Dara Mezin
Ferhad CAN
Dara ku mezin xuya dike, tim xurt û saxlem nîne. Carina dareke
mezin, lê kevn û rizîyayî, bi pifîna bayekî piçûk dikare bi
erdê ra war be.
Dar çiqas bilind dibe, ewqas nêzî mirina xwe dibe.
Jîyana mirovan û civakan da jî usa ye. Hertişt dawîya
xwe heye.
Serketinên Napolyon û mezinbûna împaratorîya wî heya sefera
wî ya mezin bû li ser Moskowayê. Piştî wê hertişt
ber bi jêr bû..
Di dema Sultan Silêmanê Osmanî jî, dewleta Osmanî gihabû
sînorên xwe yê herî fireh û hêza xwe yê herî mezin. Lê piştî
wê, wek pêleke bilind ku gihaye sînorên xwe yê dawî, hêdî
hêdî daket. Li dawîya sedsala 19 da “Dewleta Osmanî ya Şahane”
êdî “Mirovê Nexweş ê Ewrûpa” bû. Pir ne borî çû heqîya
xwe.
Vê dawîyê jî dîsa gotina “Nexweşê Ewrûpa” ji bo Tirkîyê
tê gotin; gelo xêr e?. Bila li ser xêrê be!
Ka xelîfeyên Ereb li ku ne? Ku sînorê dewleta wan demekî
ji Çemê Pencabê digiha Çîyayên Pîrene li sînorê Fransê.. Nuha
Ereb li ber dewleta Cuhî ya bî çar mîlyon nifûs, perîşan
û şerpeze bûne..
Ji împaratorîya İskenderê Mezin û ji ya Selahaddînê
Mezin ji navekî pê va çi ma?.
Ma İmparatorîya İranê ya 2.500 salan jî li ber
melayên bî rî û şaşik bi erdê ra war ne bû?.
Ew Yekitîya Sovyêt a mezin ku deh sal berê yek ji du dewletên
herî xurt bû li dinyayê û merivê pêşîn wê şande
ezmanan, ka nuha li ku ye?
Lê Dewleta Yekbûyî ya Amêrîka ku nuha mezinê dinyayê ye û
serokên wê wek Fîrewnên Misra berê, wek İskender û Sultan
Silêman jî xwe razî ne; lê gelo ew hêz û mezinahî tim usa
bimîne? Kî zane 50 sal şunda, 100 sal şunda li dinyayê
çi guhartinên mezin pêk bên?..
Çîroka Pîr û Cemalo..
Çîrokeke bavê min hebû. Pîrek (dede-xwedî ocax) û şagirtekî
wî hebû bi navê Cemalo. Pîr li himber pirsên şagirt êdî
bêzar bû û got, “Tu wek zarokan dikî. Meriv hertiştî
bi pirs û bersîvan hîn nabe. Divê tu dinyayê nas bikî” û şagirtê
xwe yê xam, cêriband, bi rêyan xist.
Cemalo çû li cîyekî rastî baxçeyekî sêvan hat. Şaxên
daran bi sêvên mezin xemilî bûn, giran bûbûn, daketibûn ber
bi erdê. Sêvên xweşik, alîyekê wan zer, alîyekê wan sor…
Cemalo xwe ne girt, destê xwe avêtîyê û yek jê kir. Lê dema
bire devê xwe û gez kir, bi gezkirin û avêtina sêvê yek bû.
Herçiqas ji derva ewqas xuşik xuya dikir jî, sêv herimî
bû. Cemalo yeke din jê kir, lê ew jî usa bû.. Yeke din û yeke
din… Li dawîyê tê gihîşt ku hemû sêvên van daran usa
nin..
Cemalo hat cîyekî ku agir dadane, satilên mezin li ser danîne.
Du satilên dorê tijî av in û dikelin, lê ya ortê bê av e û
li ser agirê xurt dişewite û diqewire… Ji vê xerîptir
jî ew bû ku, herdu satilên dorê ava xwe ji ser ya ortê ra
digihandin hevdu, lê dilopek li satila vala ne diket!..
