Zavayê min jî Kurd e!
CEMALÎ
Wekî eyan e, heval û hevkarên HAK-PAR’ê kampanyayek vekiribûn:
“Kurd im, teref im, daxwazkar im…” Wan 50 hezar îmza kom kirin
û çend roj berê tevî nameyekê birin ku bidine Meclîsa Tirkîyê.
Name him bi Tirkî, him bi Kurdî bû. Lê memûrê eleqetê ne
xwest ya Kurdî bigre, got “Qanûn îznê nade!”
Li vî welatî hîn jî usa ye, her çiqas gor xwedîyan “welatekî
azad û demokrat” e jî, lê Kurdî ra rê tune…
Dema HAK-PAR’îyan israr kirine, memûr gotîye: “Ez qurbana
we, ev tişt nabe! Ez nikarim nama Kurdî bigrim, ewqas
zor û zextê li min nekin; zavayê min jî Kurd e!..”
Dîsa jî baş e! Qe nebe zava Kurd e, lê dikaribû bigota
“bûka min jî Kurd e…”
Vêcar em Kurd di karê da ne!
Quweta Tirkan pûç derket…
Tirkan van salên dawî di halterê da (hildana giranîyê) gelek
medalyeyên zêrîn û zîvîn stendin. Herçiqas ew kesana ku medalye
distandin ji Bulgarîstanê hatibûn, ango berhemên welatekî
din bûn û Tirkan ji bo wan tu mesref û xebat ne kiribûn jî,
dîsa qe nebe eslê xwe Tirk bûn.
Tirkan ji xwe ta ji berê da gelek pesna xwe didan, digotin
“Tirk bi quwwet in.” Wan girtina van medalyeyan jî wek delîlê
“quweta Tirk” nîşan didan…
Lê mixabin ew jî pûç derket. Vê dawîyê derket meydanê ku
xwedîyê wan medalyeyan dopîng kirine, ango berî lecê dermanên
quwetê vexwarine. Ne yek û dudoyan, Tirkîyê ev hîlekarî bi
şiklekî sîstematîk kirîye. Federasyona Halterê ya Dinyayê
êdî Tirkîye bi temamî ji vê lecê men kir, ango ceza kir.
Tirk dîsa rûreş bûn. Helbet dawîya hîlekarîyê ev e.
Wê biçin cennetê, yan cennimê?
Malûm e, Îstembol bajarekî gelek mezin e, nifûsa xwe ji deh
mîlyonî zêdetir e.
Her usa bajarekî dîrokî ye û bi berhemên dîrokî jî gelek
dewlemend e.
Cîyê xwe jî xweş e, li ser Bosforê ava bûye. Li alîyekê
Behra Reş, li alîyê din Behra Marmara.
Lê mixabin ev bajarê delal nuha bê dar û ber, bê hêşinahî
maye; avahîyên hişk û hol bajar zeft kirine. Tu bi saetan
bimeşî ne park û baxçeyek rastî te tê, ne çîmengehek.
Yê heyî jî va ye hukumeta me yê Misilman û beledîyeyên wê
ji ortê hiltînin! Misilmanên me li kîderê parkekî, yan çîmengehekê
bibînin dixwazin li wir mizgeftekê ava bikin. Li kîderê dêrekê
bibînin, dixwazin bikin mizgeft…
İstembol tijî mizgeft e, bi sedan û bi hezaran… Lê têra
Misilmanên me nake! Dixwazin heya li navoka Îstembolê, Taksîmê
jî park û baxçeyên wê derê xirab kin û mizgeftekê ava bikin,
dixwazin heya Ayasofyaya bi nav û deng ji muzetîyê derînin,
bikin mizgeft, ji nimêjê ra vekin. Ecêba xwedê ye!
Li vê dinyayê hin kes zêran kom dikin, hin kes jî mizgeftan
rêz dikin. Hin jî herduyan…
Di nava bajêr da, di Goztepê da jî, çawa bûye, ji destê van
har û hovan çawa xilas bûye, nizanim, parkekî delal heye,
bi çîmengehên xwe, bi dar û gul û gulçîçekên xwe, bi hewzên
xwe… Ku çav û dilê mirovan pê geş dibe. Bi taybetî bo
zarok û mirovên kal, bo xort û ciwanan cîyê ger û geştê
ye.
