Divê Dewleta Sûrî dev ji zordestîyê
berde
Mafê Kurdan nasbike
Gavên Demokratîk Bavêje
Da ku Li Sûrîyê aşitî û aramî çêbe
Kemal Burkay
Bûyerên ku di 12´ê Adarê da li Qamîşlî dest pê kirin,
wekî agir û pêtekî li hemû heremên Kurdan belav bû û hîn jî
berdewam e.
Wekî tê zanîn, bûyer di dema lîstika gogê ya du taximan,
Taxima Qamîşlo û ya Dêra Zorê da dest pê kir. Gor çavkanîyên
Kurdan, Dêrîyan bi hazirî, bi kêr û xençer hatibûn, sûretê
Saddam derxistin û şîarên dijî serokên Kurdan bilind
kirin. Kurdan jî şîarên dijî Saddam gotin û di navbera
herdu alîyan da şer derket. Ji ber ku polêz û şurteyên
Sûrî di vê pevçûnê da pişta Dêrîyan girt û Kurd gulebaran
kirin û gelek Kurd hatin Kuştin, vê yekê li Bajarê Qamîşlo
germayeke mezin pêk anî û Kurdan bi dehhezaran kûçe û kolanên
bajêr tijî kirin, ew zulm û zordarî protesto kirin.
Lê ji ber ku hukumeta Sûrî, li cîyê ku li ber dilê xelkê
ra biçe û bi nermî li çareserîyê bigere, dîsa bi serhişkî
û dijminahî polêz û şurteyên xwe ajote ser Kurdan, dîsa
ew gulebaran kirin û gelek xwîn rijand. Vê yekê jî rewş
aloztir kir. Li bajarê Qamîşlo Kurd piçûk mezin rabûn
ser pîyan.
Bi wê jî ne ma, wek agir bi pûş û pelaxê hişk
bigre, hemû bajarên Kurdan, Hesîçe, Amûdê, Dêrik, Serê Kanîyê,
Kobanî, Efrîn û tevî wan jî Kurdên Helebê û Þamê ji bo piştgirîya
Qamîşlo û protestokirina helwesta zulimkar ya Hukumeta
Sûrîyê rabûn. Li gelek cîyan êrîşî ser qereqolan û daîreyên
dewletê kirin, sotandin. Û li gelek cîyan esker û şurte
ew gulebaran kirin û cardin xwîn rijîya. Gor xeberên dawî
Kurdên ku di van bûyeran da jîyana xwe winda kirin hejmara
wan ji sedî zêdetir e, hejmara birîndaran jî bi sedan e. Bi
hezaran kes jî hatine girtin.
Ev bûyerên hanê bi vî şÿklî, ango bi kîtlewî û bi rabûn,
di dîroka Kurdên Sûrîyê da, yan jî ya „Başûrê Piçûk“
da cara pêşîn e.
Xuya ye bûyer ne ji berê da plankirî bûn, ne bi gor daxwaza
yan bi destê rêxistinekê dest pê kirin. Ew ji nişkê va
çêbûn. Lê helbet sebep ne tenê ew tiştên hanê ne ku di
dema lîstika gogê da çêbûn. Sedem ji vê mezintir in, kûr in
û bi salan e kom bûne îro di firsendekê da teqîyan.
Sedemê esasî, çawa li parçên dinê, li vî parçeyî jî, zulm
û zêrandina giran e li ser milletê Kurd.
Helbet, şoriş û serhildanên ku heya nuha li Kurdistana
Bakûr, li Kurdistana Rojhilat (¢ranê), li Kurdistana Başûr
(Iraqê) çêbûne li Başûrê Piçûk nayêne dîtin. Þertê Kurdên
Sûrîyê cuda ye. Lê zulma li ser wan jî ne hindik e. Ew jî
wek Kurdên parçên dinê ji mafên xwe yên neteweyî tim bêpar
man. Heya di hin waran da, wek mafê himwelatîyê, rewşa
wan ji Kurdên parçên dinê xirabtir e. Bi sedhezaran Kurdê
„Binê Xetê“ ango yên vî parçeyî wek welatî nayên qebûlkirin.
Bona vê yekê ji gelek mafên mirovî bêpar in. Her usa jî, ne
xudanê mafên sîyasî, îdarî û çandî ne. Ew jî wek Kurdên Bakûr
nikarin di mektebên xwe de bixwînin, radyo û têlevîzyonên
Sûrî jî, wek yê Tirkîyê bi zimanê Kurdî weşanê nake.
Kurd di salên borî da li Sûrî tim hatine êşandin. Gelek
erdê Kurdan ji wan hate stendin, gundê Kurdan hatine walakirin
û di herêma Kurdan da Kembera Erebî hat avakirin. Sîyasetmedar
û rewşenbîrên Kurdan, mirovên welatparêz tim hatine girtin
û eza û cefa dîtin.