Cemalo di rîya xwe da ajot û çû. Hat ber girekî û tiştê
ku dît pê şaş û metel ma: Kevirê jorê gindir dibûn
dihatin jêrê, yê jêrê jî gindir dibûn, derdiketin jorê...
Cemalo ji wir jî derbaz bû. Rîya wî ji daristanekê derbaz
dibû. Dît ku li wir çivîkên gelek rengîn li sar daran bi dengê
xwe yên wek bilbil û şalûl dixwînin. Cemalo bi xweşikîya
wan û bi dengê wan heyran û hijmekar ma. Lê dîsa dît ku, ew
çivîkan delal, dadikevin jêrê, rixê heywanan belav dikin,
dixwin û dîsa difirin diçin ser daran û dixwînin…
Cemalo ji wir jî derbaz bû çû. Hat li dora gundekî rastî
dêleseyekê hat. Dêl li erdê vezelya bû, avis û bê deng bû;
ango devê xwe venekir û bi rêvingîyê xerîb ra ne rîya. Lê
dîsa jî ji wê dengê reyînê dihatin. Cemalo şaş û
metel ma, piçek din nêzî dêlê bû û fêmkir ku ew deng ji zikê
wê tên; ango cewrikên di zik da dirên…
Belê, bi vî awayî ji serê Cemalo gelek tişt derbaz bûn
û wî gelek tiştên xerîb dît. Piştî çend salan û
mehan vegerî hat cem pîrê xwe. Êdî gelek pijîya bû. Lê dîsa
jî ew tiştên ecêb ku dîtîbûn ji pîrê xwe ra yek bi yek
got. Pîr çîrok şirove kir û got:
“Ew fêkîyê sêvan nîşan didin ku, divê mirov tenê li
şikil ne nihêre û bi reng neyê xapandin. Carina tiştê
ji derva xweş û baş xuya dike, dibe ku ji hundur
va rizîyayî be..
“Ew satilên ser agir nîşan didin ku, li vê dinyayê hin
dewlemend in, hin feqîr. Hin axa û mîr in, xurt in, hin jar
û belengaz in.. Ewên xurt û dewlemend tim ji hev û du ra îkram
dikin, lê feqîr nayêne bîra wan..
“Ew girê ku kevirên jor gindir dibin tên jêrê û yên jêrê
gindir dibin diçin jorê, nîşan dide ku, di jîyana civakî
da jî gelek caran usa ye. Herkes tim di cîyê xwe da namîne.
Roj tê civak ser û bin dibe; dewlemend dibin feqîr û feqîr
dibin dewlemend; hukumdar textê xwe winda dikin û hinên din
dibin hukumdar; dibin xwedî nav û deng, şan û şohret…
“Ew çivîkên ku bi reng û deng usa xweşik bûn, lê rixê
ser erdê belav dikirin, ew jî nîşan dide ku, divê tu
bi şikl û rengê mirovan û bi gotinên wan xwe nexapînî.
Şikl û gotin têrê nake, kiryarên mirovan jî divê baş
be..
Cemalo got: “Lê ewê dawî? Ew dêleseya ku bê deng bû, lê di
zikê wê da cewrikên wê dirêyan?..”
Pîr got: “Ew jî dibêje ku, zemanek wê bê, zarok usa bilcim
û bê edeb bin ku, berî dê û bavê xwe û berî mezinên malê qise
bikin û firsendê nedin wan!..”
Belê, xwendevanên delal! Di van çîrokan da gelek mane hene
ku meriv dikare jê dersê bistîne. Çawa min di destpêkê da
gotibû: Bi mezinahîya darê xwe nexapîn, dibe ku ew hîn xurt
be, dibe ku ji nav ra rizîyayî be..
Her usa jî hertişt wek xwe namîne, di zeman da mezin
winda dibin û yên piçûk dibin mezin…
Lê ew çîroka dawî, ango, ew mesela dêleseyê û cewrikên di
zikê wê da? Bavê min ew jî ji bo min digot, ku min carina
guh ne dida wî û gor xwe digot û dikir. Ango wek zarokên zemane…
|