Drama Fadîmê..
Ferhad CAN
Midetekî berê di malpera www.kurdistan.nu,
beşa “PSK Bultenê” da bi navê “Drama Eyûp û Leyla”
bi zmanê Tirkî nivîsek derketibû. Çîroka Eyûp û Leyla li İstembolê
Derbaz dibû. Leyla jineke bi eslê xwe Romenî (Ji Romanîya)
bû, bi yekî Tirk ra (Eyûp) zevîcî bû, bibû Misilman û navê
Leyla girtibû.
Havîna çûyî polêzek şevekî bi zorê tecawûzî
vê jinikê dike. Leyla li polêz gilî dike û di derheqa polêz
da dawe vedibe. Lê piştî vê bûyerê jîyana vê malbatê
(Eyûp û Leyla) xirab dibe. Herçiqas Eyûp ji jina xwe ra xwedî
derdikeve jî, der û dor (merivên wan, hevalên wan, nas û cîranên
wan) bo vê bûyerê Leylaya bê gune rûreş dikin. Leyla
nikare derkeve nava xelkê. Eyûp jî karê xwe winda dike û nas
û dost jê ra dibêjin:
“Ma tu ne mêrî? Jinikê û polêz bikuje, namûsa
xwe paqij bike!..”
Bi vî awayî jîyan ji vê malbatê ra dibe eza
û cefa..
Di nivîsa hanê da behsa vê bûyerê hatibû kirin
û ew adet û usûlên kevn hatibûn rexne kirin..
Nuha jî çîroka Fadîmê kete Rojeva me.
Fadîme keçeke Kurd e û çîroka wê li der welat, li Swêde, bajarê
Upsala derbaz dibe.
Fadîme, di 22’yê Çileyê Paşîn da, ji ber mesela
Namûsê bi destê bavê xwe hat kuştin. 26 salî, keçeke
delal bû.
Malbata Fadîmê salan berê ji Kurdistana Tirkîyê
hatine vî welatî, ji hêla Mereş’ê, Elbîstanê. Dema Fadîme
hat Swêde 7 salî bû. Li vir mezin bû, xwend û heya xwendina
bilind jî kir.
Fadîme, wek gelek ciwanên Kurdan, bi taybetî jî wek keçeke
Kurd di navbera du çandên (kûltûrên) gelek cuda da ma. Çanda
Swêdîyan û ya Kurdan ji hev gelek cuda bû. Li vî welatî pêvendîyên
jin û mêran, yên keç û xortan gelek serbest bû. Lê adet û
toreyên Kurdan jî, wekî tê zanîn, gelek hişk bû.
Dê û bavê wê tim jê ra gotin: “Ji lawan dûr
bisekine, xwe biparêze!” Dema ji zarotîyê xilas bû û gav avête
ciwanîyê, bavê wê xwest Fadîmê bi xortekî ji welat, bi merivekî
xwe ra bizewicîne û xort bîne Swêde. Lê Fadîmê evtişt
qebûl nekir.
Roj hat, Fadîmê dilê xwe da Xortekî swêdî.
Dema bavê wê di kûçe da ew bi hevra dîtin, dîn bû, gotinên
gelek xirab jê ra gotin.
Fadîmê him fedî kir, him jî tirsîya. Piştî
wê rojê venegerî mal. Bi hevalê xwe yê Swêdî ra ma.
Lê ev yek, gor adet û usûlê Kurdan, ji malbatê
ra bû wek rûreşî. Der û dor, merivên wan, gelek nas û
cîranên wan ê Kurd ev yek ji wan ra wek kêmasîyek mezin dîtin.
Bav û bira keçik tirsandin, lê dan; lê pere ne kir.
Pir ne borî, lawkê Swêdî (Patrîk) di qezayekî
trafîkê da mir. Lê keçik dîsa venegerî mala bavê û berxwe
da. Rojnamên Swêdî, hin komele û partîyên Swêd dest avêtin
vê pirsê. Fadîme derket di rojname û têlevîzyonan da qise
kir, helwesta xwe parast û ya malbata xwe rexne kir.
Û dawîya dawî ev çîrok bi vê kuştinê giha
dawîyê. Fadîme di civanîya xwe da, bêyî ku ji emrê xwe tamekê
bibîne, ji nav me çû. Bavê wê hat girtin û êhtimal e cezayê
herî mezin bidinê û jîyana xwe ya mayî di hepsê da derbaz
bike. Dê û bira jî vê êşê û janê her bikişînin.
