PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Daxuyanî

Dijî Gelê Kurd Qetlîameke Teze

Teyareyên Tirkîyê, di 15’yê Tebaxê da careke din ji sînor derbaz bûn û Kurdistana Başûr bombebaran kirin. Hukumeta Tirk ev êrîş dijî PKK nîşan da, lê bi rastî gundîyên ku derketibûne zozanan bûn hedef. Ji gundîyan 38 hate kuştin, gelek kes jî birîndar bûn ku piranîya wan jin û zarok in.

Eva nimûneyeke teze ye ji êrîşên bêperwa yên dewleta Tirk ku bi salan e dajo û tê. Berpirsîyarên Tirk heya nuha kiryarên PKK wek mane nîşan didan. Lê ev du sal e ku PKK dijî Tirkîyê şerê çekdarî sekinandîye û wekî din jî tu zirarê nade wan. Heya serok û serkarên PKK xweşî û rindîya dewleta Tirk dixwazin û dibêjin, bila efekî derînin, firsendê bidin me, em bi temamî dev ji silahan berdin..

Himber vê yekê jî, ger dewleta Tirk dev ji êrîşan bernade, xuya ye ew dijîitî û hevhatinê ye, dixwaze li Kurdistanê û li heremê şer her hebe.

Devleta Tirk Kurdistana Bakûr ji gelê Kurd ra kir cennime. Lê bi wê namîne, rehetîyê nade Kurdên Başûr jî. Bombekirina gundan û kuştina sîwîlan ne tiştekî tesadûfî ye.

Em vê êriş û qetlîamê bi xurtî protesto dikin. Gazî rêxistinên navnetewî dikin ku dijî vê haydûtîyê derkevin.

Dewleta zordest a Tirk, bila destê xwe ji Kurdistana Başûr bikişîne.!

 

Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)

20 Tebax 2000

 
PSK Bulten © 2001