PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

 

Dema Nû û “O Haa!”

Weşanên Kurdî ji bo Kurdan Qedexe ne!

Wekî tê zanîn, rojname û kovarên ku li Tirkîyê bi Kurdî dertên, yan jî li ser pirsa Kurd disekinin, dewleta Tirk wan nahêle ku bikevin Herema Rewşa Taybetî, ango Kurdistanê. Ji bo Dema Nû ya 15 rojî jî, ku hejmara xwe ya pêşîn di 15 adarê da derket, usa bû. Valîyê Giştî yê Herema Rewşa Taybetî biryarek da ku ew jî nikare bikeve vê heremê. Ango weşanên Kurdî ji bo Kurdan qedexe ne!  

Kurdistan, ev 21 salê dawî bi îdara zorê (orfî) û bi Rewşa Taybetî (OHAL) hat îdarekirin. Valîyê Giştî yê Rewşa Taybetî (ango Valîyê giştî yê Kurdistanê) û berpirsîyarên dinê yên dewleta Tirk li heremê çi dikin bi kêfa xwe ne. Li heremê heq û azadî tune. Valî, polêz û cendirme weşanên Kurdî qedexe dikin.

Çend roj berê polêzê Dîyarbekrê li qehweyan kilamên Kurdî jî qedexe kirin.

Tu dibê, andêrê OHAL nine, “O Haa!” ye..  

Bi vî awayî, weşanên ku li İstembolê dertên nikarin bikevin Kurdistanê û bigihîjin destê Kurdan, heya polêz dest dide ser piranîya hejmarên wan. Her usa jî piranîya kasetên kilam û staranan bi destê polêz têne komkirin. Lê çi tiştê balkêş e ku, berpirsîyarên dewleta Tirk van weşan û kasetan nîşanî bîyanîyan didin û dibêjin: “Ka binêrin, weşanên Kurdî li welatê me serbest in!”

Ango berpirsîyarên dewleta Tirk fedî nakin. Ew him zordest in, him derewîn.

Ev kirîyarên hanê ne ku tenê dijî qanûn û qeydeyên Yekitîya Ewrûpê ne, ku Tirkîye dixwaze bibe endam, her usa jî dijî Peymana Lozanê ne. Gor benda 39’ê vê peymanê, hemû himwelatîyên Tirkîyê divê bikarin zmanê xwe di warê çapemenî û weşanan da bi serbestî bi kar bînin.

Lê ev zordestên hanê ne qeyde û şertên YE nas dikin, ne jî peymanên dinê ku di binî da mora wan jî heye.

Ew di Sedsala 21’an da jî dîsa haydûtî û barbarîya xwe dikin.

 
PSK Bulten © 2001