Meriv dikare bêje di dema Hafiz Esat da ev zulm û zordarî
piçek sist bû, ango girtin, eza û cefa piçek kêm bû. Heya
Sûrîyê bi awayekî mêvandarîya Kurdên Bakûr û yên Kurdistana
Iraqê jî kir. Lê dîsa jî zulm û neheqîya li ser Kurdên Sûrîyê
ne giha dawî. Tu mafê Kurdan ne hate naskirin. Hafiz Esat
û pişxtî wî Bişar Esat jî bo çareserîya pirsa Kurd
tu gav ne avêtin.
Eger îro Kurd nişkê va, çawa agir bi pûş û pelaxê
bigre, li hemû bajaran rabûn sebep ev e. Êş û rika di
dilê Kurdan da teqîya.
Ev yek rengekî, ango alîyekî van bûyeran e.
Li alîyê din Kurd divê çalakîyên xwe çawa û bi çi şÿklî
bimeşînin? Çi bixwazin, ango armanca wan çi ye?
Carina di civakê da pirs û problem dicivin û wek kûnêrekê
didine der. Lê divê mirovên sîyasetmedar, hîzbên welatparêz
û serokên wan, şertên der û hundur, rewşa dinyayê
û ya welat baş tehlîl bikin û gor wê ji tevgera gelî
ra rê nîşandin, ango rêberîyeke baş bikin. Ne usa,
tevgera ku xwe bi xwe teqîyaye, dikare şaşîyan jî
bike û zirarê bide doza xwe.
Di van bûyeran da jî hate dîtin. Cî û cî xelkê êrîş
bire ser hin cîyan, wek îstasyon, yan jî daîreyên hukumetê,
ew şewitandin. Feyde di kirinên hanê da tune û ew dibin
sebep û mane ji bo êrîşên hêzên dewletê.
Lê Kurd dikarin bi şÿklekî gelêrî û cemahîrî daxwazên
xwe bi rê olaxên aşitîxwaz bilindkin. Ew tesîra daxwazên
wan kêm nake, lê girantir dike. Kurdên vî parçeyî hewcedarî
û daxwazên xwe ji me baştir dizanin. Ji xwe, bi salan
e dibêjin û bon wan kar û xebat dikin.
Di vî warî da ger em jî raya xwe bêjin, yek ji wan daxwazan
mafê himwelatî ye. Divê Sûrîye êdî di vî warî da gavan bavêje,
sedhezaran Kurdê bê nasname bila bibin himwelatî.
Lê helbet ne tenê ev. Divê Kembera Erebî bê rakirin, erdê
Kurdan li wan bê vegerandin.
Divê çanda Kurdan bi her awayî serbest be. Mektebên Kurdan
bêne vekirin. Radyo û TV´ya Sûrî bi zimanê Kurdî dest bi weşanê
bike.
Partîyên Kurdan bi serbestî kar bikin, bikarin di hilbijartinan
da cî bigrin.
Kurd bikaribin berpirsîyarên bajarên xwe (muhafiz û serokbeledên
xwe) hilbijêrin.
Her usa jî Kurd divê bo temamîya Sûrîyê demokratîyê bixwazin.
Ev daxwaz bi raya me di vê qonaqê da makûl in. Lê bi raya
min, ji bo sûrîyê jî çareserîya esasî sazîyeke demokrat û
federal e wek Iraqê. Qe nebe divê Kurd xwemuxtarî bistînin.
Hejmarê wan ne kêm e, gor hin texmînan 2 mîlyon, gor hin texmînan
jî 3 mîlyon... Ew hejmar ji nifûsa hin dewletên piçûk mezintir
e.
Bi raya min divê kurd karê xwe bi plan û dezge bimeşînin.
Dewleta Sûrî jî dev ji metodên zordarîyê berde, xwîn nerijîne
û bi Kurdan ra rûne û bi rîya aşitîyê li çareserîyekê
bigere.
Zulm û zordarî pirsan girantir dike. Bi metodên zordestî
kes bi ser nakeve. Dawîya zordestan li Iraqê li ber çavan
e. Divê hukumeta Sûrî ji vê yekê dersê bistîne. Divê ew wek
Tÿrkîyê û wek Iraqa duhî neke, wek Iraqa nuhî bike..
Hin kes, wek Tirk jî dixwazin li Sûrîyê û Iraqê Kurd û Ereb
bi hevkevin, şerê hevdu bikin. Çend roj e ku berbirsîyar
û çapemenîya Tÿrkîyê van bûyeran wek „şerê Kurd û Ereb“
bi nav dikin. Divê berpirsîyarên Sûrîyê vê yekê bibînin.
Em gelê Ereb wek dijmin nabînin, wek cîranên Kurdan dibînin
û dixwazin Kurd û Ereb wek cîranên baş li ba hev bijîn.
Divê ew jî Kurdan wek cîran bibînin, zulmê ji ser Kurdan rakin,
mafên wan ên rewa nasbikin, da ku Kurd û Ereb him wek cîran,
him jî wek bira li ba hev bijîn.
|