PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

 

Piştî mirina du hevalên delal:
Enîs û Wedat

Mixabin me du heval û hevrêyên delal, Enîs Eren (Serdar) û Vedat Sevîn (Denîz) di qezayekî da windakir. Herdu jî li Londonê rûdiniştin, endam û perpirsîyarên Partîya Sosyalîst a Kurdistan û ya Komela Kurd a Londonê (KOMKAR-London) bûn.

Heval ji bona civînekê çûbûn Almanya û ji wir vedigerîn. Civîn di 22’yê Tîrmehê li bajarê Wuppertalê çêbû û ji bo koordînekirina kar û barê komele û rêxistinên demokratîk ên Kurd bû ku li gelek welatên Ewrupa avabûne û kar dikin.  

Qeza di rîya vegerê da li Belçeka, nêzî bajarê Gentê, roja 23, ber sibê saet sisê da bû. Di otomobîlekê da çer heval bûn. Mixabin du heval (Enîs û Wedat) jîyana xwe windakirin, Sertaç Bucak û Çetîn Kîtapçioxlu jî birîndar bûn.

Enîs Eren (Serdar) ji Dêrsimê, mintiqa Owacixê, ji malbateke welatparêz bû. Emrê xwe 37 bû û bîst sal bû ku wek heval û hevrê di refên Partîya Sosyalîst da kar dikir. Vê dawîyê jî sekriterê komîta partîyê li İngîlistanê û berpirsîyarê KOMKAR-Londonê bû.

Vedat Sevîn (Denîz) 31 salî bû, xelkê Bîngol-Qarliowa bû. Ew jî ji malbateke welatparêz bû wek penaber hatibû İngîlîstanê. Endamekî patîya sosyalîst û dîsa berpirsîyarekî KOMKAR-Londonê bû.

Herdu heval jî mirovên gelek dilsoz, xwîngerm, jêhatî bûn. Windakirina wan di emrekî usa ciwan da ji bo Partîya me, ji bo milletê Kurd û helbet ji bo malbatên wan êş û zîyaneke gelek mezin e.

Di hesab da ew qeza tunebû. Lê jîyan usa ye, ne bi yek reng e. Wek bûyerên şîrîn, yên tahl jî hene. Me wek partî di van 27 salan da gelek heval û hevrêyên xwe windakirin. Hin bi êrîş û ezaya neyaran hatin kuştin, hin bi qezayê çûn. Ew bedêlên kar û xebatê ne û azadî bê bedêl bi dest nakeve.

Bi bihîstina vê xebera reş heval û hevrêyên Partîya Sosyalîst a Kurdistan ji çar alîyê Ewrûpa hatin Belçîka, li bajarê Gentê kombûn. Roja 26 li nêzî Gentê ji bo hurmeta wan merasîmek hat çêkirin. Ji 300 kesî zêdetir heval, nas û dost di vê merasîmê da beşdar bûn. Salon bi gulan hatibû xemilandin. Ji bo sersaxîyê gelek mesaj hatibûn şandin. Sekriterê Giştî ya PSK heval Kemal Burkay, nûnerên rêxistinan (nûnerê KDP-Îraq ya Hollandê Omer Sindî, berpirsîyarê İnsîyatîfa Kurd li Ewrûpa Necdet Buldan, bi navê Enstîtuya Kurd a Parîsê Kamran, bi navê Buroya Kurd-Belçîka Wezîrê Eşo), heval Sertaç Bucak, Haval Sîdar, Bavê Berfîn, Diyar Budak, Cemîl (ji Atîna) û heavalên dinê axaftin û xemgînîya xwe nîşandan.

Heval Burkay di axaftina xwe da got: “Ew di rîya kar û xebata welatparêzî da çûn. Ew şehîdên me ne. Êşa me çiqas giran be jî, divê em li himber mirinê metîn bin. Barê ku dikeve ser milê me, ser heval û hogirên wan, pêşvebirin û serxistina doz û dewaya wan û jîyandina navê wan e.

“Ew ji bo karekî pîroz çûbûn Almanya. Da ku yekitîya komele û rêxistinên demokratîk pêk bê. Ev kar beşek e ji karê yekitîya hêzên welatparêz. Dema em vî karî bi serxinin ruhê wan jî şad be û ew bedêla ku me da di avê da neçe..

Cinazê Enîs roja 26, ya Wedat jî roja 27 bi teyarê jî welat ra hat şandin. Enîs li Dêrsim-Owacixê, Wedat li İzmîrê (ji ber ku nuha malbata xwe li wir e) bi destê heval hogir û merivên wan û tevî gelek însanên welatparêz dan gorê.

Hevalên dinê, Sertaç û Çetîn xeter derbazkirin û ji nexweşxwanê derketin. Ew jî di nav vê bûyera xirab da teselîyek e ji bo me.

Rêxistin û hunermendên ku di civînêda beþdar bûn, yan mesaj şandibûn:
HEVKARÝ (Hevkariya Hêzên Siyasî Yên Kurd û Kurdistanî Li Swêdê)
KDP-Îraq (Omer Sindî)
PADEK
KDP-Bakûr
PÎK
Serkirdayetîya RSDK
KAWA
PYDKS
Kurdistan TV.
Nejdet Buldan (Berpirsîyarê İnsîyatîfa kurd li Ewrûpa)
Ensîtuya Kurd a Parîsê (Kamran)
Buroya Kurd-Bruksel (Wezîrê Eşo)
Ensîtuya Kurd a Burukselê (Derwiş Ferho)
Naved (Dîrektor Metîn Încesu)
Civata Kurd (Serok Mehmet Tanriverdî)
Hevkar (Mehmet Alî Yildirim)
KOÇKAK-Hollanda
Hoybûn
Koma Xortên Pêşkevtîxwazên İranê
Þivan Perwer (Mesaj)
Ozan Þêxo
Mumtaz Kotan
KOMJÎN
KOMCÎVAN
Komelên KOMKAR ji çend welatan

Em wek partîya sosyalîst ji hemû kesên ku heya Gentê, yan li welat heya ser gora van şehîdên ezîz hatin, xem û êşa me parvakirin, her usa jî hemû  rêxistin û kesên ku bi mesajên xwe dostayetî û piştgirî nîşan dan, spas dikin.

 
PSK Bulten © 2001