Partîya Sosyalîst a Kurdistan:
Tezekirina mehkema Ocalan tiştekî naguhure
Daîreya Mezin ya Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrûpa jî biryara
DMME ya du sal berê, di derheqa Avdilla Ocalan’da erê kir,
ku tê da dihate gotin dadgeha Tirk ew gor dadîyê (adil) mehkeme
ne kirîye. Ev biryar jî diçe Encumena Wezîran yê Ewrûpa. Encumen
yan ji Tirkîyê dixwaze ku vê biryarê bi cî bîne, yan jî bêje
ne hewce ye.. Êhtimala mezin ev e ku ji Tirkîyê bixwaze ku
bi cî bîne.
Li Tirkîyê hin sazî û kes vê biryarê dikin mesela êtibarê,
dibêjin Yekitîya Ewrûpê dest dirêjîya serxwerîya me dike.
Lê eva gotineke ne li cî ye. Dema welatek bixwaze bibe endamê
Yekitîya Ewrûpê, divê hukma huqûqa wê jî nas bike. Qeyde û
şertên ku ji bo herkesî derbaz dibin, helbet ji bo Tirkîyê
jî derbaz dibin.
Hin kes û sazîyên dinê jî, ku di navbera wan da serokê CHP
Baykal jî heye, dixwazin vê biryarê bikin mane, wek bûyera
ala Tirkî ya du meh berê, bi kar bînin, xelkê dijî Kurdan
û dijî Yekitîya Ewrûpê kiş bikin. Êhtimaleke mezin e
ku evana, di van rojên pêşî da vê kar û xebata xwe ya
xirab geş bikin.
Lê bi rastî, biryara DMME ne dijî Tirkîyê ye, ne jî dikare
rewşa Avdilla Ocalan biguhure.
Ev biryar di alîyê huqûqî da bi şiklî ye. Ango nabêje
ku Ocalan bê gune ye, yan we çima ceza dayê. Dibêje, Öcalan
berî ku derkeve dadgehê, di binçav da demekî dirêj ma ye.
Ji parêzgerên (awûqatên) wî ra têr waxt ne hatîye naskirin
ku parêznama xwe hazir bikin. Her usa di heyeta dadgehê da
yekî esker cî girtîye, herçiqas piştra bi yekî sîwîl
ra hatîye guhartin jî.. Evana hemû wek sebep hatine nîşandan
û hatîye gotin ku “ew dewa gor dadîyê derbaz ne bûye.”
Hingê, ku gor biryara DMME bê kirin, divê dewayê Avdilla
Ocalan bê tezekirin. Ango hertişt ji serî dest pê bike:
gunekarkirin, parastin û hwd…
Lê usa be jî, heya ger Avdilla Ocalan di dadgeheke dinê da,
di “dadgeha curmên giran” da bê mehkemekirin jî, bo wî tu
tişt naguhere. Heya, ger dev ji helwesta xwe ya berê
bernede, ji bo Kurdan jî tu tişt naguhure. Hertişt
ducar dibe, ewqas. Helbet di heyetê da yekî esker nabe, têr
waxt didine parêzgeran û hwd… Lê biryar, bê guman dîsa wek
berê derdikeve. Ne DMME , ne jî kesekî din li benda biryareke
cuda ye.
Her usa jî, xuya ye ku Ocalan helwesta xwe ya berê naguhure,
ango cara berê teslîmî dewleta Tirk bû, dev ji hemû daxwazên
Kurdan berda û dîsa usa bike. Heya zêdetir kêfa dewleta Tirk
bîne.. Ew jî dibe firsendeke teze ji bo propagandeya dewletê.
Ji ber vê ye ku, ne ev biryar ji bo Ocalan û PKK serketinek
e, ne jî bo Tirkîyê zirar û zîyaneke giran e. Di dagehê da
ew lîstîka berê wê ducar be û piçek waxt bıçe û mesref
bibe, ewqas…
Ger, rêberîya AKP û hukumeta wan bi ber bayê wan kesan nekevin,
ku dixwazin vê biryarê bikin mane û pevendîyên Tirkîyê bi
YE ra qut bikin, vê biryarê wê bi cî bînin. Ne usa, pirseke
mezin derdikeve di navbera Tirkîyê û YE da.
Ji bo milletê Kurd tu ehemmîyeta vê biryarê tune. Ne Yekitîya
Ewrûpê ne jî dadgeha wê pirsa Kurd bi şiklekî baş
nekirîye rojeva xwe, pê mijûl ne bûye û doza maf û azadîyên
milletê Kurd yên esasî ne kirîye. Her usa jî, tu nîyeta Avdilla
Ocalan û PKK tune ku vê biryarê ji bo doza Kurd baş bi
kar bînin, li pêş dadgehê maf û daxwazên milletê Kurd
biparêzin û li dinyayê bidin bihîstin. Na, derdê wan ne ev
e.
Hingê ji bo nijadperest û şovînên Tirk sebebekî makûl
tune ku vê biryarê bikin mane û tevlihevîyê derxin. Her usa
heqê PKK û hevalbendên wê jî tune ku vê biryarê ji bo xwe
wek serketinekê nîşandin û midetekî dinê jî Kurdan bi
vê yekê mijûl bikin.
Avdilla Ocalan ji xwe, çend sal e ku li Îmralî, di dest dewleta
Tirk da bûye maşikek. Ji bo Kurdan û Tirkan, her usa
jî bo YE tiştê mihîm ne rewşa wî ye, divê ne ev
be, lê rewşa milletê Kurd e, ku hîn ji heq û azadîyên
xwe yên bingehîn bê par e, di bin zulm û zordestîyeke giran
da ye.
Dadî (edalet) berî hertiştî ji bo çareserkirina vê pirsê
hewce ye. Ev dadî jî bi dewayên usa sosret, wek lîstikê zarokan
bi cî nayê; divê Kurd hemû heqên xwe yên bingehîn di warê
sîyasî, îdarî û çandî da bistînin.
Ev heqên ku îro, ji bilî çend milletên mezlûm û hîn kole
wek me, hemû milletên himçax û medenî xwedîyê wan in.
Divê milletê Kurd jî ji vê koletîyê xilas be, qedera xwe
bi serbestî tayîn bike, ango di heqê serrastkirina dahatû
û karê welatê xwe da azad be.
Ew yek îro bi federasyoneke Kurd û Tirk û li ser esasê wekhevîyê
çê dibe.
PARTÎYA SOSYALÎST A KURDİSTAN
13 Gulan 2005
|