Derdê Tirkan dîsa Kurd
in..
Tirk ku dîroka wan li ser şer û dagirtinê, êrîş
û talanê çêbûye û hatîye rêsandin, di vî warî da gelek pesna
xwe didin, gelek ecêb e, dijî şerê Kendavê bûn. Bi
çep û rastê xwe, bi esker û sîwîlê xwe… Belkî cara pêşîn
bû ku dijî şer bûn. Gelo çima?
Gelo çi ecêbek qewîmî bû ku milletê Tirk bûbû “aşitîxwaz”?..
Na, ew ne ji aşitîxwazî, ne ji heqnasî bû. Ew ji tirsê,
ji derdê Kurdan bû!
Tirkan digotin ku êrîş bê ser Îraqê, rejîma Saddam
hilweşe, dibe ku İraq parçe be, yan dewleteke
Kurdî, serbixwe, yan jî sazîyeke federal çêbe û û Kurdîstan
jî bibe beşekî vê federasyonê…
Bona vê yekê Tirkan ji bo şer xetên sor danîn. Gotin
dewleta Kurd tucar nabe, federasyon jî nabe. Mûsil û Kerkûk
jî nakeve nav sînorê Kurdistanê… Sîlahê kurdan divê ji wan
bê stendin… Parlamen û hukumeta heremî, ango otonomîya heyî
jî divê nemîne. Heya divê dibistan û zanîngehên Kurdî û
telewîzyonên wan jî bêne girtin, li cîyê wan yên Tirkî bêne
avakirin!..
Bona vê yekê divê leşkerê Turk, bi hêzeke 60-70 hezarî
bikeve Kurdistana Başûr dagir bike…
Ango Tirkan wek dînan qisedikir.
Gotina dînan ne bû. Kurdan li welat û li der welat ber
xwe dan, dijî êrîşgerîya Tirkan nerazîbûna xwe nîşan
dan, dinya alem hişyar kirin û Amêrîka û İngîlîz
jî gor daxwaza Tirkan ne kir.
Plana Tirkan di avê da çû. Hevpeymanan bê alîkarîya wan
şer kirin û di demeke kurt da bi ser ketin. İraq
di 21 rojan da ket bin destê wan.
Xetên sorê Tirkan tu pere ne kir, Kurdistana Başûr
seranser ket bin destê Kurdan. Tirkên şovîn şîn
girêdan. Di nav wan da hin kesên bi aqil û îzan gotin: “Usa
nabe, divê êdî em sîyaseta xwe ya İraqê û sîyaseta
xwe ya derheqa Kurdan da biguhurin, dev jî dijayetîya Kurdên
başûr berdin, bi Tirkmenan nelîzin. Heya pirsa Kurd
di nav sînorên Tirkîyê da bi rêyeke aşitîxwaz çareser
bikin…”
Lê kî guh dide van gotinan. Leşker û rêvebirin wan
ên sîwîl dîsa dev ji sîyaseta berê bernedan. Vêcar xwestin
bi fen û fût, bi rîya komplo û bi terorê İraqê, bi
taybetî Kurdistana Başûr tevdin, aramîya heremê xirab
bikin. Tirkmenan bi kar bînin û wan û Kurdan berdin hevdu,
mane çêkin da ku bikaribin hêzên xwe bikin Kurdistanê.
Ango derdê Tirkan dîsa Kurd bûn!
Lê bi bûyera Silêmanîyê curmkarî û komplokarîya Tirkan
eşkere bû. Eskerê wan, “tîmên taybetî” tevî haletên
curm û plan û dafikan hatin girtin. Ango Amêrîkî û Kurdan
ew plan eşkere kirin û rê li ber girtin.
Tirk rûreş bûn. Kî li cîyê wan da ba rûreş dibû.
Lê tiştê xerîp Tirk rûreşîyê nagrin ser xwe. Serda
jî zirtan didin xwe û xelkê gunekar dikin. Çima di ser eskerê
wan da hatîye girtin û ew birine?.
Hinekan gotin, emê pêvendîyên xwe bi Amêrîkê ra qut bikin.
Hinekan gotin bila emêrîka ozra xwe ji me bixwaze…Hin eskerperestan
jî kire firsend, êrîşî ser hukumetê kirin û bangî esker
kirin ku cardin dest dayne ser hukim.
Lê ewqas qîrîn û şemate pere nekir, Tirk, bibê nebê
di cîyê xwe da rûniştin. Bi taybetî hukumeta AKP nexwast
pêvendîyan bi Amêrîkê ra tûjtir bike. Ji xwe hayê xwe ji
gelek lîstik û planan tunebû. Esker û çeteyan, ango “dewleta
kûr” bi rîya tîmên taybetî, JİTEM û Koontrgerîllayê
gelek xirabî dikir û hukumet jî dikir tengasîyê.
Piştî bûyera Silêmanîyê pêvendîyên Tirkan û Amêrîkê
xirabtir bû. Nuha jî cardin li rêyan digerin ku pêvendîyên
xwe bi Amêrîkê ra baş bikin.
Wezîrê Derva yê Tirkîyê, Avdilla Gul duh (23’yê Tîrmehê)
çû Amêrîka.
Gelo Gul ji Amêrîkîyan ra wê çi bêjeû çi bixwaze? Tu dibê
Tirk êdî baqil bûn? Tirk êdî dev ji serkêşîyê, ji komplokarîyê,
ji dijminahîya Kurdan berdin?..
Xwezî biba! Lê xuyaye hîn guhartineke han tune û bi hêsanî
nabe.
Tirkan hîn jî hêvî û xeyalên berê yên pûç dev bernedane.
Ji ber ku hêzên Saddam di dema şer da baş ber
xwe nedan, Tirk xeyalşikestî bûbûn. Lê vê dawîyê ku
eskerê Amêrîkanî li Bexdayê û dorberê wê têne kuştin,
Tirk cejnê dikin. Dibêjin yan Amêrîkanî bêzar bin, birevin
û meydan ji me ra bimîne, yan jî muxtacî me bin, ji me alîkarî
bixwazin. Hingê em jî şertên xwe daynin pêş û
xetên sor yên berê cardin bi kar bînin.
Rojnamevanekî Tirk, Yalçin Doxan di Rojnama Hûrrîyet’ê,
23’yê Tîrmehê da nîyet û daxwaza Tirkan baş eşkere
dike. Doxan dibêje ku Amêrîkanî ketine tengasîyê û ji Tirkîyê
hêza eskerî dixwazin ji bo İraqê. Lê ew alîkarî bê
şert û şûrt nabe. Gul ji Amêrîkîyan van daxwazên
jêrê bike:
1- Ji du alîkarên Paul Bremer divê yek Tirk be..
2- Ji du alîkarên fermandarê Amêrîkanî, General Abuzaîd,
divê yek Tirk be..
3- Li İraqê tenê butçeyeke dewletê hebe, butçeya
dudoyan ji bo Kurdistanê nebe..
4- Bila federasyon nebe..
5- Tirkmen jî qasî Ereb û Kurdan xwedî heq bin..
6- Sîlehên Kurdan divê ji wan bê stendin..
Belê xwendevanên delal, dînê me dînê berê ye, islah ne
bûye. Derdê Tirkan dîsa Kurd in. Xuyaye ewê bi vî derdî
biçin…