Derheqê şer da -
II
Ferhad CAN
Di hejmarê berê da me gotibû, şer derkeve yan na, sedî
sed ne xuyayî ye. Lê, ger Saddam û merivên xwe dev ji hukum
bernedin neçin, cîyê xwe nehêlin muxalefeta İraqê, xuya
ye wê derkeve. Amêrîka ku ewqas eskerê xwe li heremê kom kirîye
û hîn hêzên teze jî dişîne, Saddam li wir nahêle û venagere.
Vê dawîyê hêzên Îngiliz jî tevlê bûn. Ev hemû nîşan didin
ku êhtimala şer pir mezin e.
Eger şer derkeve dirêj bike, yan di wextekî kurt da
xilas be? Tesîra xwe li heremê û li ser rewşa Kurdan
çi be, çi pêk bîne?
Bi raya min şer zêde dirêj nake. Xelqê İraqê ji
sazûmana Saddam, ji zor û zulma wî, ji şaşîyên wî
bêzar bûye. Dema firsendê bibîne bi xwe jî wê rabe û wî ji
ser hukum bavêje. Bawer nakim ku heya eskerê Saddam bi dil
û can şer bike.
Ji xwe li Bakûr, li Kurdistanê tu eskerê Saddam tune. Di
dema şer da jî ne hêsan e ku hêzên xwe bajo Kurdistanê.
Him Kurd gor berê baştir organîze ne, rê nadinê, him
jî Amêrîka bi destê hêzên ezmanî rê nade hereketa balafirên
şer ên Saddam û tank û topên wî. Bê wan jî, leşkerê
Saddam nikare li Kurdistanê tiştekî bike.
Piştî destpêkirina şer êhtimaleke mezin e ku li
başûrê İraqê jî Erebên Şîî rabin û hukma Saddam
li mintiqê ne mîne. Hingê dimîne Bexda û dora xwe. Lê ez bawer
im Saddam li wir jî nikare zêde ber xwe bide.
Tirkîye ji bo cepheyê bakûr rê bide Amêrîkê yan nede, bi
raya min zêde ferq nake. Ji xwe, ji şerê Kendavê yê pêşîn
û ji yê Afganîstanê jî xuya ye ku Amêrîka leşkerê xwe
di destpêkê da najo cephe, jîyana wan ezîz e! Ewê wek Afganîstanê,
şer bi destê İraqîyan bimeşîne û li dawîyê
bi cî be..
Ger xeterek mezin heye, ew jî karanîna çekên kîmyevî û bîyolojîk
e. Saddam her çiqas dibêje ev sîlah di dest min da tunin jî,
bawerî pê nabe. Gelo ew sîlahên berê çi bûn? Ev dîn û hara
ger teslîm nebe, dikare întîxar bike û li rîya çûnê van sîlahan
jî bi kar bîne.. Bi rastî ev xetereke mezin e, bi taybetî
ji bo Kurdan. Ji ber ku Saddam nikare û firsendê nabîne van
sîlahan bigihîne Amêrîka, yan jî Îsraîlê, lê dikare bavê der
û dora xwe..
Xetera din jî êrîşa Tirkîyê ye. Tirkîye gelek wext e
li manan digere ku Başûrê Kurdistanê dagir bike. Him
çavê xwe li nifta Kerkûk û Mûsilê ye, him jî ji xwemuxtarîya
Kurdan li heremê gelek aciz e.
Helbet Tirkîye dizane ku kes niftê bi tevayî nade wan; lê
cehd dike ku parekê jê bistîne. Her usa jî dixwaze hukma Kurdan
rake ji ser Kurdistana Başûr. Tirk rewşa îro ji
xwe ra wek xeter dibînin, dibêjin nimûneyeke xirab e ji bo
Kurdên Bakûr.
Gelo li himber vê yekê Kurd çi dikarin bikin? Divê Kurd,
rê nedin ku Tirkîye bikeve Başûr. Bona vê yekê jî divê
di helwest û daxwazên xwe da yek bin. Bi taybetî, helwesta
herdu rêxistinên mezin yên Kurdên Başûr, PDK û YNK divê
yek be. Kurdên Bakûr jî di vî warî da divê li gel wan bin.
Dema Kurdên Başûr bi hevra baş bin, di helwestên
xwe da yek bin û şaşîyên mezin nekin, Tirkîyê rê
û firsend nabîne ku bikeve başûr û planên xwe bi cî bîne.
