Derheqê şer da
Ferhad CAN
Pirsa İraqê germ e. Berekî va karmendên RMY (UNO) gor
biryara heyî li silahên kîmyevî, bîyolojîk û nukleerî digerin,
berekî va Amêrîka û İngîliz hazirîya şer dikin.
Gelo dawî çi be? Şer derkeve yan na?
Hukumeta İraqê dibêje tu silahê kîmyevî, bîyolojîk û
nukleerî li ba tune. Karmendên Uno jî heya nuha tiştek
ne dîtin ku hukumeta Bexdayê gunekar bikin. Lê Amerîka û Îngiliz
bi gotinên berpirsîyarên İraqê ne bawer in. Dibêjin di
dest Saddam da ev sîlah hene, ew dikare van sîlahan bide terorîstan
û bi kar bîne..
Bi gotina Saddam û hevalên wî helbet bawerî nabe. Ma yê ku
dijî Kurdan çekên kîmyevî bi kar anî, tenê li Helepçê di rojekî
da pênc hezar kes kuşt kî bû? Ew çekên heyî çi bûn?
Hin kes jî dibêjin, sîlah mane ne, derdê Amêrîkê nifte. Saddam
wek strîyek e li ber pozê Amêrîkê, dixwaze vî strîyî ji ortê
hilîne û niftê qontrol bike.
Dibe ku sebep sîlahên tevkuştinê bin, dibe nift be,
dibe herdu jî bin.. Lê tiştek eşkere ye, Amêrîka
dixwaze sazûmana Saddam biruxîne, yeke dinê bîne cîyê wê ku
jê ra ne dijmin be, lê dost be.
Li gelek cîyê dinyayê gelek devlet û kes, dijî şer derdikevin.
Hinek karê wan di şer da tune, wek Ûris, Elman, Fransa
û Çîn.. Evana naxwazin qontrola niftê bi tevayî bikeve destê
Amêrîkê. Hinek ji guharîna statûkoyê ditirsin. (Piranî cîranên
İraqê, sazûmanên zordest û kevneperest, wek Tirkîye,
Îran, Suudî û yên dinê…) Vana dibêjin, ger li heremê kevir
bilivin, sazûman biruxun dor bê me jî..
Helwesta van dewletan normal e, her yek li himber bûyerên
dinyayê gor mafê xwe difikire û dike.
Hinek bi navê dijî împeryalîyê, wek usûl û adet dijî Amêrîka
û Îngiliz derdikevin. Evana piranî rêxistin û kesên çep in.
Hinek jî dîsa wek usûl û adet, bi navê parastina aşitîyê
dijî şer derdikevin. Helwestê vana şematîk e, li
himber bûyeran yekalî difikirin. Dibêjin di şer da mirov
wê bimirin, xelkê sîvîl zirar bibîne. Zarokê İraqê bê
derman in. Nift divê nekeve destê împeryalîstan û hwd…
Lê divê meriv bipirse: Gelo yê ku 40 sal e li mintiqê şer
dike, dibe sedemê kuştina mirovan, zarokan, dibe sedemê
ewqas êş û ziraran kî ye? Ne hukumeta Bexdayê, rejîma
Baas bi xwe ye? Ji 1961’an vir da yê ku li Kurdistanê şer
dike, gund û bajarên Kurdan ser û bin dike, Kurdan qir dike
û bi sedhezaran nefî dike, dijî wan çekên kîmyevî bi kar tîne
kî ye?
Dema ev tişt dibûn, hûn çepên delal, yên dijî împeryalîyê
li ku bûn? Ma meriv împeryalîst nebe heqê xwe heye van tiştan
bike; ango milletekî bindest bike, lê zulim bike û heya dijî
wî milletî jenosîdê bi kar bîne? Wek saddam û Tirkîye û Îranê?..
Dema ev tişt dibûn, aşitîxwazên dinyayê li ku bûn?
Çima dengê wan dernediket, ne dimeşîyan, ne dibûn mertalê
jîyanî li himber bombeyên Saddam û Tirkan û meleyên Îranê?.
Ma zarokên Kurdan jî ne zarok in? Jin û kal û pîrên Kurdan
jî ne mirov in?..
