PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Daxuyanîya Çapemenî ya PSK û PDK-Bakur

Partîyên me PSK û PDK-Bakur, di roja 08.10.2005 an de ji bo ku netewa Kurd li ser çarenivîsa xwe xwedî mafekî azad be, tekoşîna ku di wî warî de hin bi hêztir û xurttir be, di roja 08.10.2005 de heyeta PDK û PSKê hatin cem hev û li ser babetên ku di protokolê de cîh girtîye hemfikirbûn ku alîkarîya hev bikin û bi hevre kar bikin. Em protokola PDK-Bakur û PSKê ji raya giştî re îlan dikin.

PROTOKOL

Wek di daxuyanîya Mafên Mirovî ya Yekitîya Netewan û di Peymana Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî ya Ewrûpayê de jî tê xuyakirin ku wek her neteweyekî mafê Neteweya Kurd jî heye ku di welatê xwe de azad bijî, di warê dehatîya xwe de, bi azadî xwedî mafê biryardayinê be.

Ji bo ku netewa Kurd li ser çarenivîsa xwe xwedî mafekî azad be, tekoşîna ku di wî warî de hin bi hêztir û xurttir be, di roja 08.10.2005 de heyeta PDK û PSKê hatin cem hev û li ser van babetên li jêr hemfikirbûn ku alîkarîya hev bikin û bi hevre kar bikin.

PSK û PDK-B, ji bo çareserkirina pirsa Kurd, metodên aşîtî û demokratîk diparêzin. Di vî warî de çi li nav welat, çi jî li derveyê welat, yekhelwestbûnê li berçav digrên û xebatên bi hevre didin pêş xwe.

PDK û PSK li derveyê welat, ji bo ku xebatên rêxistinên sivîl û demokratîk xurttir û rêk û pêktir be: Ji bo pêkanîna yekitîya Platfom û Hevkarîyên cuda, bi hevre hewil didin û her ji bo vê mebestê jî  bi hêzên siyasî din re jî peyvendî datînin.

Ji bo xurtbûna rêxistinên demokratîk yên li nav welat, alîkar dibin û li gor pêvîstîyan jî, ji bo damezrandina rêxistinên usa teşwîq dikin û bi hevre kar dikin.

Pirsa Kurd pirsekî netewîye, loma jî partîyên me di wê bawerîyêdanin ku pirsa Kurd, tenê dikare bi yekitî û hevkarîya hêzên welatparêz çareser bibe. Ji bo pêkanîna yekitî û hevkarîya rêxistinên siyasî yên Kurdistana Bakur, hewil didin û bi vî mebestê jî bangî rêxistinên siyasî yên Kurdistana Bakur dikin.

Divê rêxistinên hemû beşên Kurdistanê hev û din qebûl bikin û rêz li hev û din bigrên. Pirsên nav xwe bi rîya dîyalog û bi metodên aşîtî hal bikin. Ji bo çareserkirina pirsan PDK û PSK, piştgirîya xebatên netewî li parçên lı hemû beşên Kurdistanê dike û ji bo pêşdabirina dostayetî û hevkarîyê di navbeyna rêxistinên Kurdan, di hemû beşên Kurdistanê de hewil didin.

Pêşdaçûnên li Başûrê Kurdistanê, kombûna Parleman û helbijartina Serokê Kurdistanê û bizavên bo yekxistina her du Hukmetên Kurdistanê, dibe cihê dilxweşîya PSK û PDK-B û em destkeftîyên vî beşa Kurdistanê, wek destkeftîyên xwe dıbînin û piştgirîya wan dikin.

PDK-B û PSK ji hukumeta Tirkîyê daxwaz dikin ku şidetê bisekinînin û ji bo aramkirina rewşa welat, jı bo çareserkirina pirsa Kurd bi metodên aşîtî gavan bavêje. Her usa em bangewazîyê li Neteweyên Yekgirtî û Yekitîya Ewrûpa jî dikin ku pirsa Kurd bixine rojeva xwe û ji bo çareserkirina vî pirsê, bikevin nava bizavekê.

                                   

Partîya Demokrata Kurdistan-Bakur                     Partîya Sosyalîst a Kurdistan

 
 
PSK Bulten © 2005