PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

 

DAXUYANÎ YA HEVKARIYA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

Di her pêvajoya dîrokî de, êrîþ, tade û zordarî wekî metod ji alî hêz û dîktatoran ve hatine bikaranîn.Gava hêzên tarî û êriþkar nikarîbûne xwe hemberê rexneyan biparêzin, yekcar dest avêtine zordariyê û xwes- tine rexnegirên xwe bi darê zorê bêdeng bikin. Lê, wekî ku di tevayiya dîroka mirovaytiyê de tête dîtin, tu caran tadeyê nikarîbûye serdestiyê li ser rexneyê bike. Di dawiya dawî de jî,  zordest bûne yên ku ketine rûpelên reþ ên dîrokê de.

Di tevgera siyasî ya Bakurê Kurdistanê de jî, PKK bi kirin û metodên xwe her dem bûye hêz a ku bi rêya tade, zordarî û heta kuþtinê rê li ber rexneyan beramberî xwe bigre. PKK hemberê muhalefeta navxweyî û dervî xwe helwêstên êrîþkar wergirtiye, ku bûn e cîhê nerizamendiyê ji alî hêzên din ên Kurd ve, li Bakurê Kurdistanê.

Ev ji meheke zêdetir e, ku hawîrdora PKK, êrîþan dibe ser alîgirên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê  li wela- tê Swîsra. Gelekên caran di meha Adarê û Nîsanê de, hawîrdora PKK bi êrîþên plankirî xwestin rê li ber civîn, þahîyê Newrozê û xebatên hevalên PSK bigirin.

Bêguman ev metodên hov, ne cara yekem in ku ji alî PKK ve têne bikaranîn. Yek ji derbeyên herî mezin ku li tevgera Kurd li Ewrûpa ketî, encama van kirinên zordar ên PKK bûn e. Wan li aliyekî hemberê muha lefeta nav xwe, li aliyekî hemberê hêzên din ên Kurd û herweha hemberê dewletên Ewrûpayî jî, çalakiy ên terorê û nemeþrûiyetê lidar xistin e.

Em wekî  Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li  Swêdê, van kirinên rûreþ ku li Ewrûpayê ji alî  PKK ve têne kirin, bi tundî mehkum û tewanbar dikin. Bangî hemû aliyên welatparêz ên Kurd dikin, ku bi dengek bilind li hember van kirinên PKK rawestin.

07 Gulan 2001

HEVKARIYA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

PDK-IRAQ, PARTIYA KARÊ SERBIXWE YA KURDISTANÊ, HIZBÎÞÛÎ YA KURDISTANA IRAQÊ, PDK-ÎRAN, HEVBENDIYA DEMOKRAT A KURD LI SURIYE (PDKP-S, PDK-EL PARTÎ, PHG-SURIYE, PÇK-SURIYE, PYDK-YEKÎTÎ-SURIYE), PDK- EL-PARTÎ-SURIYE, PSK, PDK-BAKUR, RSDK, PADEK, VEJÎN,
 
PSK Bulten © 2001