Daxuyanîya
Kongra 6. ya PSK
Du
rê li pêş Tirkîyê ne:
Yan
demokrasî yan jî dîktatorîya eskerî
Kongra 6. ya Partîya Sosyalîst
a Kurdistan di dawîya meha îlonê da civîya. Ev Kongreya herî
fireh bû bi alîyê beşdaran. Kongre li ser kar û xebata
partîyê ya du salên dawî û li ser pirs û babetên di rojewê
da sekinî, biryarên teze stend, komîta merkezî ji nuh va hilbijart
û daxuyanîya jêrê derxist ji bo raya giştî.
Şertê
aşitîyê ne serî danîn e
Di du salên dawî da ji bo tevgera
rizgarîxwaz a Kurd guhartinên
mezin çêbûn. Piştî ku Ocalan ji Sûrîyê hat derxistin
û kete destê Tirkan, gor rewş û helwesta wî sîyaseta
PKK jî ji bingeh va guharî. PKK ne ku tenê dev ji şerê
çekdarî berda dijî dewleta Tirk, lê di warê îdeolojî û sîyasî
da jî êdî gor dewletê dike, dewleta
unîter û yek milletîyê, ango Kemalîzmê diparêze. Ji bo Kurdan
dev ji hemû daxwazên esasî berda; êdî dewleteke cuda, yan
federal, heya otonomî naxwaze. Dibêje di çarçuva himwelatîyê
da hin heqên çandî têra Kurdan dike..
Ev tişt ji bo partîyekê
ku bi navê doza rizgarîya welat û milletekî derketîyê meydanê
şermeke gelek mezin e û ji bo tevgera Kurd jî gelek xirab
e.
Nuha PKK bi navê “projeya aşitî
û komara demokratîk” dixwaze vê sîyaseta şaş bike
malê Kurdan bi tevayî. Lê bi rastî ev tişt ne projeya
aşitîyê ye, ne jî bi vî şiklî li Tirkîyê komareke
demokratîk avadibe. Ev proje ji bo PKK teslîmbûn e, ji bo
Kurdan jî dafik e, xapandin e.
Partîya me ji roja avabûye heya
îro ne dijî komareke demokratîk e li Tirkîyê. Ev tişt
gelek berî PKK daxwaza me bû. Ewqasî ku, ew xebata me ya bi
dil û can ji bo aşitî û demokrasîyê, bi salan bû sedemê
êrîşên PKK. Wan henekê xwe bi van daxwazan dikirin.
Me ta ji roja berê, rewşa
welat û dinyayê da ber çavan û got, emê şerê rizgarîyê
bi rê-olaxên sîyasî û aşitîxwaz bi rêva bibin, bo şerê
çekdarî rewş ne misaîd e. Piştî ku PKK dest bi şerê
çekdarî kir, vêcar jî, me dît şer çi zırareke mezin
dide gel û welat û bi rîya şer pirs çareser nabe, vêcar
me daxwaz kir ku şer bi du alî bê sekinandin, di navbera
dewleta Tirk û
Kurdan da danustandin dest pê bike û pirsa Kurdi bi rîya aşitîyê
çareser be.
Lê daxwaza aşitîyê ne ev
e ku meriv dev ji doz û dewayê berde, tiştekî nexwaze.
Me tim aşitîyeke heqnas xwast li ser esasê wekhevîyê.
Ew jî ji bo Kurdan yan dewleteke serbixwe ye,
yan jî federasyon e.
Partîya me ta ji destpêkê rewşa
welat û dinyayê da ber çavan û gor bîr û bawerîyên sosyalîstî
çareserîyeke federal pêşnîyar kir, got Kurd û Tirk dikarin
di çarçuva dewleteke federal da bi hevra bijîn. İro jî
daxwaza me ev e. Li welatekî bi pir netew û bi pir gel da
komareke demokratîk divê federal be. Ne usa, zordestî, neheqî
li ser gel û netewên dinê wê berdewam be. Ango pirsa natewî
wekî din çareser nabe û şer û pevçûn jî her hebe.
