Şiêra EcoJi bo dostê xwe yê ezîz,
Sado (*)
Dîbe ku fîlmeke delal bê Bexdayê..
Sadooo, Sado!
Ezîzê min, dostê min!
Dema min halê te sêr kir şeva çûyî
Li kuneke kewroşkan
Rî û por tevîhev bûyî, dirêj, qirêj...
Di nav kêç û sipîyan da,
Ketî, zer û zepal, perîşan...
Wek aveke germ di ser min da hat
Bû wek jûjî postê min...
Cara dawî di hilbijartina 3´yê Çirîya Paşîn da
Ku dengên me ketin ber bi sifira
Di partîyê da wek lolo û kokoyekê man
Ez û Rahşan
Hingê min serê xwe danî ser junîyê wê
Bi qare qar û zare zar, têrî xwe gîrîm
Va jî cara duduyan e dilorînim, digîrim
Xwedêo, ev çi hal e, çi hewal e
Tu tînê serê me?
Ma divîya bû ezê van rojan jî bibînim!
Ew ji qulê te yê Ecevît ra rewa ye?..
Ku bi diristîya xwe nav û deng daye
Ango serokwezîrê tenê ye li vî welatê keleş û dizan
Ku ne xwarîye, ne dizîye...
Sadooo, Sado,
Ezîzê min, dostê min!
Ger em bi dil û çavên sofîyên Anadolê
Û teralên Bexdayê lê binêrin,
Xwedê derd dide me ku em bikişînin cefayê
Wek keşe û şêxên çolê...
Tê bîra te, waxtekî tu serok, ez serokwezîr bûm
Wek sertacê mîlyonan bûn em herdu...
Ez „Lavkê Reş“ bûm, xelkê digot:
„Ecooo, Eco, tu hêvîya me yî!“
Tu jî, wek Salmanasarê teze, fîrewnê zeman...
Iraqîyan ji bo te digotin:
„Bi dil, bi ruh, bi can,
Em bi te ra ne Saddam!..“
Hey looo, nuha tu li kuneke kewroşkan
Di nav kêç û sipîyan da,
Bêhal, zer û zepal, ketî, perîşan
Ez jî di maleke Enqerê, di cileke kufikî da
Kalekî ji dest û pîyan ketî
Ne tê bîra kesî...
Dîsa jî xem neke, dostê min,
Mewlana bixwîne!
„Were, kî dibî bibe, were!“ Saddam û sadîst bî jî, were!
„Ger sed carî tobe kirî û ji bîr kirî bî, dîsa jî were!“
Ger te bi sedhezarên bêgune kuşt û kir çalan,
Şerê Îranê kir, Kuweyt dagirt,
Û çekên kîmyewî avêt Helepçê, dîsa jî were!
Serbr e, hevalo, destpêka hertiştî.
Ber xwe bide, çîlekêş be
Çi li kunên kewroşkan, çi li qesrên mîr.
Û ger ji te hat
Êzingan bikşîne ocaxa pîr!
Xasî, pê kiras û bê cil...
Dawîya vê rê
Te dibe dighîne „însanê kamil“...
Sadooo, Sado, ezîzê min!
Ez û tu
Ango du serokê bê hempa, yên du welatên dost!
Milletperest, hevdem û laîq!
Tu sosyalîst, ez çepê demokrat...
Tu xwedîyê behra niftê û bêhejmar qesran
Ez dewlemendê xem û xeyal û gotinan...
Em herdu jî ji çi derbên felekê xilas bûne..
Zanî, bedbextîya min ev e: Ji dest û pîyan ketim,
Êdî gotinan tevîhev dikim...
Ne usa, zora kê diçû min?.
Bedbextîya te jî ev e: Ez ne serokwezîr im van rojana!
Ne usa dinya tevî hev dikir min ji bo te,
Sîngê xwe dikir mertal.
Ger min tiştek nekira
„Hereka aşitîyê“ yêke teze sazdikir
„Şîmalî Iraq“ dadigirt,
Li wir „Komara Tirk ya Şîmalî Iraq“ ava dikir
Û „Cenktaş“ek datanî ser wê.
Ji bo te jî li Çîyayê Qendîlê
Stargehek çêdikir gor şan û şoreta te.
