Di Derheqa Xebereke Derew
da
Rojnama Akşamê ku li İstembolê derdikeve, roja
4’ê Tebaxê (2003) xebereke derew belav kir. Di vê xeberê
da tê gotin ku ez sê roj berê bi dizî derbazî Tirkîyê bûme
û dixwazim ji qanûna teze ya bi navê ”Vegera Mal” îstîfade
bikim û li benda weşandina vê qanûnê me.
Ev xeber serbiser derew e. Ez li Stokholmê li mala xwe
û li ser karê xwe me. Du meh e ku ji Stokholmê ne çûme derekî
din. Hevrêyên min ên Partîyê jî, nas û dostên dinê jî hemû
vê yekê dizanin.
Di derheqa “Qanûna Vegera Mal” da jî raya min eşkere
ye. Min gelek caran di derheqa wê da nivîsand û beyan jî
derxist. Ev beyan îro jî di malpera me ya www.kurdistan.nu
da heye.
Ev ne efeke giştî ye, qanûna poşmanîyê yeke teze
ye, dîsa wek hîle û dafik e. Xizmeta aşitîya civakî
nake. Ji xwe ne di derheqa me da ye, dixwaze hêzên PKK-KADEK’ê
belav bike.
Min di jîyana sîyasî da tiştekî xirab ne kirîye ku
jê poşman bim. Min bi salan ji bo azadîya gelê xwe
û ji bo sosyalîzmê, ji bo rizgarîya bindestan kar û xebat
kir. Ez ji vê yekê serbilind im.
Dewleta Tirk rîya sîyasetê ji bo me venekirîye û nîyeta
xwe tune ku veke. Vekirina vê rê bi naskirina azadî û serbestîyeke
rastî ji bo heqê raman û rêxistinî dibe. Di rewşeke
han da helbet ez jî dixwazim vegerim welat û kar û xebata
sîyasî li wir bikim. Lê tiştê ku tê kirin ne ev e.
Xebata me çiqas bi rê û olaxên aşitîxwaz be jî, dewleta
Tirk naxwaze rîya sîyasetê ya legal li pêş me Kurdan
veke. Di vî warî da asteng û cezayên giran berdewam in.
Yê ku divê poşman bin û lêborînê bixwazin ew karbidestên
dewleta Tirk in ku ewqas zor û zulm li me kirine.
Bi raya min, ev xeber berhemê dewleta Tirk ya “kûr” e ku
dixwaze bi van derewan xelkê bixapîne. Dereweke han ji bo
wan ne cara pêşîn e, di demên borî da jî gelek derewên
usa derxistin.
Divê raya giştî li himber derewên han gelek hişyar
be
Kemal Burkay
Sekriterê Giştî ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan
4 Tebax 2003