Lê PKK ji alîyekê filitî çû alîyê
din. Wê bi salan dewleta
serbixwe û şerê çekdarî parast, pêşnîyar û metodên
dinê wek îxanet nîşan da. Lê nuha, piştî ku Ocalan
kete destê Tirkan, ji bo xilaskirina canê wî, sîyaseta xwe
ji bingeh va diguhure û dev ji hemû daxwazên Kurdan berdide.
Pirsa Kurd bi vî
awayî çareser nabe. Navê vî tiştî teslîmbûn e!
Şertê aşitîyê divê
devberdan nebe ji daxwazên milletê Kurd ên heq, divê serî
danîn nebe li ber sazûmana zordest.
Ger PKK êdî dît ku bi rîya şer
nikare bigihîje amanca xwe û şer sekinand, em ne dijî
vê yekê ne. Lê dikaribû têkoşîna xwe ji bo doz û daxwazên
milletê Kurd bi rê-olaxên dinê, bi metodên sîyasî bi rêva
bibe. Helwesta rast û serbilindî ev e.
Planên dewleta dagirker û
erkên tevgera Kurd di vê qonaqê da
Kêfa dewleta Tirk nuha gelek li
cî ye. Ji ber ku serokê PKK –ku ji bo rêxistina xwe wek pûtekî
ye- bi destxistîye û êdî çi bixwaze jê ra dide gotin û kirin,
ji PKK ra rê rast dike, her usa jî dixwaze bi rîya wan hemû
tevgera Kurd bê hêvî bike û teslîm bigre. Dewleta Tirk nuha
zorê dide asîmîlasyona Kurdan, dixwaze nav, nasname, zman
û çanda wan bi temamî winda bike. Ev plana dawî ya dewleta
Tirk, bi navê "Plana
Kar a Veşartî”, ne ji bo xweşkirina aborîya kurdistanê
ye, ne ji bo dermankirina êş û derdekî dinê ye; lê wekî
“Plana İslahata Şerqê” ku piştî şorişa
Şêx Saîd bi kar hatibû, planeke dagirker e
Her usa jî dewleta Tirk dixwaze
vê firsenda “baş” bi kar bîne
û di qonaxa namzetîya Yekitîya Ewrûpê da ji xelkê ra bêje:
"Pirsa Kurd li vî welatî tune. Pirsa terorê hebû, ew
jî me zora PKK bir û ew pirs jî êdî nema" û bi vî awayî
ji derîyê Ewrûpê bi rehetî û bê bedêl derbaz be, heya tu heqekî
çandî jî nede Kurdan…
Kongra 6. Ya Partîya Sosyalîst
a Kurdistanê, tevî wan kesên ku hîn bawerîya wan bi Ocalan
û PKK heye û wek mirîdên
çavgırtî bi dû diçin, bala raya giştî ya hemû Kurdan
dikişîne ser vê rewşa xirab û xeterbar.
Kongra 6. sîyaseta bi prensîp
ku Partîya me di vê qonaxê da daye pêşîya xwe, tiştê
ku kirîye ji bo hişyarkirina raya giştî ya der û
hundur di derheqa sîyaseta şaş a PKK û planên dewleta
Tirk da rast dibîne û teyîd dike.
Kongre piştgirîya wan kar
û xebatên sala dawî dike ku bi destê Partîya me û tevê wê
jî bi destê rêxistinên welatparêz ên dinê û rewşenbîrên
Kurd hatine kirin, ji bo ku pêşî li van şaşîyan
bê girtin, plan û lîstikên dewleta Tirk bê pûç kirin, tevgera
Kurd di xeteke rast û têkoşer da bikaribe bê ser hev.
İsal, bi banga Sekriterê Giştî
ya Partîya me heval Kemal Burkay, di 11 Adarê da li Stokholmê,
di 18 heziranê da li Kolnê, dîsa bi banga Platforma Netewî
ya Kurdistana Bakûr, ku partîya me jî di nav da ye, di 9-10
îlonê da li Kolnê civîn çêbûn û bi sedan kesên sîyasî û rewşenbîr
di van civînan da beşdar bûn. Van civînan biryar girtin
û daxuyanî derxistin. Kongra me qîmeteke mezin dide van kar
û xebatan û daxwaz dike ku
ji bo bi cîanîna van biryaran kar û xebat berdewam be.