Bi vî awayî him Tirkîye diparast ji qeda û belayan
Him jî hezar sal derbaz be, tu ne diketî destê neyaran!..
Lê heywax hey ku, ev tişt ne bûn
Ew dostê me yên Amêrîkî
Bêbextî him li me kirin, him li te...
(Ger dibêjim „dost“ bawer neke,
Bi rastî , gotineke me ya kevn e:
„Dostê Tirkan tune ji Tirkan pêve!“
Der û dora me bi dijminan girtî ye
Bulgar û Ermen, Yunan û Ûris...
Kurd û komûnîst, ricî û cinbaz
Him jî, neyarê me yê kevn Îran...
Ser da jî Ereb, goya „birayên me yên Misilman“
Ku di Herba Alemî yê Pêşîn da
Li pişta me xistin kêra xwe!
Nuha jî berekî va dibên Antakîya, berekî ve dibên av...
Affan, ger min got „Ereb“, tu cuda yî Saddam!..)
Belê, her çi be jî,
Ew dostê me yê Amêrîkê
Berê lampa kesk vêxist
Tu berdayî ser Îranê
Da te gelek çek û rext
Serda jî yên komkuj, bîyolojîk û kîmyewî
Te jî bi dilê xwe koka kurdan anî!
Ango wekî me...
Ne dengê împeryalîstan derket, ne yê komûnîstan.
Ji ber ku em kelaha NATO´yê bûn, Kurd xerîbên çolê...
Tu jî him „sosyalîst“ bûyî, him jî
Ezîzê teze yê împeryalîzmê...
Bi rastî tu baş lîstî!.
Lê roj hat, guharî dem û dewran
Gelek av derbaz bûn ji binê piran
Dostên berê bûn dijmin…
Tu mezin lîstî, dev avête para şêran
Bûyî strî li ber pozê Amêrîkê
Ew jî bo ku bi rehetî di heqê te da bê
Dostê te hildan ji meydanê
Pişt dan Dewrêşê Hespê Trûwê û Tayîbê olperest
Û bi pênc qurişî firotin
Ker û kûçikên xwe yên berê
Û ez, dostê salan, Ecoyê hevdem û laîq!..
Belê, hal û mesel ev e, dostê min Sado!
Em yakcar ji bilindan gindir bûn, ketin çal û sergo.
Hêvîya me ma bihareke din...
Ez bi xwe çend caran çûm, çend caran hatim
Dewran e, dibe ku cardin dest û pîyê min bigrin,
Zmanê min webe, wek bilbilan xeberdim
Dibe ku derba eskerî çêbe li Enqerê,
Fîlmeke delal bê Bexdayê,
Hingê em ji çalê derkevin, vegerin jorê...
Em hêvîdar bin, dûvika me jî bila li jor be!
Ma tu nabînî
Hîn li firsendan digere Siloyê nod salî...
Hap şûûû!..
Bijî dostê minî ezîz, Sado,
Her bijî!..
------------------------------------------------
(*) Xwendevanên delal,
Ma hûn mereq nakin û nabêjin, ev şiêra Ecevît,
ango yê mezinekî dewleta Tirk, fatîhê Qibrisê û şairê
bi nav û deng, çima di kovar, rojname yan jî malpereke Tirkan
da derneket û di malpera me da derket? Him jî, di medyaya
Tirkan da ku, bi tevî nijadperest û faşîst, kemalîst
û olperest, çep û mepên xwe ewqas dost û hezkirê Saddam
hene?..
Sebep ev e: Eco hîn ev şiêra xwe bo weşandinê
ne daye kesî û hayê kesî jê tune. Ev şiêra hanê tenê
Raşan xatûnê xwendîye, yek jî Cemalîyê me. Dibe ku
hûn pê nizanin, lê Cemalî dostekî Ecevît yê kevn
e. Ev dostanîya wan ta ji serborîyên Cemalî „Li Welatê
Qirokan“ dest pê dike û bi çîroka „Têlefonê“
(lîstika komedî ya çar perde) berdewam e...
Dilê Cemalî razî ne bû ku xelk ji vê lorî û şiêra
delal û dîrokî bê par bimîne. Ew wergerande Kurdî û tevî
Tirkîya wê da me ku em biweşînin.
Em ji vê yekê gelek bextewar û dilşa ne!..