Lê çend roj berê encumena Goztepê, ku piranîya xwe ji AKP’ê,
ango ji partîya hukumeta heyî pêk tê, ku giranî didine Misilmanîyê,
bi piranîya dengê wan biryar girt ku vê parkê bi erdê ra dûz
bike û li cîyê wê mizgeftekê ava bike!
Ango ev çîmenên kesk, dar, gul û kulîlkên rengîn wê nemînin.
Da ku Misilmanên me li wir jî bikaribin nimêj bikin…
Baş e, ew nimêja ku tu li ser çîmen û gulên tar û markirî
bikî li ba Xwedê sevab e yan guneh e? Ew kesên han dema mirin
wê biçin cenneta bi dar û ber, bi gul û sosin, bi av û çîmen,
yan biçin cennima bi agir û şewat?..
Bi raya min, ev kiryara wan guneheke mezin e. Herhal Xwedê
ji wan bipirse, bêje: “We li vî bajarê mezin li cîyê ku parkên
teze û çîmengehan ava bikin, daran daynin, bajar hêşîn
bikin, we parkên heyî jî hişk kirin; we dar û gul û çîmen
tar û mar kirin. Xuya ye hûn ji tiştên han hez nakin.
Cennet ne gora we ye heyran, de cennime bin!..”
Teror, mafya û Axar
Serokê DYP Mehmet Axar gotîye: “Ez dikarim pişta terorê
û mafyayê bişkînim!..”
Ez bi van gotinan kenîyam û bi texmîna min gelek kes jî kenîyane.
Ji ber ku Mehmet Axar bi xwe mafya ye..
Mehmet Axar di dema hukumeta Demîrel û Çîlerê da berê serokê
emnîyetê bû, piştra jî wezîrê daxîlî.. Di wê demê da
zulma herî mezin çêbû li ser Kurdan û li ser mirovên rewşenbîr
û demokrat. Dewlet û mafya ketin nav hev, bi hevra kelîyan.
“Çeta Susurlikê” çêbû, ku Mehmet Axar di vê çeteyê da roleke
mezin lîst, heya serokçete bü.
Bi destê vê çeteyê talan û şêlandineke mezin çêbû.
Bi destê vê çeteyê bi hezaran kes hatin kuştin û curmkar
veşartî man.
Mehmet Axar bi xwe, bi gotineke bêperwa eşkere kir:
“Me rîsk (xeter) jî da ber çavan û bi hezaran çalakî pêk anî!”
“Çalakî”, ango curm!.. Ango teroreke ne dîtî, ya dewletê…
Nuha ev Axar dibêje: “Ez dikarim pişta terorê û mafyayê
bişkînim!..”
Meriv çawa nekene… Memedo, terorîstê herî mezin jî tu yî,
mafyaya herî mezin jî!
Qewatê herî mezin!
Di Rojnama Tirk Hurriyetê da xeberek:
“Kerxaneya herî mezin bi destê Tirkekî vedibe!..”
Di binê xeberê da em hîn dibin ku ev kerxaneya herî mezin
li paytextê Elmanya, Berlînê vedibe û bi destê Tirkekî. Li
ser çar hezar mêtro murabba, 34 ode, hewz, hemam, sîneme,
filan fişmekan…
Ango kerxanecîyê herî mezin Tirkek e…
Ev xeber dikeve serê mirovan!
Helbet, ji nav van “birayên me yên Tirk” heya îro alimekî
mezin, kaşifekî mezin, fîlozofekî mezin, heya sportmenekî
mezin derneketîye. Lê qewatê herî mezin?..
Belê, derdikeve.
Ev millet him li Bêrlînê xwişka xwe dikuje, ji bo ku
Elmanek maç kiriye, him jî li wir kerxaneya herî mezin vedike!
|