“Dewleta
Kurd Sedemê Şer e..”
Cemîl
BARAN
Çend
roj berê, 16’ê Gulanê, di rojnama Tirk “Hurrîyet”ê
da xeberek derket li ser nivîseke serokwezîr Ecevît. Gor vê
xeberê nivîs “dizî” (nehînî) bû û tê da, avabûna dewleteke
Kurd li Kurdistana Başûr wek sedemê şer dihate nîşandan!
Berî
hemûyan, tiştê ku bala merivan dikişîne, çawa dibe
ku nivîseke serokwezîr a dizî di rojnaman da eşkere tê
weşandin?. Him jî di rojnameyeke mezin da ku di xizmeta
dewletê da ye. Ev yek cara pêşîn jî nabe. Divê bê bîra
xwendevanan, çend meh berê, “Plana Dizî” ya dewleta Tirk li
ser Kurdistana Bakûr jî dîsa bi vî şiklî, di rojnameyên
Tirkan yên mezin da hatibû eşkerekirin. Tê gotin ku,
ev nivîsa Eco ji heyşt sazîyên dewletê yên “stratejîk”ra
hatîye şandin, ku Serfermandarîya Leşkerî, Sekriterîya
Sazîya Parastinê ya Netewî (MGK) û Sazîya İstîhbaratê
a Netewî (MİT) jî di nav da ne.
Gelo
bi vî şıklî vana kê dixapînin? Ma rojnamên Tirkan
kirine adet ku sirê dewleta xwe eşkere bikin, yan van
“sazîyên stratejîk” yên dewleta Tirk jî wek laşê serokwezîr
Eco êdî hay ji xwe tunin, ango nikarin xwe qontrol bikin?.
Malûm e Eco, hin tiştên ku meriv dikare tenê di avdestxaneyan
da eşkere bike, lê ew li vir û wê eşkere dike û
bona vê yekê jî jina wî Reşê, bi çenteyekî mezin bi dû
wî dibeze. Di çente da paçê zarokan hene… Xuya ye, ew pelgên
dizî jî bi vî awayî ji hin derî û paceyên sist direvin der!..
Lê
herçi be jî bo me ne xem e. Ger bi rastî plan û dezgeyên usa
dizî hene, eşkerebin çêtir e. Lê xuya ye, ew bi xwe bi
zaneyî van tiştan eşkere dikin ji bo raya giştî..
Bi vî awayî dixwazin mesaja xwe ji hin alîyan ra bidin bihîstin
û bi taybetî çavê Kurdan bitirsînin.
Em
bên ser naveroka nivîsa Eco.. Di vê nivîsa “dizî” û “bi lez”
da, di bin serenavê “Esasên Sîyaseta Me di Derheqa Iraqê da”
usa tê gotin:
·
Amanca me ya esasî ev e ku em teşwîq bikin Iraqeke
demokrat ava be da ku ji bo Rêxistina Milletên Yekbûyî (RMY
yan jî UNO) û ji bo cîranên xwe tu serêşî dernexe, ji
bo wan xeterbar nebe;
·
Divê yekitîya Iraqê bê parastin;
·
Divê hukma Hukumeta merkezî li temamîya welat (Iraqê)
bê avakirin;
·
Divê heqê Tirkmenên Iraqê wek welatîyên Iraqê ên
dinê bên parastin;
·
Divê gelên hindikayî (mînorîtet) ên Iraqê xwedî hukumeteke
taybetî nebin;
·
Divê Iraq di warê eskerî da ji bo Tirkîyê xeterbar
nebe;
·
Divê em xebat bikin ku hêzên dervayî heremê têkıli
karên Iraqê nebın, her usa jî li heremê serêşî û
bûyerên nebaş çênebin ku rê bide têkilbûnên han;
·
Divê çiqa ji dest me bê, emê Iraqê di warê aborî
da bi Tirkîyê ra girêdin.
De kerem kin, li xem û teşqeleya vana binêrin!
Dilê wan ji bo “Iraqeke demokrat, unîter (merkezî) û bi RMY
û cîranên xwe re bê pirs û problem” lê dixe!
Divê meriv ji vana bipirse: Hûn çima berê li
xwe nanihêrin, gelo hûn bi xwe çiqas demokrat in? Hûn çiqas
bi cîranên xwe ra baş in?. Ger melema gurî hebe, ewê
berî herkesî li serê xwe bike.
Lê
belê, derdê vana ne yekitîya Iraqê ye, ne demokratbûna wê
ye, ne jî tiştekî din; derdê wan pirsa Kurd e. Dibêjin
nebe ku Kurd li parçên dinê, li Iraq yan Îranê bibin dewlet.
