PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

PSK “Kuştina Kemalê Sor têkdana aramî û aşayişa navçeyê ye”

Partiya Sosyalista Kurdistan derbareyê kuştina Kemalê Sor daxuyaniyek derxist. PSK di daxuyaniya xwe da kuştina Kemalê Sor mehkum kir û ji Kongra Gel-PKK xwast, ku dev jê kuştina hevalên xwe yên cuda bûyi berde. Daxuyani bi vî awayi ye:

Daxuyanî

Kemal Şahîn (Kemalê Sor), ku ligel hinek hevalên xwe ji Kongra Gel-PKK cuda bibûn û rêxistinek bi navê “Rêkevtîn” ava kiribûn, li heremê Sileymaniyê hate kuştin.

Hinek malperên Kurdî da hate gotin û nivîsin, ku Kemalê Sor ji aliyê Kongra Gel-PKK ve hatiye kuştin. Gor hinek nuçeyan, Hêzên Aşayişa Silêmaniyê, qatilan girtiye, ku endamên Kongra Gel-PKK ne. Kongra Gel jî heya niha derbareyê vê bûyera xembar çu tişt ne gotiye.

Tê zanin, ku Kongra Gel-PKK, li Kurdistana Başûrê, êrîş kiri bû li ser hevalên xwe yên cuda bûyî. Kuştina Kemalê Sor nişan dide, ku Kongra Gel- PKK îro jî dev jê vê tradîsyona xwe ya kîrêt bernedaye, wekî berê îro jî êriş dike ser hevalên xwe yên cudabûyî, dikuje, birîndar dike.

Kuştina Kemalê Sor li navçeyê Silêmanî, her usa pêpes kirina desthilatdariya Hikumeta Heremê Kurdistanê ye, têkdana aramî û aşayişa navçeyê ye.

Em serxweşiya xwe pêşkeşê heval û hogirên Kemalê Sor û bi rêka wan malbata wî dikin.

Em kuştina Kemalê Sor bi tundî mehkum dikin, ji Hikumeta Heremî Kurdistan dixwazin, ku bona eşkere kirina vê rûdavê dilêş hewl bide.

Divê Kongra Gel-PKK dev jê tradîsyona xwe yê reş û kirêt berde, karê usa neke, ku bibe xeterek li ser aramiya Heremê Kurdistanê.

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan   

 
 
PSK Bulten © 2004