PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Civîna ji bo Dîplomasî û Sazîyên Netewî

Komîteya Pêvendîyên Derva ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan çend roj berê semînerek çêkir ji bo ciwanên der welat. Babet karê lobîyê, dîplomasîyê û avakirina sazîyên netewî bû li dervayî welat. Civîn di 8-9 Sibatê da li Elmanîya Federal, Bajarê Kolnê pêk hat. Ji Elmanya û welatên dorê (Franse, Ýngîlîstan, Holand, Belçîk û Denmarkê) ji 30 zêdetir ciwan di civînê da beþdar bûn.

Roja pêþîn, Sekriterê Giþtî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistan, di vê semînerê da di derheqa karê lobîyê, dîplomasîyê û avakirina sazîyên netewî da axaftinek kir, her usa jî bersîva pirsên beþdaran da li ser vê babetê û li ser hin bûyerên rojane û kar û barê PSK. (Axaftina Burkay bi xulase di malpera me da, di teniþta vê xeberê da cî digre).

Roja dinê, hevalên ji Komîteya Pêvendîyên Derva ya PSK dîsa li ser babeta karê lobî û dîplomasîyê qise kirin û tecrubeyên xwe ji ciwanan ra gotin.

Di dawîya civînê da hedef hatine danîn û kar hate dabeþkirin, da ku ciwan çawa tevî van karan bibin û xwe di vî warî da bigihînin.

Ev semîner ji bo ciwanan her usa jî bû wesîleyek ji bo naskirina hev û du. Piranîya wan li Ewrûpayê mezin bûne, heya beþek ji wan li Ewrûpa hatine dinyayê. Bona vê yekê, her yek ji wan zmanê welatê ku lê dimîne baþ dizane. Tevî wê yek-du zmanê din (piranî bi ¢ngilizî), her usa jî Kurdî yan jî Tirkî dizanin. Di nav beþdaran da piranîya keç û jinan bal dikiþand. Ev yek jî nîþan dide ku jina Kurd sal bi sal zêdetir bi karên sîyasî, civakî û dîplomatîk eleqeder dibe û di van waran da kar û xebat dike.

Civîn bi tevayî gelek berhemdar bû û hêvîyên me ji bo dahatû geþ kirin. 

 
PSK Bulten © 2003