PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

REWŞA ROJHİLATA NAVÎN Û KURDİSTAN

17´ê mehê di Komela KOMKAR´ê ya Duisburgê da Sekreterê PSK rêzdar Mesud Tek ku nû ji Kurdistanê hatibû li ser babeta jorîn konferansek da. Gelek kesên kurdperwer bi balkêşîyek mezin li konferansê guhdarî kirin. Di beşa duwemîn da jî jê hin pirsan kirin wî jî bersîv dan.

Rêzdar Mesud uha destpêkir:

‘ Bûyerên îro li rojhilatê dibe wê qedera wan welatana biguhurîne. Mifta herî girîng Libnan e. Li wira aşitîxwaz û hezên demokrasîyê va, şerxwaz û dîktator hemberî hevdu rawestîyane. Heke hêzên dıj teror serkevin, tev rêxistinên wek Hizbullah Îran û Sûrîye jî wê têkbiçe. ‘

Bo rewşa Îranê jî bal kişande ser biryardarê ‘ Velayetî Faqîh’ ku wek dewleta pişt perdê ye. Bîr û raya hêzên dijberên Îranê jî got:

‘ Hêzen dijber, naxwazin Emerîka mudaxaleyek mîna Iraqê li Îranê bike. Usa bike, Îranîyan wê hin nêziktirê hevdu bibin. Wî çaxî proje muxalefetê jî sernakeve, dibêjin’

Kurdan hilbijartin boykot kirin û di sedî da 80 xelkê Kurdistanê gotina Kurdan kir. Emerîqa wek Iraqê divê bi Kurdan ra têkilî dayne. Ji xwe Kurd jî bo vê yekê hazir in.

Li Sûrîyê du xet û meşa Kurdan heye. Qismek dibêjin em bo serxwebûnê xwe bavêjine meydana û ji xwe Zaxo jî li vira ye, em bibin yek. Alîyê dinê dibêjin, dijberê Beesîyan İxwanî muslîmîn in. Ewana jî rikberê Kurdan e. Ya baştir bi rîya aşitî û demokratîk zorê li Esad û Elewîyan bikin ku pêşta gav bavêjin. Ew jî bi zext û fişara Emerîka û Israîl va dibe.

Di heqê Kurdistana Başûr jî uha peyîvî:

Wek cî û erdekî vala nemaye, seranser meydana înşaatê ye. Bêkarî nîne, lê wek hemû cîhanê da tê dîtinê gelek karên neçê jî pêktên. Yasayê Bazara Azad her li wira tê rêvabirinê.

Damezrandin û karkirina partî, rêxistin, sazî û komelan azad e. Helbet yasaya weşan û partîyan jî her heye. ‘

Dı warê pirsa Kerkûke da jî yek neferek Kurd bigrin ta hemû partîyan wek hev difikirin. Kerkûk bajarê Kurdan e...

Herdu îdare jî wê bibin yek bes wê merhele merhele ew yek pêk bê. Di heqê hebûnên ser erde û bin erdê, parve kirin an xwedî derketina wana, heqê eskerên Kurdistanê da jî agahdarîyên ber fireh da. Dîsa ber ku pêşîyê guhdar pirs bikin di rewşa pkk û yên ji wana veqetîyayî da jî axivî.

Bi kurtî li Kurdistana Başûr da dewletek heye. Di heqe Tirkîye da raya desthilatdarîya Kurdistanê jî bi kurtî uha anî ser ziman: ‘ Em eskerekê tirkan jî naxwazin. Lê bi hezaran sermîyandarên wana ra derîyê me vekirîye.’

Ji bo Kurdistana bakûr jî bîr û raya PSK´ê uha anî ser ziman:

‘ Bayê azadîyê ji başûr ber bi bakûr tê. Kar û xebat pêşda diçe. Nuha ji bi sê qolan xebat heye. Yek yên ser bi pkk yê ku DEHAP û yê Leyla wana, ya duwemîn HAK-PAR ya sêwemîn jî di van dawîyan da Şerefeddîn Elçî û Dewrêş Sedo dixwazin partîyek sazbikin. Gor me HAK-PAR ya herî baştir û waqîtir e. Usa dîyar e ku wê daxwaza federasyonê jî bixine nav bernameyê xwe.

Di warê Yekitîya hêzên welatparêz da jî nuha 3 heb rêxistinên me heye. Lê kesek jî jê memnûn nîne. Di partîyan da hin jî bê îstikrarî heye. Şik û tirsa hizbayetîyê nahêle ciddî û bi dilxwazî gel hev partî kar bikin. Yek jî hîmê van hevkarîyan li dervayî welat in, ev jî bandorek ne baş tîne holê.  Şert û mercên Kurdistana Başûr heye ku bi rêyek baş va em li wira jî xebatên xwe bikin. Helbet divê usa bikin ku em wana nexine nav tengasîyan.

Di warê sazîyeke netewî jî her kar tên meşandinê. Her çiqas pkk wan sazî û rexistinan herimandîye, di cî da leqandîye jî pewist e bên ava kirinê. ‘

Pey  bersîva pirsan civîna sekreterê giştî ya PSK yê civîn qedîya. Guhdar ji agahdarîyan gelek kêfxweş bûn. Her usa bîr û raya PSK´ê ji sekreterê nû rêzdar Mesud guhdarî kirin.

Dema Nû Duîsburg

 

 
 
PSK Bulten © 2005