Ew ji Frensîyan zêdetir dolê Bîzansîyan in. Ji ber ku mêrata Bîzansê ji wan ra ma. Him bi nav, him bi nifûs û bi hertiştê xwe. Navê Dewleta Osmanî „Dewlata Romê“ bû, bi gotina me Kurdan „Roma Reş...“

Di navbera jin û dîya padşayên Osmanî da mirov rastî yekî Tirk nayê; lê piranî Rom û Ermenî ne.

Ne ku tenê padşa dolê Bîzansîyan in, lê ew kesê ku îro dibêjin em Tirk in, ango ev „milletê Tirk“ sedîda belkî heftê, belkî heyştê, bi rastî jî dolê Rom û Ermenîyan in, bûne Misilman û bûne Tirk. Yê meyî jî dolê Kurd, Ereb, Laz, Çerkez, Albanî û yên dinê ne, yên ku helyane, bûne Tirk…

Ma ewqas Rom û Ermenîyên Anadol û Trakyayê di ku da çûn?.. Herkesek jî zane ku, beşek ji wan (yên ku wek xwe mabûn) di Şerê Pêşîn ê Mezin da bêne kuştin û koçber bibin jî, piranîya wan di sedsalên borî da, bi darê zorê dînê xwe guhartin, bûn Misilman, zmanê xwe berdan, Tirkî girtin...

Boşnak û Pomak jî ji xwe Slawên ku piştra bûne Misilman in.

Carê li rû û bejna Tirkên îro binêrin, ew qet li Tirkmenên Asya Navîn, yan Kirgiz û Ozbekan diçin? Na, tiştekî wan bi Tirkên mongolî naşibihe. Ev tirkên han, dibe ku çend kis li dora gund-mundên Enqerê û Yozgatê mane...

Tirk bi rastî jî dolê Bîzansîyan in.

Bi vê gotinê, ne ku em Bîzansîyan, yan Rom û Ermenîyan piçûk dibînin. Çima bibînin? Tu milet ji yê dinê piçûktir nîne û em kesî jî piçûk nabînin.

Rastî çi ye em wê dibêjin. Bila kes ji eslê xwe aciz nebe!

Lê hinan di dîrokê da roleke baş lîstine, hinan jî xirab...

Bîzansî û Romîyan di dîrokê da dewreke mezin lîstin, bajarvanîyeke bi nav û deng ava kirin. Tirkên Asya Navîn jî hatin ev bajarvanî hilweşandin û ew jî yan kuştin, revandin, yan jî helandin û wek xwe kirin…

Ozdemir İnce û Claudia Roth

Nivîskarekî Tirk, Ozdemir İnce ji  gotinên Klodya Rot (Claudya Roth) aciz bûye, jê ra gelek gotinên xirab dibêje.

Çi gotîye Klodyayê: „Divê Tirkîye Nasnama Kurdan qebûl bike û heqên wan li ser esasê wekhevîyê nas bike. Ev yek di rîya Ewrûpê da wek mifte ye.“

Ozdemir Efendî ji van gotinan pir aciz dibe û dibêje: „Ma Tirkîye li ser şexsîyeya Kurdan binivîse ´Kurdê xas´, çi bike?..

Na efendî, na, ne şert e ku usa bike. Lê ji bo naskirina nasnama Kurdan rê pir in. Tirkîye, wek nimûne, ji bo Tirkên Qibrisê çi dixwaze bila wê bike. Ger ew ne bû, bila wek Iraqê bike, di zagona esasî da binivîse ku „Ev welat welatê du milletan e: Kurd û Tirk...“ Bila binivîse „Zmanê Kurdî jî, wek Tirkî zmanê resmî ye...“

Nuha te fêm kir? Te fêm ne kir, ji ber ku tu Kurdî nizanî, bila yek ji te ra tercume bike...

Ozdemir Efendî, her usa jî hozanekî Tirk e. Lê ev gotinên han ji bo hozanan şerm in. Mirovê hozan divê piçek dilpak be, heqnas be, bi „zan“ be.

Xuya ye, Ozdemîr Efendî ne hozan e, lê nezan e...

Erdogan, Qasimpaşa û Qandira...

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan, du meh berê gotinek kiribû, gotibû „Yekitîya Ewrûpa nikare têkilî karê me yê hundur bibe!“ Bi vê gotinê jî dinya alem bi xwe kenandibû.

Him dixwaze bibe endamê YE, him jî dibêje, ew nikarin têkilî karê me bin!

Dibêje, dibêje... Malûm e, Erdogan Qasimpaşalî ye û ev der bi pêyxwasên xwe bi nav û deng e...

Tayîp piştra ev gotin ji bîra kir, ango bi gotineke Tirkî, „tûka xwe dalist...“

Piştî rapora Konseya Ewrûpê, ku li ser pirsa hûrgelan, bi taybetî li pirsa Kurd û Elewîyan gengeşî xurt bû û gelek kesan gotin YE dixwaze me parçe bike, hingê temarên xortanîya Erdogan cardin geş bûn û got:

„Em ji Lozanê û ji Qanûna Esasîya xwe pê ve tişt nas nakin!“

De kerem kin, li vê mêrxwasîyê binêrin! Xortê me rapor-mapor, YE-ME nas nake!

Nayê bîra wî ku, YE çend roj berê, li bajarê Romê Qanûna Esasîya teze qebûl kir ku ew jî wek çavnêr li wir hazir bû... Tê nagihîje ku ew Qanûna Esasî ya YE hemû welatên endam girê dide, û yên wek Tirkîyê jî tevlê, ku dixwazin bibin endam...

Erdogan Erdogan, me tu Qasimpaşalî zani bû, ne be ku Qandiralî bî?

Ger Qandiralî bî, divê vê gotinê jî bizanî:

„Bölîk dur, Kandiralî sen de dur!..“ (Bolîk bisene, Qandiralî tu jî bisene!..“

 
 
PSK Bulten © 2004