Dibêjin Kurd heya xumuxtarî jî nestînin! Ew daxwaza wan ku
“gelên hindikayî yên Iraqê nebin xwedî hukumeteke taybetî
(heremî)” ji bo vê yekê ye.
Baş
e, ma van efendîyana nizanin ku di qanûna esasî ya Iraqê da
tê gotin ku Iraq ji du gelên esasî, ji Ereb û Kurdan pêk tê”?
Ango, bila “hindikayî” li wir bimîne, Kurdan jî wek Ereban
milletek û xwedîyê Iraqê dihesibîne. Dîsa, ma hayê van efendîyana
tune ku, 11 Adara sala 1970 di navbera hukumeta Bexdayê û
Kurdan da peymanek hat morkirin û Kurdan heqê xwemuxtarî stendin?
Gelo hayê wan tune ku gor vê peymanê bajarê Hewlêrê bû payîtextê
Kurdistana Xwemuxtar (otonom) û li wir bi destê hukumeta Bexdayê
avahîyên ji bo parlamen û hukumeta heremî hatin çêkirin? Dema
Kurd û Ereb, ango xwedîyên Iraqê bi vî şiklî li hevbên,
ma derd û xema bîyanîyan çi ye?
Gelo
çi heqê serok û serkarên dewleta Tirk heye ku têkilî karê
welatekî din bibin û bixwazin sazîya wê derê gor dilê xwe
bi rêz bikin, ew dewlet federal be yan merkezî be, heqê hindikayîyan
çi be çi nebe, derheqa vê yekê da bi xwe biryar bidin û rê
ji wan ra rast bikin?. Çi îşê wan pê ketîye? Evana xwe
dikin cîyê RMY, yan ev cendirmeyên dinyayê ne?.
Lê
tirs û xofa van efendîyan ji avabûna dewleteke Kurd, heya
hukumeteke Kurd a heremî (otonom) ewqas mezin e ku, ji bo
ku nebe “nimûneya xirab”, dijî heqên hindikayî ji bo Tirkmenên
Iraqê jî derdikevin û ji bo wan tenê behsa heqê himwelatîyê
dikin. Ango Kurdên Bakûr li Tirkîyê çiqas xwedî heq in, Tirkmen
jî li Iraqê ewqas xwedî heq bin! Lê Hukumeta heremî li Kurdistana
Başûr ji nuha va heqên hindikayî ji Tirkmen û Aşûrîyan
ra naskirîye, bila berpirsîyarên dewleta Tirk bîlesewe xwe
neêşînin!.
Belê,
ji ber pirsa Kurd hişê van efendîyan ji serê wan diçe
û wek bom û bodeleyan qise dikin. Ew ji bo sedhezar Tirkê
Qibrisê heya federasyonê jî kêm dibînin û konfederasyonê dixwazin.
Ew ji bo Çeçenan heya konfederasyonê jî kêm dibînin û dewleteke
serbixwe û cuda dixwazin. Ji bo Boşnakan û Kosowîyan
jî ew tişt xwestin.
Serok
û serkarên Tirk, ji Kurdan pêve, ji bo hemû millet, gel û
hindikayîyên dinyayê azadî û serbestî dixwazin. Ew tenê dijî
azadî û serbestîya Kurdan in. Bi serda jî qet fedî nakin,
bi durûtîyeke mezin ji me ra dibêjin “bra!” Way ez di….bra
û bratîya hanê…!
Belê,
dema dor tê heq û daxwazên Kurdan van efendîyana dîn dibin.
Dibêjin dewlet, xwemuxtarî, heya mekteb, radyo û têlevîzyon
(bi zmanê dayîk) ji bo Kurdan nabe! Dema Kurd li Kurdistana
Başûr dewletê êlan bikin, ewê bibe sedemê şer!..
Ango
Tirkan heya îro bi Kurdên Bakûr ra şer dikirin, nah şunda
bi Kurdên Başûr ra jî bikin..
Di
belgê hanê da, di bin serenavê “Amancên Sîyaseta Me ji bo
Iraqê” da usa tê gotin:
“Divê kar û xebata me berdewam
be, da ku Iraq di dahatû da jî (piştî Saddam Huseyn)
bikaribe wek dewleteke unîter xwe biparêze. Lê helbet divê
em ji bîr nekin ku, Bakûrê Iraqê cardin nikare vegere rewşa
berî 1992’yan, ev yek tucar nabe…”
De
keremkin, bi van gotinên bê serû ber binêrin! Ji bo Iraqê
jî, ji dewleta unîter pêve tiştekî naxwazin û nafikirin,
wekî hayê wan ji peymana 11 Adarê ya otonomîyê tune. Li alî din, bi devê xwe dibêjin
ku, piştî 1992 li Bakûrê Iraqê (ango Kurdistana Başûr)
rewşeke teze çêbûye û cardin nikare bibe wek berê.. Baş
e, ev rewşa teze çi ye? Xuya ye ku, ger ew ne serxwebûneke
de facto ye û dîsa, çawa
Parlamena Heremî di sala 1992’yan da êlan kir, ne şiklekî
federal e, bi kêmayî xwemuxtarî (otonomî) ye ku hukumeta Bexdayê,
ango Hukumeta meşrû ya Iraqê bi fermî qebûl kirîye û
ji bo kurdan heqekî destkewtî ye.