Dewleta Tirk êhtimala avakirina dewleteke serbixwe ya Kurd
dike mane ji bo êrîşa xwe. Her usa jî kartê Tirkmenan
bi kar tîne. Maneyek jî hebûna PKK-KADEK’ê ye li mintiqê.
Lê Kurdên Başûr gor rewşa îro ne dewleteke cuda,
lê federalî dixwazin û bi muxalefeta İraqê ra jî li ser
vê yekê li hev hatine. Eva tiştekî baş e, divê vê
sîyasetê bimeşînin. Hingê Tirkîye nikare mane bibîne.
Helwesta PKK-KADEK’ê di vî warî da mihîm e. PKK ew sê sal
e ku dijî Tirkîyê şer sekinandîye, sîyaseta berê û heya
navê berê cîhîştîye. Sîyaseta xwe gor dilê dewleta Tirk
e. Gelo li vê dawîyê çima behsa şer dike, meydanê dixwaze?
Armanc ji vê yekê çi ye?
Dibêjin ku “serokê me (Ocalan) di tecrîtê da ye, rewşa
xwe ne baş e.” Gelo hûn ji bo Kurdistanê şer dikin
yan ji bo merivekî?
We berê digot emê Kurdistanê rizgar bikin, lê nuha we Kurdistan
daye alîyekê, dev jê berdaye û ji bo we heye tune rewş
û xweşîya Apo ye! Ev çi mesele ye? Caran doza milletekî
bindest bi vî şiklî bi rêva diçe?
Her usa jî, heval û hezkirên Avdila Ocalan bila xem nekin.
Dewleta Tirk planên xwe bi alîkarîya wî bi rêva dibe û hîn
karê xwe pê ne qedîyaye. Ocalan ji vê dewletê ra pir lazim
e. Bona vê yekê di İmralî da tiştek pê nayê, dewlet
bi jîyana wî gelek miqate ye!
Dibe ku ev germbûna KADEK’ê bi mana “tecrîta Ocalan” û behsa
şer, planeke teze ye ji bo dewleta Tirk.
Malûm e, di salên berê da PKK di Kurdistana Başûr da
roleke xirab lîst, şerê hêzên Başûr kir û îstîkrar
û aramîya heremê xirab kir. Him Tirkîyê, him jî İraq,
Îran û yên dinê ji vê yekê gelek feyde stendin, têkilî karê
Başûr bûn.
Her usa jî, dema PKK, piştî girtina Ocalan şer
sekinand û hêzên xwe derbazî Kurdistana Başûr kir, Tirkîyê
jê ra zehmet dernexist. Heya zabitên Tirk li Îmralî ji Apo
ra gotin ku, hemûyan dernexe, bila hinek li Tirkîyê bimîne,
lazim dibe… Bona vê yekê qasî 500 pêşmerge li Bakûr ma..
Xuya ye îro ew “lazim dibin..” Tirkîyê êrîş bire ser
wan, 12 kesên wan kuşt û got “ka binêrin teror berdewam
e!”
Ew pêşmergeyên PKK-KADEK’ê jî, ew esker jî qurban bûn
ji bo mafên dewleta zalim û zordest.
Berpirsîyarên dewleta Tirk tim îddîa kirin ku “PKK sîlah
bernedaye, hîn li başûr û li nav Tirkîyê hêzên xwe yên
eskerî heye û kîngê bixwaze dikare terorê bike!” Bi vî awayî
dîsa ew kir mane û rê li ber sîyasetê û aşitîyê girt.
Gor vê planê KADEK li Başûr ne ku tenê xwedî hêzeke
eskerî ye. Her usa jî dixwaze di hukma heremê da pardar be.
Ango PKK careke din zirarê dide îstîkrar û aramîya Kurdistana
Başûr. Tirkîye jî van tiştan dike mane û dixwaze
êrîşî Kurdistana Başûr bike.
Em bala herçî mensûbên û piştgirên KADEK’ê dikişînin.
Ger dilpak in, bi rastî welatparêz in, divê vê lîstikê bibînin
û nebin haletê xirabîyê. Kurdistana Başûr partîyên xwe,
hukumet û parlamena xwe heye. PKK-KADEK rêxistina Bakûr e,
bila têkilî karên Başûr nebe.
Ger alîkarîya Kurdên Başûr nake, qe nebe bila serêşîyan
jî dernexe.
|