PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Turkîş Futbol!

CEMALÎ

Lîstika futbolê di navbera Tirk û Swisrîyan da wek şerekî derbaz bû…

Gotina Tirkan e: “Her Tirk wek esker tê dinê…”

Dîsa gotina wan e: “Em Tirk milletekî esker in!”

Herhal ev gotin rast e. Ji bo van cîranên me yên Tirk di jîyanê de hertişt wek şer e. Heya lîstikê jî dikin wek şer…

Çend roj berê lîstika futbolê hebû li Îstembolê di navbera Tirk û Swisrîyan da. Cîranên me yên Tirk hîn bi rojan berî lîstikê xwe bo “şer” hazir kirin. Laf û gef li Swisrîyan xwarin. Çima?

Ji ber ku Swisrîyan di lîstika pêşîn da bi 2-0  zora wan biribûn. Ger Tirkan li himber wan qezenc bikira diçûne kûpaya dinyayê ya 2006’an li Elmanya. Ew 2-0 lîstik ji bo Tirkan kiribû xeterê, divîya bû li Îstembolê sê golan bavêjin, lê gol nexwin…

Ji ber vê, Tirk bibûne wek dîn û haran. Roja ku Swisrî hatin, ew di balafirxanê da du saet û nîvan dan sekinandin, ango bêzar kirin. Ji wan ra bi zmanê wan bi devkî û nivîskî- bi pankartan- xeber dan, dê û bavê wan gotin; ango aciz kirin. Bi wê jî neman hêk û şûşeyên avê li wan barandin. Gotin:

“Hûn xêr hatine cennimê!”

Roja lîstikê jî ev tişt kirin. Hêk li basên wan barandin, ji wan ra xeberên xirab dan. Lîstikvanekî wanî baş seqet kirin. Dîsa jî herçiqas çar gol avêtin, du gol jî xwarin, ango 4-2 qezenç kirin; lê vê têrê nekir. Ango Swisrîyan heq kir biçin Elmanya.

Lê Swisrîyên reben nekarîn ku kêfê bikin. Li dawîya lîstikê, çawa titûka hakem lêda, Swisrî revîn ber bi oda cilguhartinê. Tirk jî bi lîstikvan û sîvîl, bi polêz bi dû van ketin, bi kulm û pîhnan lêdan, çend kesên wan birîndar kirin!..

Berpirsîyarê Teknîkî yê Tirkan, Fatîh Terîm digot : “Hucum!..”

Ji Swisrîyan gelek birîndar bûn, lê dîsa jî şukur, kes nehat kuştin… Ango Swîsrî ji cennimê erzan xilas bûn!

Piştî lîstikê û rojên dinê hemû TV û rojnameyên Tirkan agir dibarandin, xeberên xırab ji hakeman ra didan, digotin “Heqê me xwarin!..”

Gotineke me Kurdan heye, dibêje: “Yê binî deng nake, yê ser qare qar e!”

Ev Turk îşî futbol bû!

Ev cîranên me yên Tirk, ji ber ku ji cisnê gur hatine, bi vî awayî dilîzin…

Demokrasîya wan jî usa ye, tim bi zor û zulm û neheqî…

Atayê wan gotibû: “Li welat aşitî, li dinyayê aşitî!” Lê halê wan tim şer û pevçûn e, çi li hundur, çi li der…

Nuha êhtimal heye Rêxistina Futbolê ya Navnetewî (FİFA) Tirkan ceza bike; dibe ku ew çend sal ji lîstikên navnetewî bên dûrxistin…

Xuya ye destpêkirina pêvajoya endametîya Yekitîya Ewrûpê li cîranên me ne hat; her ku çûn hartir bûn…

 
 
PSK Bulten © 2005