Eco
û Reco!..
Di
komcivîna DSP (Partîya Çep ya Demokratîk) da tevî ewqas çepikan,
fîtikan û yuhan û tevî bi hezaran kursîyên plastîk, du jî
kursîyên mezin ên taybetî hebûn. Dibe ku ji çerm, dibe ku
ji qedîfe bûn. Ji bo Ecevît û jina wî Reşxatûnê, ango
ji bo Eco û Reco.. Ev herdu bi tena xwe, li pêşîya herkesî
di van kursîyan da rûniştî bûn û gelek kêfxweş bûn!
Tu
dibê hela li wir şêxê terîqetekî rûniştibû û mirîd
jî bi dû wî sef bi sef bûn, hazir bûn ku bi gotin, yan jî
telqîneke şêxê xwe bikevine wecdê, bigîrin û por û rîya
xwe birûçikînin..
Di
terîqetan da şêx hertişt e, mirîd tu tişt..
Kesê ku yekî bê sebep gelek mezin bike, bike wek dêvekî, bi
xwe jî piçûk dixe, dike tu tişt.
Xuya
ye, Ecoyê ku ji Tagor, şairê Hîndû yê bi nav û deng,
gelek hez dike, bi xwe jî wek qumaşê Hîndê dibîne, ku
bi dest nakeve.. Divê ew tim serok, Reşxatûn jî tim cîgirê
serok be..
Xuya
ye, ev Eco heya li ser kevirê musalla jî pêsîra vî gel û welatî
bernade. Wek Demirel..
Di
vê komcivîna DSP yê dawî da gelek tişt çêbûn. Mebûseke
jin, Sema Xanim (Pîşkînsût), ji ber ku xwe ji bo serokatîya
partîyê nîşan da, tiştê nedîtî hatin serê wê. ”Kirasşînan”
(bi rastî krasreşî li wan dişkê) êrişî ser
kirin, li layê wê dan û jê ra gotin ”Bêbext, ji vir derkev!”
Helbet, heqê axaftinê jî ne danê.
Ji
xwe bi salan e ku, em dibêjin ev partî ne çep e, ne jî demokrat
e. Eco bi xwe jî di vê komcivînê da got ku ew ”çepên nasyonalîst”
tin. Ev gotin sedî sed rast e. Ew nav di waxtê da navê faşîstên
Alman, ango yê Nazîyan bû.
|