PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
PSK: “Dijî Erîşan Bi hevra Xebat Bikin”

Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK, li ser axaftina General İlter Başbug, ku di civîna çapemenîya Serperîştîya Leşkerê Giştî ya Tirkiyê da kiri bû, ji bo çapemenîyê belavokek derxist. Di belavokê da hatiyê gotin, ku hêzên nijadperest û mîlîtarîst dest bi êriş kirine û divê hêzên azadixwaz, aşitîxwaz û demokratên Tirkiyê, diji vê erîşê dest bidine hevdu û kar û xebat bikin.

Belavoka PSK bi vî awayi ye:

Ji Bo Çapemenîyê

Dijî Erîşan Bi hevra Xebat Bikin

Li İraqê, herku pêvajoya teslîm kirina destilatdarîyê bo hevwelatîyên İraqê û hilbijartin ber bi pêş diçe, herku roja bîryar dayînê derbareyê endametîya Tirkîyê bona Yekitîya Ewropa (YE) nêzik dibe, cehd, kar û xebatên hêzên kevneperest û mîlîtarîst jî zêdetir dibin.

Serperîştîya Leşkerê Giştî ya Tirkiyê (SLG) dijî YE ye, kar û xebata hukumeta Erdogan di vî warê da, ji alîyê SLG ve ne bi dilxwazî ve têne pêjirandin.

Çend roj berê SLG civîneka çapamenîyê amade kir û Cîgîrê Serokê SLG General İlker Başbug di vê civînê da axaft, bîr û bawerîya SLG di babetên cure cure de eşkere kir. İlker Başbug di axaftina xwe da got, ku “heya, ku çekdarên PKK li bakurê İraqê hebin, leşkerên me wê li wir bimînin.” Bi gor Başbugê, sedema hebûna leşkerê Tirk li Kurdistana Başur “xeterê PKK ye”. Lê belê ev ne rast e.

Başbug di berdewamîya axaftina xwe da rûyê xwe ya rastî û armanca leşkerê Tirk di vê herêmê da eşkere dike: Parastina demografîyayê Kerkuk û Turkmenan... Demografîya Kerkukê a îro, berhema siyaseta erebkirinê a BAAS’ê ye. Di encema vê siyasetê da bi sedhezaran Kurd, li Kerkuk û derdorê Kerkukê, ji warê bav û kalan hatine derxistin û şuna wan Ereb hatine û ci û war bûne.

Başbug dibêje, “Kurdan hewl didin, ku demografîyayê Kerkukê bigorin. Ev hewlê Kurdan jî xeterek e li ser yekpareyîya xakê İraqê. Ku ev yeka jî li ser asayişa Tirkiyê xeter e û mafê Tirkiyê heye, bona pêşî le girtina xeterên usa, hizra xwe bike, tevdîran bîstine.”

Gelek wext neçû, tenê rojeke paş civîna çapemenîyê, hukumeta Tirk hizra xwe kir, bi destura Başbugê, Leyla Zana û hevalên wî da dadigehê. Ji ber ku Başbug di civînê da goti bû, ku Leyla Zana û hevalên wê, ji dudilîya karbidestan îstîfade kirine, xwepeşandan çêkirinê, di van mitingan da dijî dewletê axaftine...

Ev yeka jî, careke din eşkere dike, ku li Tirkiyê deshilat ne bi destê hukumetê da ye, desthilat bi destê leşker da ye.

Hukumeta Erdogan pesna xwe dide, ku Zagona bingehîn guhartiye û rê li ber bi kar anîna zimanê zikmakî di radyo û televîzyonê da vekiriye. Lê hukumeta Erdogan dîsa bi destura SLG, Sendîkayê Perwerdeyî da dadigehe û daxistina wî xwast. Ji ber ku di desturnameya vê sendîkayê da xalek heye, ku daxwaza mafê perwerdeyî bi zimanê zikmakî dike!

Hewlê kuştina Valîya Wanê, bê guman wekî kuştina Mudurê Aşayişa Dîyarbekîrê karê “dewleta veşartî” ye. Û ew herse bûyer nişan dide, ku hêzên nijadperest, mîlîtarîst û kevneperest dest bi êrîşê kirine. Usa xuya ye, ku êrîş û ajaveyên pilankirî wê pirtir be, bi taybetî li Kurdistana Başurê...

 Hukumeta Erdogan nikare pêşîya van êrîş û ajaveyên plankirî bigre. Ji ber ku hukumeta Erdogan di warê demokrasî û mafê mirovan da dilsoz nîne, endametîya YE jî bona parastina deshilatdarîya xwe dixwaze, bi destura SLG kar û xebat dike.

Pêşî lêgirtina wan erîşan erkê hêzên welatparêz, aşitîxwaz û demokrat e, partî û dezgeyên pêşverû ne.

Em banga wan hêzan dikin, ku dijî pilan û êrîşên hêzên kevneperest û mîlîtarîst dest bidine hevdu, bi hev ra kar û xebat bikin.

Divê Kongra Gel polîtîkayê xwe raçav bike, hencet nede destê dewleta Tirk, daku pilanên xwe yê gemar  li Kurdistana Başurê ci be ci bike.

Erkê hemu rexistinên Kurd yên welatparêz ev e, ku dijî bername û pilanên kirêt a dewleta Tirk derbareyê kurdistana Başurê bi hevra kar û xebat bikin.

PSK bona ci be cî kiran vê erkê, ji bo van armancên pîroz amade ye ligel hemû partî û dezgeyên Kurd yên welat parêz hevkarî bike.

12 Tirmehê sala 2004

Partîya Sosyalîsta Kurdistan-PSK

 
 
PSK Bulten © 2004