Kongra 6. ya Partîya Sosyalîst
a Kurdistan, bûyerên du salên dawî jî da ber çavan û giha
wê qeneetê ku ev hemû rastîya sîyaseta PSK nîşan dide
ku bi salan e bi rêva dibe. Ew kesên ku rewşa welat û
dinyayê ne dan ber çavan û hêvîya xwe bi şerê çekdarî
girêdan, hisêbê wan şaş derket. Ji nuha şunda
jî, ger di rewşa welat û heremê da guhartinên mezin ne
bin, di Kurdistana Bakûr da êdî kar û xebata milletê Kurd
bi rê-olaxên aşitîxwaz
wê bimeşe. Bona vê yekê jî, divê hêzên Kurd rêxistinên
teze ava bikin û metodên teze bi kar bînin gor dema nu.
Di vê qonaxê da berdewamî û serketina
berxwedana Kurd bi du tiştan girêdayî ye. Yek ev e ku
divê Kurd plan û lîstikên dewleta Tirk baş bibînin.
Ya din jî, bikaribin yekitîya hêzên welatparêz pêk bînin û
vê potansîyela mezin seferber bikin, bidin ser rêyeke rast
li welat û li der welat.
Bona vê yekê, Kongra me, avakirina
partîyeke legal û fireh ferz dibîne. Yeke han ku bikaribe,
çiqas ji dest bê, hêzên welatparêz
li ser bernameyeke miştêrek bîne ba hev, da ku hêvî û
bawerî bide gel. Divê rêxistin û kesên welatparêz mafên şexsî
û komekî yên teng bidin alîyekê û ji bo avakirina rêxistineke
han bi hevra mil bi mil kar û xebat bikin.
Kongra me
her usa jî, ji bo ku potansîyela heyî û mezin li der welat
bi kar bê, dengê Kurdan li der welat bi xurtî bê bihîstin,
alîkarî û piştgirî ji bo tevgera Kurd xurttir be, hewce
dibîne ku hêzên Kurd ku li der welat di warê sîyasî û çandî
da kar û xebat dikin
û rewşenbîrên Kurd ên li der welat bêne ba hev, li ser
xetekî welatparêz bi hevra kar bikin. Kongre, bona vê yekê
piştgirîya biryarên civînên Stokholm û Kolnê dike; hêvî
dike û dixwaze ku însîyatîfên rewşenbîran li welatên
Ewrûpa rojkî berê çêbin, rêxistinên
sîyasî û demokratîk û ev însîyatîfên rewşenbîran bên
ba hev û kar û xebatên xwe li der welat li ser xeteke miştêrek
hemaheng (koordîne) bikin.
Kongra me her usa jî, ji bo ku
dengê tevgera Kurd bi xurtî bê bihîstin û propagande û derewên
sazûmana kevneperest û peyayên
wê bikaribe bê şikandin, sazîyên ji bo weşandina
rojname û têlevîzyonan ferz dibîne û gazî hemû kesên welatparêz
dike ku gor îmkanên xwe pişt bidine kar û xebatên ji
bo avakirina sazîyên han.
Demagojîya dewleta Tirk dijî
"kevneperestîyê"..
Li Tirkîyê di van du-sê salên
dawî da pirseke mezin jî pirsa “îrtîcayê” ango pirsa kevneperestîyê
ye. Dewleta Tirk bi mana parastina “laîsîzmê û komara Tirkîyê”,
bi mana şerê dijî “kevneperestîyê”, bi navê Kemalîstî
disa bayê terorê diweşine.
Sê sal berê, di 28’ê Sibatê da
zexta leşkeran li ser hukumetê, parlamenê û hemû civakê
wek derbeyeke eskerî ya veşartî bû. Wan poşîyê jin
û keçikan kirin meseleyeke mezin, wek pîvana pêşverûtî
û kevneperestîyê.. Piştî wê, xwestin destûrekê derbaz
bikin û karmendên dewletê herçî dîndar û Kurdên welatparêz
bê mehkeme û bê pirs ji kar bavêjin. Lê Serokkomar Sezer pêşî
li vê bê qanûnîyê girt, ew di şunda vegerand. Di sî-çil
salê derbazbûyî da dewleta Tirk gelek caran dijî rêxistin
û kesên sosyalîst, pêşverû û demokrat,
dijî welatparêzên Kurd bayê makkartîzmê (McChartîsm) weşand
û êrîşên xwînxwar bire ser wan, gelek kesên misilman
û rêxistinên îslamî jî di van êrîşan da bi dil û can
cî girtin.. Lê dinya bi dor e.. Nuha ew makkartîzm, ew êrîşên
bi vî rengî vegerîyaye,
her usa jî li Misilmanan dixe! Nuha di her qul û quncikekî
da li mertecîyan digerin!. Piştî Partîya Refahê, nuha
dixwazin Partîya Fazîletê jî bigrin.
