PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Daxuyanîya Partiya Sosyalist a Kurdıstanê

Wekî tê zanin, rojnama Tirk Akşam, di hejmara xwe ya 4ê Tebaxê da di derheqa Burkay’da xebereke derew weşandibû. Di binê xeberê da wek nûçegihan navê Newzat Bîngol jî hebû. Newzat Bîngol li ser vê yekê ji me ra nameyek şand û çîroka vê xeberê di alî xwe da zelal kir. Daxuyanîya wî li jêr e.

Bi vî awayî, xeber çawa gihaye Akşamê zelal dibe. Lê ev xebera derewîn bi destê kê gihaye Dîcle Haber Ajansi (Ajansa Xeberan ya Dîcle) ev hîn ne zelal e. Lê ev yek mihîm e. Xuya ye plan û dezgeyek heye li pişt vê xebera derew.

Lê tiştek tê fêmkirin ku serkanîya vê dezgeyê digihîje hin kesan ku li Elmanya dimînin, yan jî ev kes bi destê hinekan têne bi karanîn. Roja ku ev xeber di rojnama Tirk Akşamê da derket, yekî bi navê Fuat Akpinar jî bi rîya e-maîlê nameyeke sê rûpel ji der û dor ra şand ku tê da, bi şiklekî bê edebî êrîşî Kemal Burkay û PSK dikir, her usa jî dereweke mîna Akşamê dikir, digot: ”Ez sedî sed dizanim ku Burkay 10 roj berê ji bo tatîlê û bi dizî çûye Tirkîyê û nuha li wir e!” (Gor gotina wî, Burkay di 24ê Tirmehê da çûye û hîn li wir e…)

Lê di wan rojan da Burkay li Stokholmê bû û neçûbû tu derekî. Wî her roj li Komela KOMKAR’ê li Alwîkê, bi dehan kes dîtin.

Wek nimûne: Di 25’ê Tîrmehê da (roja înê) Kesra Cîgerxwîn û Mehamî Osman (ji Surîyê) hatibûn komelê bo dîtina Burkay..

Dîsa di 27’ê Tîrmehê da (roja yekşemê) Kesra Cîgerxwîn, Zubeyr û Mehamî Cemîl (ji Surîye) ra li KOMKAR’ê rûniştin û sohbet kirin. Eynî rojê Dr. Cuwan Batû û nivîskar Laleş Qaso jî hatibûn komelê û tevî sohbetê bûn. Di dema sohbetê da gelek hevalên Burkay jî li wir bûn.

Meriv dikare vê lîsteyê dirêj bike, lê ne hewce ye.

Ev roja ku (4’ê tebaxê) ku Fuatê mufterî bi israr digot ”Burkay li Tirkîyê ye), Burkay li Stokholmê-Alwîkê, di komela KOMKAR’ê da bî rîya têlefonê beşdarî programa MED-TV a ”Gûne Bakiş” bû û ew xebera derew eşkere kir. Her usa jî eynê rojê bi rêvebirê malpera Kerkûk.Kurdistan (birêz Arif Zêrevan) û gelek kesên welatparêz ra bi têlefonê yan jî bi rûberû qise kir.

Ev Fuatê derewîn, mufterî û bêsewîye jî di vê dezgeyê da wek maşik bi kar tê û bi vî şiklî dijî Burkay û PSK kîna xwe vedirêşe. Burkay fedî dike ku mirovekî han wek muhatab bigre û bersîva wî bide.

PSK-Buroya Çapemenî

...................................................................

Daxuyanîya Newzat Bîngol:

Merhaba,

Ez Newzat Bîngol, berpirsîyarê Show-TV, Skayturk û rojnama Akşamê me li Dîyarbekrê. Va ye 10 roje jî li İstembolê bi îzin tatîlê dikim.

Min ev xeber ji Dîcle Xeber Ajansî bihîst ku Burkay hatîye Tirkîyê. Her çiqas li tatîlê bûm û min bi vê xeberê bawer ne kir jî, wek rojnamevan min mereq kir û ev xeber gihande İstembolê-rojnamê û min got bila nûçegihanê İzmirê lê binêre, rast e yan ne rast e û ji dawîyê min agahdar bike. Lê roja dinê Seher Dîlovanê ji min ra têlefon kir û pê hesîyam ku xeber di rojnamê da derketîye. Ez mirovekî usa me ku heya xeberekî çek nekim (qontrol nekim ku rast e yan ne raset e), bo weşandinê naşînim, di vî warî da gelek bi dîqqetîm. Ehlaqê minê rojnamevanîyê rê nade vê yekê. Hûn dikarin min ji hevalên xwe yên Dîyarbekrê û û ji Seherê jî bipirsin. Di vê bûyerê da tiştê ku min kir, min xebera ku ji DHA girt gihande navendê û ji wan xwest ku lê bigerin, bipirsin rast e yan ne rast e.

Lê piştî ku xeber derket min acizîya xwe gihande navenda rojnamê û bi wan ra nîqaş kir. Gotin nûçegihanê wan ê İzmîrê xwe ne êşandîye ku lê bigere xeber rast e yan ne ras te û testîq kirîye.

Piştî ku xeber derket min daxuyanîya birêz Burkay jî dîsa ji DHA girt û ji rojnamê ra şand û roja dinê bêyî ku kelîmek bê guhartin min ew da weşandinê. Ez hîn jî li tatîlê me. Min xebera ku di malpera we da derketîye teze xwend û her usa jî min hewce dît ku vê daxuyanîyê derînim û ji we ra bixşînim.

8. 8. 2003

-----------------------------------

(Seher Dilowan xwarzîya Burkay e.)

 
PSK Bulten © 2003