Xeber û şiroveyên kurt..
CAMALİ
Xwendevanên delal,
Eyan e, Him ji bo nivîsandinê, him jî bo xwendinê babet
pir in û zeman kêm e. Meriv waxt nabîne li ser hemû pirs û
bûyeran dûr û dirêj binivîse. Gelek caran jî waxt nabîne,
yan jî xwe ra nabîne, nivîsên dirêj bixwîne.
Lê waxta neyê nivîsandin jî gelek bûyer û babetên balkêş
tên û derbaz dibin. Dibe ku gelek xwendevanên me jî di rûpelan
da li wan digerin, dipirsin, gelo di derheqa vê yekê de tiştek
heye yan tune?.
Bona vê yekê, carina xeber û şiroveyên kurt di vî warî
da baş bi kar tên. Di destpêkê da jî di malpera me da
ev tişt hebû, lê piştra me dev jê berda. Nuha me
cardin dest pê kir û emê carina bi Kurdî carina bi Tirkî binivîsin...
Eco dibêje „eslê min Kurd e!“
Bulent Ecevît li dawîya dawî qebûl kir û bi rojnamevanekî
ra got ku eslê wî Kurd e..
Me berê jî zanibû û çend caran nivîsand ku eslê wî Kurd
e. Li gundekî Qestemonî-Dadayê li ser gora papîrê wî hetîye
nivîsandin : „Kurdîzade Mistefa Beg“...
Eco nuha dibêje ev gund û gundên der û dora wê bi temamî
Kurd bûne…
Lê eco bi salan xwest ku vê yekê veşêre, ango eslê
xwe înkar kir. Gotina bav û kalan e: „Yê ku eslê xwe înkar
dike, heramzade ye.“
Eco bi wê jî ne ma, Tirkperestîyeke nedîtî kir, dijminahîya
milletê Kurd kir. Yekî usa Kurd be çi, nebe çi!
Bi xwe jî dibêje ku, eslê min Kurd e, lê ne mihîm e!
Keremkin, milletê wî ewqas zulmê dibîne, ji hemû heq û azadîyan
bêpar e û ew dibêje ne mihîm e. Xuya ye di wî da vîcdan tune.
Tenê yekî „donme“ dikare ewqas bêbextî li xelkê xwe bike.
Kesên donme, ku ji dînê xwe, ji milletê xwe derketine, ketine
nav dîn û milletekî dinê, dikarin ewqas zalim û bê vêcdan
bin. Kesên han ji bo ku xwe veşêrin, ji bo ku xwe di
nav civaka teze da bidin qebûlkirin, çoyê wan dikişînin
û ji herkesî zêdetir xirabî dikin.
Eco jî usa kir. Eco ji bo ku di sîyasetê da pêşva biçe,
postekî baş bi destxe, eslê xwe înkar kir û bi wê jî
nema, ji herkesî zêdetir Tirkperestî û dijminahîya Kurdan
kir...
Eco bû serokê partîyeke mezin, bû wezîr û heya bû serokwezîr;
lê ne bû Kurd! Her usa jî ne bû meriv! Ger bapîrê wî, „Kurdîzade
Mistefa Beg“ sax bûya, şik tune, jê ra ev tişt bigota..
Eco nuha di şêmûga mirinê da dibêje ez Kurd im... Na
heyran na, tu heramzade yî!
Bûyera Baxçên Hevselê
Çend roj berê li Dîyarbekrê bekçîyek hat kuştin û polêzek
jî birîndar bû. Gotin „terorîstan“ kirîye. Leşker û polêzê
Tirk qasî 10 rojan Dîyarbekir teror kir. Ne hişt bi hezaran
kes biçin baxçên xwe, yan ji malên xwe derkevin. Dora Baxçên
Hevselê girt, baxçe û bostanên xelkê ser û bin kir, dar û
hêşinahî ji bê avdanê hişk bûn...
Li dawîyê jî du meriv kuştin û gotin „Me du terorîst
bi kuştî bi dest xist!..“
Gelo, ew kesê kuştî bi rastî terorîst bûn, ango bekçî
wan kuşti bû? Ma dewletê ne dikaribû wan bi saxî bigre
û mehkeme bike?
Lê nuha eşkere dibe ku ev du kes însanê feqîr û masûm
bûn, çûbûn ku bostanê xwe avdin.
Piştî vê bûyerê jî dewlet û çapemenîya Tirk şemateyê
dinê dike ku çima serokê beledîya Dîyarbekirê Osman Baydemîr
û hevalên xwe çûne tazîya van Kurdên reben... Dixwazin wan
di tasek av da bixeniqînin.
Gotina bav û kalan e: Yê binî deng nake, yê ser qareqar
e...
Serî, guh û lêv jêkirin...
Hovîya polêz û leşkerê Tirk ji berê da bi nav û deng
e. Xelkê bîlesewe ji wan ra ne gotine „barbar!“
Çend sal berê rojname û kovarên dinyayê eşkere kirin,
çawa eskerê Tirk serîyê pêşmergeyên Kurd jêdike û pê
resim dikişîne... Ew resim di çapemenîya dinyayê da derketin.
Ew hovî û harî îro jî berdewam e. Li hêla Dêrsimê çend roj
berê, gotin şer çêbûye û sê çekdarên Kurd hatine kuştin.
