PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Edalet yan rezalet?.

Sal û nîv berê Tirkîye ji bo endametîya Yekitîya Ewrûpê kete dorê û me  got, dibe ku ev welat piçek biguhure, ber bi demokrasîyê gavan bavêje û rewşa heqên mirovî çêtir be.. De haa!..

Xelk diçe Bazîdê, ew diçine ziddê wê…

Hukumeta Tirk van salên dawî, goya ku êdî qîmetê dide heqên mirovî, Wezareta Heqên Mirovî avakir..

Tiştekî balkêş e, li welatên Ewrûpî û li hemû welatên medenî yên dinê wezareteke han tune. Ma çima hebe? Pirseke han tune ku wezareta wê jî hebe. Dema kûçik neyêne merivan, meriv çima ji xwe ra daran bigerîne?

Belê, vê wezareta sosret, salek berê li Tirkîyê û Kurdistanê di çend bajaran da civîn çêkir û rê da ku komeleyên sîwîl, demokrat û heya kesên ku neheqî û teda dîtine, heqê wan hatîye paymalkirin, ew jî tê da cî bigrin û raya xwe bêjin. Ango wek gaveke ber bi demokrasîyê, ber bi zelalîyê..

Lê evtişt hemû tîyatro bû. Gurê dev bi xwîn çawa dikare bi berxikan ra rûne û bi rindî qise bike?.

Belê, berpirsîyarên dewleta Tirk jî dîsa ya xwe kirin. Li hin cîyan qet rê ne dan ku nûnerên rêxistinên sîwîl û kes gilî gazinan bikin. Li pêş rojnamevanan êrîşî wan kirin û ne hiştin ew derdê xwe bêjin.

Lê xirabîya mezin piştra kirin. Ew kesên ku cesaret kiribûn hatibûn civînan û xirabîya ku li wan hatibû kirin gotin, piştra ew girtin, careke din birin qereqolan, eza û tedayek teze li wan kirin, çavê wan tirsandin û him jî dane mehkemê!..

Yek ji wan Nazli Top bû û çîroka xwe usa ne:  Nazli Xanim, neh sal berê ji cîyê kar derketibû diçû mal. Di rê da, dema ji ber qereqolekî derbaz dibû, polêz ew da sekinandin û bir qereqolê. Li wir 10 rojan lêdan, ceryana elatrîkê dane laşê wê û heya bi copan tecawûz kirin.

Nazli Xanimê par meha heziranê di civîneke hanê da, ku di derheqa mafên mirovî da û bi şiklekî fermî hatibû çêkirin, qise kir, ew tiştên ku hatibû serê wê got. Lê ew û 18 kesên dinê ji bo van gilîyan hatin gunekarkirin. Nazli Top ji bona van gotinan dane mehkemê û ji bo wê 6 sal ceza tê xwastin.

Nazli Xanim di vî warî da ne tenê ye. Bi vî şiklî, ji ber ku tevî civîna han bûne û derdê xwe gotine, di derheqa 18 kesan da dawe hatîye vekirin û tê gotin ku “wan li hêzên eskerî û emnî heqeret kirîye!”

Ango hêzên eskerî û emnî li xelkê ewqas zulmê dikin, namûsa xelkê paymal dikin, ne heqeret e; lê dema xelk ji van kirinan gazin bike, dibe curm, dibe heqeret.. Edaleta dewleta Tirk bi vî rengî ye!

Gelo, eva edalet e yan rezalet e? Wezîr Hîkmet Samî Tirk wezîrê çi ye?..

Ji van 18 kesan 5 kes jî bi “propagandeya cudaxwazî”, ango “Kurdperwerî” têne gunekarkirin.

Yek ji wan kesan jî jineke Kurd Fatma Karataş e. 45 salî ye û dîya pênc zarokan e. Polêzan li Fatma Xanimê jî eza û teda kirine û namûsa wê jî paymal kirine. Ji bona vê yekê gilîyê xwe ji doxtor ra gotîye, lê doxtorê Tirk jê ra usa bersîv daye: “Li vir hemû kes eza û cefa dibînin û ev tiştên hanê dibin, wekî din gazineke te heye?”

Nuha di derheqa Fatma Xanimê jî dawe vekirine, ji ber ku ew jî tevî civîna hanê bûye û gilîyê xwe gotîye. Ji ber van gilî gazinan wê gunekar dikin û jê ra cezayekî giran dixwazin..

Ew tiştên hanê ne yek in û ne dudo ne, bi sedan in. Lê mesela Nazli û Fatma xanimê, bi saya rojnamevanekî Amêrîkî li dinyayê hat bihîstin. Di Washîngton Post’ê, 21 Gulanê da hat weşandin. Dibe ku mehkemên Tirk dema biryarê bidin vê yekê bigrin ber çavan. Lê ferqê dadgerên (qadîyên) wan û polêzan jî tune..

Bona vê yekê dewleta Tirk careke din rûreş bû. Lê hûn dikarin bêjin ku ji bo wan rûreşî tiştekî adî ye, ew êdî hîn bûne, fedî nakin.

Ne ecêb e:
Zaliman berat kir, masûman ceza girtin!..

Dîsa di Bultena me ya Çileyê Pêşîn-2000’î da me behsa biryareke mehkemê kiribû û gotibû:

“Li Tirkîyê ecêbek bû, curmkar girtin, masûman berat kirin!..”

Li Tirkîyê bi esker û polêzên curmkar tiştek nabe; ew lêdin, bikujin, bidizin, ango çi bikin jî wan ra dimîne. Lê xelkê reben, masûm, çiqas neheqî û  zulmê bibîne jî dîsa ew tê gunekarkirin. Lê wê carê tiştekî ecêb bûbû, zarokên Manîsayê ku ji destê polêsan gelek eza û cefa dîtibûn û wek endamê rêxisitineke curmkar û dizî hatibûn nîşandan, berat kirin û polêzan jî ceza xwarin ji bona zulm û tedaya ku li zarokan kiribûn..

Tiştekî usa ecêb cara pêşîn dibû, ango cara pêşîn edalet bi cî dihat û me jî ev ecêb nivîsand!

Lê pir ne borî mehkemeyên Tirk dîsa “şaşîya xwe” rast kirin û em jî derewîn derxistin!. Ango, mehkema Temyîzê ew biryar xirab kir, ceza da zarokên masûm û polêzên curmkar jî berat kirin..

Bi vî awayî, adet usûlê vî welatî jî ne guharî!

 

 

 
PSK Bulten © 2001