Yê ku êrîşî Îranê kir, şer derxist û bû sebebê
kuştina mîlyonek mirov kî bû? Ne ev hukumeta Bexdayê
bû? Lê yê ku Kuveyt dagir kir û bû sedemê Şerê Kendavê?.
Aşitîxwazên delal, hêfa we bi mirovan tê, zarokan tê,
hûn dijî şer derdikevin, gelek baş e! Lê hûn ji
bîra dikin ku har û hovên wek Saddam sedemê şer û kuştinan
in ji herkesî zêdetir. Heya ew hovên han hebin, heya sazûmanên
han li ser hukim bin, ev xelk û welatên reben rûyê aşitîyê
nabînin.
Gelek kes dibêjin ku, eger êrişek bibe dijî İraqê,
divê bi biryara RMY be. Baş e, Ma ev “Rêxistina Milletên
Yekbûyî” dema Kurd qir dibûn li ku bû?
Ev rêxistin xwezî bi hêz be, heqê mirovan û milletan biparêze,
dijî neheq û zaliman derkeve. Lê tiştê ku em dibînin
wek totik e. Dema dewletê mezin bixwazin ji cîyê xwe dilive,
wekî din kor e, lal û ker e… Kî guh dide rêxistineke usa?..
Dibêjin Amêrîka dixwaze dest dayne ser nifta İraqê û
ya Rojhilata Navîn bi temamî. Gelo nifta Rojhilata Navîn nuha
di dest kê da ye? Ne bi destê şîrketên Amêrîkanî û İngîliz
û Frensîyan tê derxistin û belavkirin. Heya yê İraqê
jî ne usa ye? Ango eva gotineke vala ye û nift ji xwe di dest
wan da ye, tiştek naguhure.
Ya din jî, ferz bike ku nift di dest hukumeta Bexdayê da
ye. Ji me ra çi? Nift nifta Kurdan e, li Kerkûk û Mûsilê derdikeve,
lê tu feydê me jê tune. Serda jî ev hukumet bi perê vê niftê
silahên dinyayê dikire û pê şerê me dike, me dikuje..
Nifta Kurdistanê ku di dest İraq û İran û Tirkîyê
da be, di dest dejminên me da be, bila di destê gurê serê
çîyê da be çêtir e! Belkî em dikarin bi gurê serê çîyê ra
li hev bên, parekî jê bistînin, lê ji van har û hovan tu tiştî
nikarin bistînin.
Bi kurtahî, eger hûn raya me dipirsin, em jî zanin ku Amêrîka
û İngiliz bi dû mafên xwe ne, doza wan ne belavkirina
adalet û azadîyê ye li dinyayê. Lê Amêrîka yan jî yekî din,
ger derbekî li neyarên me xe kêfa me tê. Bi taybetî ger ew
derb bibe sedemê guhartina statûkoyê li heremê, kêfa me zêdetir
tê.
Ji ber ku em milletekî bindest in. Yê ku li pişta me
suwar bûne ger bikevine erdê xêra xwêdê ye. Ger ew dewlet
û hukumetên zordest yên heremê îro ewqas ketine tirs û xofê,
ne ji aşitîxwazî û dilpakîyê ye; lê ji tirsa guhartinê
ye. Tirsa wan hilweşîna statûkoyê ye.
Baş e em çima bitirsin? Em çiyê xwe winda dikin?..
Helbet, şer çêbe yan na, sedî sed ne xuyayî ye. Lê ger
bibe jî ji bo me ne xem e! Ji xwe jîyana me her roj şer
e. Em dixwazin kevir ji cîyê xwe bilivin û statûko hilweşe.
Dema yek li daristanê nêçîra gur bike, hin heywanên belengaz
şa dibin.. Nêçîrvan yekî baş e yan xirab e, mesele
ne ev e!
Dibe ku gurê we Amêrîka be; lê yê me Saddam e, dewleta Tirk
e û yên dinê ne ku Kurdistan di nav xwe da parçe kirine..
Dawîya şer çi be, li heremê çi guhartinên mihîm bi cî
bên, ew jî pirseke dinê ye û babetê nivîseke dinê ye.
|