Belê,
di belgê hanê da tê gotin ku “êdî rewşa heyî nikare vegere
berî 1992” (bi rastî jî usa ye!) û pê da diçe û dibêje:
“Senaryoya ku em ji bo Başûrê
Iraqê tucar qebûl nakin ew jî êlankirina dewleteke Kurd ya
serbixwe ye. Êlaneke han ji bo me sedemê têkilbûn û şer
e.”
Xuya
ye, berpirsîyarên dewleta Tirk herçiqas gotinê dirêj dikin,
laf û gefan dixwin jî, ew jî baş dizanin ku, piştî
Şerê Kendavê li Kurdistana Başûr rewşeke taybetî,
statûyeke de facto çêbûye ku ji otonomîyê jî zêdetir e û kes
nikare vê rewşê cardin vegerîne berî sala1992. Tirk jî
bê çare vê rastîyê qebûl dikin. Tiştê ku ew pê razî nabin
êlankirina dewleteke Kurd a serbixwe ye..
Lê
kesî heya nuha êlaneke usa ne kirîye û tu îşaret jî tunin
ku wê bê kirin. Ji ber ku, rewş ji bo vê yekê ne misaîd
e. Lê dema rewş kamil be kesek jî nikare pêşî lê
bigre. Dema dîrok ji bo zayîneke teze hazir be tu zordest
jî nikare bibe asteng. Kesê ku bixwaze pêşî li lehîyeke
mezin bigre û xwe bide ber, pirî caran, tevî malê xwe canê
xwe jî winda dike. Ew zordestên ku Tirkîyê îdare dikin û dijî
heq û azadîyên Kurdan xwe ewqas diwestînin û diêşînin,
ew nikarin pêşî li azadbûna Kurdistana Başûr bigrin.
Sebebê ewqas tirs û teşqeleya wan helbet Kurdistana Bakûr
e; lê ewê rojekî şadê azadîya vî parçeyî jî bibin, bi
çavê xwe bibînin; ger emrê wan têr bike..
Ev
xeber di rojeke hanê da di rojnameyên Tirk da cî girt ku,
serokê Partî Demokratî Kurdistan, birêz Mesût Barzanî wek
mêvanekî dawetkirî li Tirkîyê Serokwezîr Ecevît û berpirsîyarên
dewleta Tirk ên dinê didît. Ev yek balkêş e. Xuya ye,
wan li ser vê yekê bi Mesût Barzanî ra jî qisekirin. Lê belê,
sebebê vê “lez”a wan çi ye? Gelo hazirîyeke Kurdan heye ji
bo êlankirina dewleteke serbixwe?. Na, tiştekî han tune.
Lê ne cara pêşîn e ku berpirsîyarên dewleta Tirk di vî
warî da teşqele derdixin, laf û gefan dixwin, dikine
qîrîn û dibêjin: "Em dewleta Kurd tucar qebûl nakin!..”
Ev nexweşîya bê derman, ev paranoya, salê carê-du caran
bi pêsîra wan digre.
Xwedê
dermanekî bide van paranoyakan!
Têbinî: Me li jorê behsa lehîyê kir, lê Serokwezîr Eco lehî û zilzilê (erdhêjan)
jî êdî tevî hev dike. Wê rojê çûbû bajarê Hatayê ku lehîyê
ser û bin kiribû. Eco li wir di miqamê walî da dûr û dirêj
behsa xirabîyên zilzilê kir û got: “Emê birînên ku vê zilzilê
çêkirîye, derman bikin..” Piştra yên cem bi zor û zehmetek
mezin dane fêmkirin ku zilzile nîn e, lehî ye!.
Ev
rewşa hanê him ji bo Eco, him jî bo gel û welatê wî trajîkomîk
e. Lê ev Eco ku sibe otonomî û serxwebûnê tevî hev bike, hukumet
û parlamena Kurd a heremî wek dewleteke serbixwe bibîne û
şer derxe, berê leşkerê xwe bide Kurdistanê?!.
Ji
bo Eco ne xerîb e. Wî, di sala 1974 da êriş bire ser
Qibrisê, bi xwe bû qereman û navê êrîşê jî danî “Hereketa
Aşitîyê!..” Dibe ku di axirîya emrê xwe da “Hereketa
Aşitîyê” û qeremanîya xwe ducar bike..
|