Ew kes bi rastî çekdar bûn, şer kiribûn yan na, em pê
nizanin. Medyaya Tirkan hezar derewî dike û bi gotinên wan
bawerî nabe. Lê tiştek eşkere bû ku serî, guh û
lêvên wan kesan (yek ji wan jin bû) hatibû jêkirin...
Li himber vê har û hovîyê êdî ji gotinê ra cî namîne. Belkî
em bêjin „ev barbarana ji Yekitîya Ewrûpê ra pîroz bin!“
Lê tiştek jî heye ku, ew hêzên ku van tiştan dikin,
her usa jî dixwazin rê li pêş endametîya Yekitîya Ewrûpa
bigrin... Ew hêzên Tirkperest, mîlîtarîst û faşîst in.
Ditirsin ku di Yekitîya Ewrûpa da ew îmkanên har û hovîyê
ji dest wan bireve...
Lîstika mezin û Ocalan
Avdilla Ocalan pir caran dibêje: Lîstikeke mezin hebû, Amêrîkanî
û Yûnanîyan û heya dewletên Ewrûpa dixwastin bi girtin û teslîmkirina
min Kurd û Tirkan berdine hevdu, şerekî gelek giran derînin.
Lê min pêşî lê girt!
Eva çîrok e! Ocalan dixwaze bi van gotinan, teslîmbûn û
rûreşîya xwe ra mane bibîne, xelkê bixapîne.
Ji xwe berî ku ew bê girtin Kurd û Tirk ketibûne qirika
hevdu û Apo, ne ku tenê li Şam û Bekaayê, lê heya li
Îtalyayê jî agir geş dikir. Dema merivên wî di kûçe û
kolanan da xwe dişewitandin gelek kêfa wî dihat, heya
digot:
„Li cîyê ku hûn xwe dişewitînin, dijmin bişewitînin!“
Lê roja ku hat girtin, nişkê va bû melaîke! Ji Tirkan
ra got: „Dîya min jî Tirk e, firsendê bidin min ezê ji we
ra xizmetê bikim!..“
Tiştê ku Tirkan dixwast jî ev bû, ew firsend danê...
Xuya ye Apo xelkê dike cîyê ehmeqan... Belê, çawa Ezîz Nesîn
jî gotibû, li vî welatî ehmeq gelek in, lê ne herkes!
Li alîyê din, lîstikeke mezin bi rastî jî heye û Apo bi
xwe jî di vê lîstikê da xwedî roleke mezin e.
Lîstik ev e: Dewleta Tirk dixwaze tevgera Kurd bi temamî
betal û bêdeng bike û Apo û PKK jî di vê rê da bi kar bîne.
Ji xwe Apo, ji bo ku canê xwe yê ezîz xilas bike, ji vê yekê
ra razîye û PKK jî Apo çi dibêje dike.
Ev lîstik va ye ji girtina Apo vir da şeş sal
e bi rê va diçe û di vê babetê da hemû Tirk bi hevra ne, çi
dewleta xuyayî çi kûr, çi Kemalîst çi şerîetperest, çi
AKP çi CHP...
Digel vê lîstikê, yeke din jî heye: Çi û çawa bê kirin ku
Tirkîye nebe endamê Yekitîya Ewrûpê û pêşî li pêvajoya
demokratbûnê bê girtin. Vê lîstikê jî di nav dewlet û civaka
Tirk da hêzên herî mîlîtarîst û faşîst dilîzin. Ew baş
dizanin ku dema Tirkîye bibe endamê yekitîya Ewrûpa û welatekî
demokrat hêza wan namîne, bend ji dest wan diçe...
Ango di vê babetê da Tirk du beş in, hin bi vê lîstikê
ra ne, hin dij in.
Lê di vê lîstikê da jî roleke Apo heye û ew bi dewleta kûr
ra ye..
Belê, tiştê ku van rojên dawî dibe ev e:
Leşker ji Apo ra got: „Emê piçek şer bikin, bila
dinya germ be!“
Apo got: Baş e! Vegerîya ji bo vê yekê dîrektîf da
Kongra Gel û wan jî agirbest gihande dawî. Li vir û wê piçek
şer derket... Çend esker û gerîllayê PKK hatin kuştin.
Dewletê medya kiş kir, berekî va jî li Kurdistanê careke
din şidand, rê û dirb girtin, Hevsel ser û bin kir, ser
û guh jêkirin, valakirina gundan dîsa dest pê kir...
Berekî va jî li ser Kurdistana Başûr, li ser pirsa
Kerkûkê germ dikin, çîrokan belav dikin li ser pêvendîyên
İsraîl û Kurdan...
Tevî vê, kesên wek Perînçek û Baxçelî gazî generalan dikin:
„Hûn çima sekinîne!..“
Belê, lîstik ev e.. Kurdino û Tirkino, yên ku nabînin ma
em ji we ra êdî çi bêjin! Dewleta zalim û zordest, hêzên faşîst
û mîlîtarîst, tevî xizmekarê xwe Apo, me dikine cîyê ehmeqan...
Ma hûn vê ehmeqîyê qebûl dikin?
Yên ku nakin dengê xwe derînin, dijî vê lîstikê derkevin.
17 Tebax, 2004
|