Ev kiryarên han herçiqas bi navê
laîsîzmê, himçaxîyê û pêşverûtîye ne, lê ev gotin hemû
derew in. Revebirên dewlata Tirk maneya van gotinan jî çepeçûlkî
dikin. Kiryarên wan ji zulm û zordestîyê pêve ne tiştek
e.
Xirabîya herî mezin, piştî
derba eskerî ya 12 İlonê, hukma faşî bi laîsîzmê
kir. Di vê demê da kevneperestî bi destê rêvebirin dewletê
hat xurtkirin. Ew dezgeyê faşî îro jî bi hemû sazîyên
xwe li ser pîyan e. Ew kesê ku dibêjin em laîsîzmê diparêzin,
derewan dikin, naxwazin û nahêlin ku kes tu zirarê bide vê
dezgeyê zor û zulmê, di wê da tu guhartin çêbe.
Partîya me laîsîzmê, himçaxîyê,
guhartineke ber bi pêş
bi dil û can dixwaze. Lê Tirkîye di dîroka xwe da tucar ne
bûye welatekî laîk. Sazûmaneke laîk ev e ku dewlet hurmeta
bîr û bawerîyên xelkê digre, li himber bîr û bawerîyên cuda
cuda bê teref e, piştgirîya hinekan nake û li hinekan
zor û tedayê nake.
Lê hal û rewşa Tirkîyê ne
ev e. Dewlet di warê dîn û dîyanetê da dixwaze hertiştî
gor xwe bike. Dewleta Tirk têkilî bîr û bawerîyên gel dibe.
Hin bîr û bawerîyan, hin adet û usûlan, heya dereca xelk çi
li xwe bike û çi li xwe neke, li ser xelkê
ferz dike; hin bîr û bawerîyan jî qedexe dike, zulm û tedayê
li xelkê dike. Eva ne laîsîzm e, lê zordestî ye.
Li tirkîyê ev sazûmana heyî ji
xwe têrî xwe hişk e û kevneperest e. Ew kesên ku çiqas
ji destê wan tê li pêş guhartinê disekinin, nahêlin heq
û azadîyên mirovî bi kar bên, yan sînorê wan fireh be, çawa
dikarin bawerî bidine xelkê ku ew dijî kevneperestîyê ne?.
Ew kesên ku hîn jî bi navê yekitîya welat û millet ji azadîya
ramanî ra sînoran datînin û cezayên giran li rewşenbîran
dibarînin, ew kevneperest
bi xwe ne, him jî kevneperestê mezin in.
Partîya me di wê bawerîyê da
ye ku, di şerê kevneperestîyê da jî rîya herî rast, avakirina
civakeke azad û demokrat e. Yê ku civakê ji tiştên kevn
û pûç diparêze û dikare ber bi pêş bibe ramanê azad e,
rêzbûna azad e û pêvendîyên demokratîk in. Ew kesên ku îro
bi navê şerê dijî kevperestîyê li civatê ewqas zulm û
tedayê dikin, herdu lingên cıvakê dikin solekê, bila
dest ji pêsîra xelkê berdin, bila nebin asteng çêtir e.
Tirkîye divê soz û wadên ku
dabû YE bi cî bîne
Tirkîyê herçiqas ji bo çareserkirina
pirsa Kurd û ji bo xweşkirina rewşa mafên mirovî
tu gavekî baş ne avêtibû, dîsa jî sala 1999 di Çileyê
Pêşîn da (meha 12) di civîna sereke ya Yekitîya Ewrûpê
ku li bajarê Helsînkî kom bû, namzetîya wê hate qebûlkirin.
