PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

D A X U Y A N Î

Di rojnama Ozgur Polîtîka da (hejmar: 5 Adar, 2001) di derheqa partîya me da xebereke derew derketîye. Gor vê xeberê li Stokholmê bi navê “Konferansa Aşiti û Dîyalogê” civînek çêbûye û PSK jî tê da cî girtîye, yan jî jê ra piştgirî kirîye.

Eva ne rast e. Partîya me tevî civîneke han ne bûye û jê ra piştgirî ne kirîye. Hayê me ji civîneke han tune.

Di xeberê da tê gotin ku, tevî Partîya me, YNK, PDK-I û Ferasyona Komeleyên Kurd li Swêd jî tevî vê civînê bûne, yan jî jê ra piştgirî nîşan dane.. Gor malûmetên ku me stendine, eva jî ne rast e; pêvendîya rêxistinên dinê jî bi vê civîne tune.

Ger PKK û hin rêxistinên xwe civîneke usa sazkiribin jî, tu hay û pêvendîyê me û rêxistinên dinê bi civîneke han tune.

Ev agahdarî ji bo raya giştî ye.

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 

 
PSK Bulten © 2001