Eva jî “Drama Fadîmê” her usa jî “Drama
Malbateke Kurd” e. Lê ji hemûyan zêdetir “Drama Kurdan”
e.
Nuha xelkê Swêd, her usa jî Kurd û beyanî bi
temamî vê bûyerê qise dikin. Wê di rojname û têlevîzyonan
da cîyekî mezin girt. Swêdî vê bûyerê wek hovîyeke mezin dibînin
û li himber şaş û metel dimînin. Dibêjin, çawa dibe
ku bav, bira û dê nahêlin keça wan bi dilê xwe hevalê xwe
hilbijêrê û jîyana xwe bi dilê xwe bijî? Çawa dibe ku destê
wan diçe, bona vê yekê zarokê xwe dikujin, ewqas bê eman in?!..
15 sal berê, dema PKK li vî welatî du kesên
sîyasî, yên ku jê cê bûbûn (Enver Ata û Çetîn Güngör) kuşt,
dîsa civaka Swêd -ku hînî van tiştan nîne- hejîya û navê
Kurdan gelek xirab bû.
İcar bi vê bûyerê navê me Kurdan zêdetir
xirab bû.
Şik tune, nah şunda Swêdî wek har
û hovan li me binêrin..
Kurdê me helbet adet û usûlên xwe dizanin.
Lê ev adet û usûl ne gor vî zemanî ne.
Di nav hemû milletan da adetên baş hene,
yên xirab hene.. Yê me Kurdan wek mêvandarî, comerdî, soz
û bext adetên gelek baş in û serê me bilind dikin. Lê
adet jî hene xirab in. Wek tolgirtin û kuştina jin û
keçan bi navê “namûs û şerefê”.. Bi taybetî di dema teze
da ev adetên hanê ji hovîyê bêtir ne tiştek e. (Helbet
ev adetên usa xirab, ne tenê di nava Kurdan da, lê dı
nava gelên Rojhılata Navîn yên dinê û li hin cîyên dinê
jî têne dîtin).
Zeman diguhure, divê em Kurd jî biguhurin.
Dev ji adetên kevn û jengarî, ji adetên hovane berdin.
Helbet, guhartin û dev jê berdan ji adet û usûlên berê ne
hêsan e. Çand û adetên milletekî ne wek krasekî ne ku tu di
rojekî da derxî bavêjî, yan bi yekî teze biguhurî. Lê ji bo
guhartinê xebat û qîret jî hewce ye. Wekî din civat nikare
xwe teze bike û pêşva biçe.
Wek Swêdîyan, yan Alman û Frensîyan nebe jî,
divê em Kurd li ser pêvendîyên jin û mêran bifikirin. Keç
ne malê bavan in û jin ne malê mêran in.
Helbet, heqê dê û bavê heye ku şîretan
li lav û keçên xwe bike, ji wan ra rê nîşan de. Lê ew
bi kê ra dizewicin, kê ji xwe ra wek jin, yan jî mêr hildibijêrin,
divê ew bi xwe, gor dil û daxwaza xwe biryar bidin.
Berî herkesî ew xwedîyê jîyana xwe ne. Em çi
bêjin û bikin jî, divê xort bicêribînin, bijîn da ku bikaribin
şaşî û xirabîyê ji hev cuda bikin.
Ger keç yan law, şaşîyekê bikin jî,
heqê me tune ku em ji ber van şaşîyan, wan bi kuştinê
ceza bikin, yan jî wan bi şiklekî din biêşînin.
Û di meseleyên hanê da, divê der û cîran, nas û dost ji malbatên
hanê ra şîretên baş bike, ne yên xirab. Wan rûreş
neke, rîya şaş (wek cezakirin û kuştinê) nede
pêşîya wan.
Divê em ji bîr nekin ku ji şaşî û
xirabîyên han ne tenê xort, ne tenê jin, lê em hemû Kurd zirareke
mezin dibînin, navê me xirab dibe û wek milletekî bindest,
doza me jê zirarê dibîne.
Xwezî ev bûyera dawî ji me ra bibe dersek û
bûyerên han ducar nebin..
|