Ewrûpîyan ji Tirkîyê ra rê vekirin û Şertên Kopenhagê
li pêş danîn, da ku bikaribin tesîrekê lê bikin. Lê dewleta
Tirk ji wê rojê vir da tu gavekî ber bi pêş ne avêtîye
–usa xuya ye nîyeta xwe jî tune- ku wadên xwe û Şertên
Kopenhagê bi cî bîne.
Ji civîna Helsînkî heya îro 10
meh derbaz bûn, lê di warê mafên mirovî da tu guhartineke
baş tune. İro jî eşkerekirina bîr û bawerîyan,
ango azadîya ramanî, ger li rêvebirên dewletê xweş neyê,
wek curm e û ceza dibîne. İro jî medya, xasima weşanên
Kurdan di bin zulm û tedayeke giran da ye. Ev zulm û teda
di sala çûyî da, ango piştî namzetîya Tirkîyê hîn girantir
bû. Dewleta Tirk nahêle ku tu weşanên bi Kurdî derdikeve,
yan Kurd derdixinin derbazî Kurdistanê be. Pirî caran roja
dertên dest didin
ser kovar, rojname û kitêban. Cezayên gelek giran yên hepsî
û pereyî didine wan. Bi wê jî namînin wan digrin, ango qedexe
dikin. Bi vî awayî weşanên Kurdan dixeniqînin.
PKK va ye şer bi yekalî sekinandîye,
hêzên xwe kişandîye derî sînoran û naxwaze careke din
şer derxe, heya hin komikên xwe jî şand û teslîm
kirin, lê dîsa jî dewleta Tirk dest ji rewşa taybetî
nake, nahêle Kurdên koçber vegerin gund û bajarên xwe, efeke
giştî dernaxe û nermayî çênake; dijî vê, li Kurdistanê
operasyonên teze dike, wekî
dixwaze dijayetîyê geş bike..
Xuya ye rêvebirên Tirk aşitîyê
naxwazin. Hukumeta Tirk hîn hebûna milletê Kurd û pirsa Kurd
qebûl nake û ji çareserîyeke makûl direve.
Rêvebirên dewleta Tirk, ji bo ku
Şertên Kopenhagê jî dejenere bikin û bi cî neynin, ecêban
derdixin. Wek nimûne, ji bo zmanê Kurdî ku wek zmanê axaftinê
û ya nivîskî ji zmanê Tirkî gelek kevintir û bi gelek alîyan
dewlemendtir e, dibêjin ne zman e! Milletê Kurd ku yek ji
milletên mezin e di Rojhilata Navîn da û tenê di nav sînorên
dewleta Tirk da nifûsa xwe ji bîst mîlyonî zêdetir e, lê rêvebirên
Tırk, Kurdan qasî hûrgelan (mînorîtet) jî nabînin û heya
naxwazin heqê hûrgelan jî ji Kurdan ra nasbikin…
Dewleta Tirk dixwaze Yekitîya
Ewrûpê û hemû dinyayê bixapîne û dîsa ya xwe bike.
Divê Tirkîye rojkî berê reforman
bi cî bîne
Partîya Sosyalîst
a Kurdistan dixwaze Tirkîye bibe endamê Yekitîya Ewrûpa, lê
bi şertê ku pirsa Kurd li ser bingehê heqnasî û wekhevîyê
çareser bike, hurmeta mafên mirovî bike û bibe welatekî demokrat,
pirsên xwe yên bi welatên cîran ra jî bi rîya danustandinê
û gor huqûqa
navnetewî çareser bike. Em dixwazin dewleta Tirk tiştên
ku ji Yekitîya Ewrûpê ra wad kirîye bi cî bîne, şertên
Kopenhagê dejenere neke, û reformên pêvîst rojkî berê pêk
bîne, bi vî awayî xwe ji bo endametîyê hazir bike.
* Divê êdî dawîya zulm û tedayê,
eza cefayê û kuştinên bê pirs û mehkeme bê, ceza dardakirinê
jî nemîne. Tirkîye, di warê mafên mirovî da berpirsîyarîyên
xwe bi cî bîne, gor peymanên navnetewî bike.
* Berî
hertiştî qanûna esasî ya heyî, ku heya huqûqnasên vî
welatî jî jê ra dibêjin “wek
destûra polêsan e", divê bê guhartin û li cîyê wê yeke
teze û demokratîk bê çêkirin.
