PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Civînên bîranîna Nurettin Basut

Ji bo serxweşî û bîranîna Nurettin Basut li gelek bajarên Awropayê civîn hatin çêkirin. Li Munihê (9 adar) Bremen (10 adar) Nurnberg (10 adar) Paris (16 adar) Berlin (16adar) Lozan (17 adar) Wuppertal (17 adar) Den-Haag (17 adar) Stokholm (17adar) Kopenhagen (17adar) civîn pêkhatin. Di van civînan da bi hejmareke mezin kesên demokrat û welatparêz û nunerên partiyên siyasî ji herçar beşên Kurdistanê beşdar bûn û ji Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK)ê û malbata Basut û ji gelê kurd ra serxweşî xwestin. Gelek mesajên serxweşîyê hatin şandin.

Di van civînan da hevalên wî li ser jîyan, kar û xebata Nurettîn Basut qisekirin, camêrî û  merxasîya wî anîn zimên. Fîlmeke vîdeoyê, ku ji mîtîngên Nureddîn yên li hilbijartina gîştî ya sala 1991’ê da, li Agirî û qezayên wê hatibû filmkirin di civînan da hat raydan. Çawa ku tê zanîn Nurettin Basut di wan mîtîngan da bi zimanê kurdî propaganda dikir û bi her awayî dajote ser tirs û xofa dijmin. Beşdarên civînan bi kela dil, bi hestekî dilxemgînî lê herwisa bi serbilindî ew temaşe dikirin. Di gelek civînan da nas û dostên Basut jî radibûn li ser wî qise kirin.

Ji bo Nurettin Basut li Stockholmê civîneke mezin ya serxweşîyê çêbû

Roja 17ê Adarê li Stockholmê civîneke mezin ji bo serxweşî û bîranîna Nûreddîn Basut çêbû. Civîn ji alî heval û alîgirên Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) hatibû amadekirin. Civîn bi sekna deqîqekî ji bo rêzgirtina şehîdên Kurdistanê hat vekirin. Sekreterê Gişti yê PSK birêz Kemal Burkay jî hazir bû. Li dor 400 kesî mêvan hatibûn serxweşîyê, di nav wan da nunerên gelek partîyên sîyasî û komeleyên demokratîk hebûn. Wan ji Kemal Burkay, PSK, malbata Basut û gelê Kurd ra serxweşî xwestin. Mesajên hemû partîyên sîyasî di civînê da hatin xwendin û yên yek-yek kesan jî navên wan hatin xwendin.

Herçiqas ev civîna taazîyê bi hinceta wefata Nûreddîn Basut bû jî, ew di eynî wextê da bû civîneke qedirgirtin û bîranîna hevrê û hogirên Nûreddîn, kadroyên bijartî yên PSKê ku di sal û nîveke dawî da, di qezayên trafîkê da wefat kirine wek: Yavuz Koçoglu, Enîs Eren, Vedat Sevin û doktor Bozan Erdem.

Kemal Burkay li ser jîyan û xebata Nûreddîn Basut xeberda û got:

“Nûreddîn sala 1975an da piştî derketina kovara Riya Azadî (Özgurluk Yolu) tevî refên me bû. Ew yek ji wan hevalên me ye ku bajarê Agirî (Qerekose) ji hêzên faşît paqiş kirin, ev bajarê serhedê kirin kelhayeke sosyalîst û şoreşgeran li Kurdistanê. Dijmin û hevalbendên wan gelek caran cehd kirin ku Nûreddîn bikujin. Wî di hebsa cunta faşist ya Erzurumê da berxweda û bi serbilin jê xilas bû, li derva jî di meydana xebatê da bin tehdîda kuştinê da bû, gelek caran xetera kuştinê derbas kir, lê mixabin van rojan me ew di qezayeke trafîkê da winda kir... Mirina wî ya bê wext xesareke mezin e.”

 Burkay yek bi yek behsa wan kadroyên PSKê ku vê dawîyê di qezayên trafîkê da hatine windakirin kir û li ser kar û xebata wan qise kir. Burkay di axaftina xwe da ev tişta jî got:

“Me evqas heval li pey hev di trafîkê da winda kirin, herçiqas destê me da ji sedî-sed delîl tunene jî, lê ji me ra şik çê dibe ku li pişt mirina van hevalan destek, dezgehek heye. Bibê nebê ev şik ji me ra peyda dibe.”

