Ji bo bîrûrayên gîştî
ra
Li Parîsê, di roja 18.10.2003 an da, çend endamên PKK,
êrîşek anîn ser welatparêzek, bi navê M. Kurt. M. Kurt
endamê KOMKAR-Fransayê ye û li Parîsê karxana wî heye. Çend
rojek berê, ev kesana hatine cem M. Kurt û ji wî bî navê
alîkarîyê xerac xwastine. Lê M. Kurt xeracê nedaye wan.
Ev kesana ew tehdît kirine û eşkere kirine, ku divê
herkesek pere bide PKK. Ger nedin, ew dikarin bi awayekî
dinê ji wan pere bistînin. Û çend roj paşê jî êrîşê
li ser M. Kurt kirine û ew birîndar kirine.
Ev êrîşa dawî jî nîşan dide, ku PKK-KADEK, dev
jî sîyaseta xwe ya qirêj bernedaye, wek berê Kurdên ku ne
alîgirên wî bin, bi wî ra kar nekin û pişgirîyê nîşan
nedin, dijmin dihesibîne û dixwaze bi zorê ji wan xerac
berhevbike. PKK-KADEK ev çend sal in, ku li ber dewletê
stûyê xwe xar kiriye, ji hemû doz û daxwazên xwe dest kişandîye
û vê yekê jî wek xwe nûkirin nîşan dide. Ji alîyê din
va jî êrîşan tîne ser welatparêzên Kurd.
Bi navê netewa Kurd karên sîyasî kirin, divê bi şeref
û bi heysîyet be. Kar û bar, gotin û amel, divê bi vê yekî
ra hev bigre.
Di sîyaseta durist da tehdît kirin, êrîş anîn, xerac
komkirin tunne. Ev tiştana sîyasetê qirêj dike. PKK,
bi salan wan tiştana kir û sîyaseta welatparêzîye qirêj
kir. Ev êrîşa dawî jî, di zincîra qirêjbûna PKKyê da
helqeq zêde kir.
Divê hemû kes û hêzên welatparêz, dijî qirêjkirina sîyaseta
Kurd derkevin; dengên xwe bilind bikin. Divê bê zanîn, ku
bêdeng mayîn, êrîşkaran curettir bike.
Komîta Derva ya PSK