* Divê hemû qanûn û bendên ziddî
demokratîyê bên paqijkirin û azadîya ramanî, ya gotin, çapemenî,
rêxistinî, heqê civîn û protestoyan bi tevayî bê naskirin.
* Divê efeke giştî
derkeve û rewşa sîyasî bê nermkirin; bi vî awayî girtîyên
sîyasî jî ji hepsê derkevin û yên li der welat bikaribin bi
serbestî vegerin welat.
* Divê
Sazîya Ewleyî ya Netewî (MGK) ku li ser parlamenê, hukumetê
û hemû sazîyên sîvîl wek şûrê demokles disekine û dixwaze
sîyaseta welat di her warî da rast bike û sazîyên faşî
yên dinê, wek YOK (ya Zanîngehan) , RTUK ( ya radyo û têlevîzyonan)
û DGM (Mehkemên Ewleyî ya Dewletê) nemînin.
* Sazîyên
wek Kontrgerîlla, JİTEM û “tîmên taybetî” ku berhemên
şerê sar û şerê qirêj a dijî Kurdan in û haletên
terorê yan jî çete ne di testê dewletê da, divê bêne belavkirin.
*Divê di qanûna esasî ya teze
da nasnama Kurdan bê qebûlkirin û heqên Kurdan bêne naskirin.
Ji bo pirsa Kurd çareserîyeke
heqnas û aşitîxwaz
Divê rê li ber çareserîya pirsa
Kurd bi şiklekî heqnas û aşitîxwaz bê vekirin. Bona
vê yekê divê berî hertiştî ev gavên leztirîn bêne avêtin:
* Divê
li Kurdistanê rewşa taybetî rojkî berê bighê dawî û walîyê
Taybetî û sîstema qoricîyan (parêzgerên gundan)
nemîne.
* Ew
mîlyonên Kurdên koçber ku di dema şerê qirêj da gund
û bajarên wan hatin hilweşandin û şewitandin, ji
welatên bav û kalan hatin qewirandin, li dor bajarên mezin
li Kurdistanê yan jî li rojava û başûrê Tirkîyê bêmal,
betal û perîşan bûn, divê
bikaribin bi serbestî vegerin gund û bajarên xwe û birînên
wan bê dermankirin, zirar zîyanên wan bê dan.
* Partîya
me jî di nav da, ew partîyên Kurd ku dixwazin pirsa Kurd bi
rê-olaxên aşitîxwazane çareser be, divê ji bo wan rê
bê vekirin, da ku bikaribin
di welat da bi nav û bernameya xwe û bi serbestî kar bikin.
Em wek PSK heqê kar û xebata legal dixwazin. Divê dewleta
Tirk êdî dîwaran rake û derîyan veke.
* Ew zulm û zordestîya li ser
çapemenîya Kurd û sazîyên Kurd yên çandî bila rabe; divê li
welat radyo û têlevîzyon bi zmanê
Kurdî dest bi weşanê bikin û ev kar serbest be.
* Divê li Kurdistanê û li her
derê ku Kurd lê hene, mektebên bi zmanê Kurdî vebin.
İro du rê li ber Tirkîyê
ne
Di vê qonaxê da du rê li ber Tirkîyê
ne. Yan Tirkîye vê firsenda teze û delal, ku namzetîya
Yekitîya Ewrûpa derxistîye pêş, bi kar tîne, xwe diguhure,
li welat aşitîyê û demokratîyê saz dike, dibe welatekî
pêşketî û modern, yan jî dîsa di rîya kevn da israr dike,
bi vî awayî ji Ewrûpê diqete, ber pi paş diçe û dimîne
wek dewleteke zordest, dîktatorîyeke
eskerî li Rojhilata Navîn..
Li Tirkîyê hêzên kevneperest,
şovîn û mîlîtarîst dijî aşitîyê û demokratîyê derdikevin
û dixwazin bê guhartin, bi vê sazûmana zordest û zulimkar
bibin endamê Yekitîya Ewrûpa. Ew, çareserîya pirsa Kurd, demokratîyê
û mafên mirovî wek parçebûna welat û millet nîşan didin.
Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan,
ji Yekitîya Ewrûpa dixwazin ku ew xwedî qanûn û dezgeyên xwe
derkeve, rê nede Tirkîyê ku ew bi Şertên Kopenhagê bilîze,
wan dejenere bike, Yekitîya Ewrûpê û dinyayê
bixapîne.
Tirkîye wê kîjan rê bide pêşîya
xwe? Ew bi girêdayî dawîya şerê di navbera hêzên aşitîxwaz,
demokrat û hêzên kevneperest, şovîn û nijadperest e.
Ger giranî li ba hêzên pêşverû be, hingê Tirkîye dikare
xwe biguhure û di Yekitîya Ewrûpê da cî bigre û bi vî awayî
gavekî mezin bavêje ber bi demeke nu. Usa nebe, Tirkîye hîn
ber bi paş biçe, sazûmana Tirkîyê ji ya îro zordesttir,
eskerî, heya dibe ku faşîst be û pêvendîyên Tirkîyê ji
dinyaya medenî qut be. Hingê Tirkîye wê tenê bimîne û alîkarî
û piştgirîya gelekan winda bike. Sazûmaneke usa zordest
û tenê di dema îro da nikare dûr û dirêj li ser pîyan bimîne,
ewê bibê nebê bişkê û biruxe. Ango li dawîya dawî, ew
berxwedan û serhişkîya ji bo parastina vê sûzûmana kevnare
çare nake, dahatûya vê sazûmanê
tune. Hêzên kevneperest bibê nebê wê winda bikin.
Kongra 6. ya Partîya Sosyalîst
a Kurdistan, bangî hemû xebatkarên Kurd û Tirk, hemû mirovên
aşitîxwaz û dostên demokratîyê, hemû kesên ku ji bo gelên
Kurd û Tirk dahatûyeke baş dixwazin, bangî wan dike ku
helwesteke baş bigrin ji bo guhartinê. Mil bidin hev
bixebitin, da ku azadî bê welat, mafên mirovî bi kar bên,
zulm û zordestî nemîne, welat di warê aborî, civakî û çandî
da pêşva biçe û bigihîje welatên medenî; ango, li welat
li ser esasê wekhevîyê
jîyaneke teze dest pê bike. Şiklê wê ya sîyasî federasyona
Kurd û Tirk e.
Bila li Kurdistana Başûr
şer bisekine
PKK têkilî karê vî parçeyî
nebe
Di van rojana da ku rastî civîna
Kongra me dibe, li Kurdistana Başûr di navbera PKK û
Yekitî Niştimanî Kurdistan da şer derketîye û ev
yek dîsa milletê Kurd diêşîne.
Em wek PSK tim dijî şer
û pevçûnê derketin di navbera Partî û hêzên Kurd da û îro
jî, sebep çi dibin bila bibin, dixwazin ku ev şer bisekine.
Her usa jî PKK, ku rêxistineke
Kurdistana Bakûr e û divê
usa be, madem ku dijî dewleta Tirk şer sekinandîye û
–ger di gotina xwe da rast e- êdî rê û olaxên aşitîxwaz
daye pêşîya xwe, serda jî, dev ji hemû daxwazên Kurdan
ên bingehîn berdaye, hingê bi hêza eskerî li Kurdistana Başûr
çi dike û li çi
digere?. Heqê PKK tune ku têkilî karê Başûr be, li wir
şer derxe.
Raya me ev e ku, ger PKK têkilî
karê vî parçeyî nebe, ji bo menfeeta Tirkîyê, İraqê û
hin dewletên dinê dijî parlamen û hukumeta Kurd dernekeve
û jê ra hurmet bike, bo şer û pevçûnê sebep namîne. PKK
di salên borî da şaşîyên mezin kirin û nuha van
şaşîyan ducar dike. Ocalanê İmralîyê berê PKK
dide Kurdistana Başûr, wê kiş dike dijî Kurdên vî
parçeyî û PKK jî gor daxwaz û fermanên wî, dijî hukma Kurd
ya heremî derdikeve, herdu partîyên mezin
ên başûr, PDK û YNK gunekar dike û ji wan meydanê dixwaze.
Helwest û sîyaseteke han tucar xizmeta milletê Kurd nake û
hêz û kesên welatparêz nikarin vî tiştî qebûl bikin.
1 Çirîya Pêşîn, 2000
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)
|