Di civînê da ji axaftina Nûreddîn Basut ya hilbijartina sala 1991 li Agrî bi video hat nîşandan, ji dengê dengbêjê gelî Şakro straneke şerê Girîdaxê û meqameki gelêrî bi dengê bilûrê hat guhdarîkirin. Bi rewş û pergala xwe civîna serxweşîyê layîqî biranîna Nûreddîn Basut û hogirên wî bû.

Li Kopenhagê ji bo bîranîna Nurettin Basut civînek çêbû

Ji bo bîranîna ewladê gelê gelê Kurd ê heja Nurettin Basutê ku me di roja 5ê Adarê, di qezayeke trafîkê da winda kir, gelek civîn tên çêkirin, yek ji wan jî li paytextê Danimarkayê Kopenhagenê bû. Civîn ji alî PSK û KOMKAR-Danîmarka hatibû amadekirin. Heval û hogirên Basut, kesên welatparêz û nunerên partîyên siyasî beşdar bûn. Hevalên wi li ser jiyan û xebata Basut qisekirin, nunerên partiyan mesajên xwe yên serxweşîyê xwendin. Di salonê da wêneyê Nurettîn ê ku li ser çiyayê Agirî hatibû montekirin û li ser “OXIR BE CAMÊRO!” hatibû nivîsandin bi gulên rengên bi kurdî hatibû xemilandin û li kileka wê jî gul û çîçekên ku rêxistinên din anîbûn hatibûn danîn.

Civînê bi rawestina ji bo rêzgirtinê destpê kir. Dûra li ser navê PSK-Danîmarka hevalekî axaftinek kir û behsa jiyan û têkoşîna Nurettin Basut kir. Dûra jî du hevalên ji mintiqa wî ku bi salan pê re xebitîbûn û tevayî di zindanê da mabûn, behsa henek û rûkenîya wî, xebat û mêrxasîya wî kirin bîranînên xwe bi beşdarên civînê re parvekirin. Ji van hevalan yekî straneke Serhildana Agirî ya ku Şakro dibêje û Nurettin gelekî hez jê dikir, got hingê gelek ji guhdaran histêrên xwe negirtin girîyan.

Pişt re nunerên  YNK, KDP-Iraq, KDP-Îran, KDP-Bakur, Rizgarî û nunerên Însîyatîva Kurd li Danîmarka jî qise kirin û wan ji malbata Basut ra, ji endamên PSK û ji gelê Kurd re serxweşî xwestin.

Civîn bi xwendina helbesteke ku hevalekî wî li ser nivîsandîye û bi mesaja sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Kemal Burkay xilas bû.

...........................

Masajên ku hatibûn şandin

PDK- Dilşad Barzani
PDK (Iraq) – Komîta Swêdê
PDK-(Iran)
YNK- Komîta Swêdê
Hevkari (Hevkariya hêzên siyasî yên Kurdistanî li Swêdê)
RSDK (Rêxistina Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê)
Taha Berwarî-Nunerê Hukumeta Herêma Kurdistana Îraqê li bakurê Ewropa)
Komîta Rêzanî ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî)
PADEK
PDK- Bakur, Sekretrê giştî Hemreş Reşo
PDK-Bakur, (Meclîsa partî)
IKS (Insiyatîfa Kurdên li Swêdê)
Komîta Ewropa ya Partiya Çepê Kurd li Sûriya
Komîta Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî)
Rêxistina Ewropa ya Hevbendîya Dêmokrata Kurdî li Surîya
Partiya Demokratiya Kurd li Sûrîyê (Alpartî)- Rêxrawa Swêd
Hevbendîya Dêmokrata Kurdî li Surîya-Komîta Swêd
Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê
Federasyona Komelêyên Kurdistan li Swêdê
Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriya-rêxistina Hollanda
M. Alî Yildirim (serokê Hevkar)
Yekitiya Ciwanên Kurd li Swêd- Amer Salih (serok)
Elî Baran
Metîn can
Zekî Ozturk
Şêxo Bucak
Bayram Ayaz
Dara Bilek
Şukru Gulmuş
Osman Aytar
Zaza (Helga Nusser)
Alî Ardil
Ihsan Şener
M. Şerif Şener
Yildiz Şener
Ahmet Karamus
Lawîn Ciwan
Cemal CoŞkun
Serkan Kilincalp
M. Nureddîn Yekta Berpirsiyarê KOM-KAK:
(Komelên Kultur û Alîkariyên Kurdistan)

Em ji hemû rêxistin û kesên ku ji bo mirina Nûrettin Basût ji me ra mesajên serxweşîyê şandine, yan tevî civînên ji bo bîranînê bûne, spas dikin.

 
PSK Bulten © 2002