Kurd bi zmanê xwe xwendinê dixwazin
Dewleta Tirk bi zordestî bersîvê dide
Êdî bes e ev barbarî!
Di van rojên dawî da li Kurdistana Bakûr û li bajarên
mezin ên Tirkîyê xortên Kurdan heqê xwendinê dixwazin bi zmanê
dayikê û daxwazên xwe bi rê olaxên aşitîxwaz, bi nivîskî
û bi devkî digihînin rektorên zanîngehan; carina bi hevra,
carina yek bi yek. Lê mixabin dewleta Tirk bi destê polêz
û cendirme, bi qehr bersîva daxwazên wan dide. Ango vê daxwazê
wek curmekî dibîne, wan diêşîne û bi destê Sazîya Bilind
ya Perwerdegarîyê (YOK) wan ji mektebê dûr dixe.
Di nav xortên zanîngehê da daxwaza xwendinê
bi zmanê Kurdî li Stembolê dest pê kir û ji wir derbazî Enqerê,
Edenê û Kurdistanê bû. Bi hezaran xortên zanîngehê, kom bi
kom arzûhal dane serkirdayatîya fakulte û zanîngehan û gotin
em heqê xwendinê dixwazin bi zmanê dayîk, ango bi Kurdî. Divê
zmanê Kurdî jî bibe wek dersek û bê xwendin. Li hin cîyan
xortên lîsê, heya zarokên dibistanên pêşîn jî ev daxwaz
nîşan dan. Li gele cîyan dê û bavên wan jî piştgirîya
vê daxwazê dikin.
Di arzûhala xortan da usa tê gotin:
* "Piştî guhartinên ku di Qanûna Esasî da
çêbûn, zêdetir rê vedibe ji bo karanîna zmanê Kurdî.
* Li Tirkîyê heya nuha hebûna gelê kurd û gelên din
hate înkarkirin û rê li ber karanîn û pêşvebirina çand
û zmanê wan hat girtin.
* Di nav erkên hemû sazîyên dewletê da yek jî ev e
ku, gor pirmilletî û pirçandîya welat bingeheke demokratîk
û pirrengî ava bike. Em ji rektorîya zanîngehê dixwazin ku
zmanê Kurdî jî bibe dersek û kî bixwaze bikaribe bixwîne."
Ev daxwazeke gelek li cî ye, heq e ji bo milletê Kurd
ku ev heq bi salan e ji destê wan hatîye girtin.
Lê sazûmana Tirk ku li ser zor û zulmê ava bûye ji
kurdan ra ewqasî jî nasnake.
Serkirdayetîyên zanîngehan van arzûhalan qebûl nakin
û vê daxwazê wek curmekî dibînin. Afîşek hazir kirin
li dîwaran xistin ku xort "şaşîyeke han"
nekin. Li gelek cîyan jî di derheqa van xortan da muamele
kirin, ew gunekar kirin, hinên wan ji bo salekê, hin jî bi
temamî ji mekteban dûrxistin.
Li Dîyarbekrê di Zanîngeha Dîclê da polêzê
bi navê "Hêza Lezik" bi panzerên xwe, derê dersxaneyan
girtin.
Li Lîseya Bismîlê sê miellîm, bi navê Mesût
Firat, Rojhat Kayran û Leyla Durmaz hatin
girtin, ji ber ku li ser dîwarên Lîsê hatibû nivîsandin ku
"Em bi zmanê dayîkê xwendinê dixwazin".
Dîsa Sekriterê Egîtîm-Senê (rêxistineke mamosteyan
e) Medenî Alpkaya, ji ber ku beyanek derxistibû û piştgirîya
vê daxwazê kiribû, ew jî hate girtin.
Li Meletyê, Zanîngeha İnonî jî xwendekaran
Sazîya Perwerdeyî ya Bilind protesto kirin û gotin "Em
bi zmanê dayîk xwendinê dixwazin!" Serkirdayetîya
zanîngehê bona vê yekê ew gunekar kirin û 10 xwendekar ji
mektebê hatin dûrxistin.
Li Dîyarbekrê, li mintiqa Çarixlîyê 6 zarokên
dibisitna pêşîn, ji ber ku şîara ”Em xwedina
Kurdî dixwazin!” bilind kirin, cendirme ew girtin birin
û îfadeyên wan girtin.
Ev tiştên ku dewleta Tirk di destpêka hezarsalê
teze jî bi rêva dibe tenê bêdadî û zordestî ye, har û hovî
ye.
Komara Tirk (KT) bi van kirinan Beyana Heqên Mirovî
ya Cîhanî ya Milletên Yekbûyî dide bin lingan.
KT, bi van kirinan Peymana Rêxistina Ewrûpê ya Ewleyî
û Hevkarîyê (REEH) jî dide bin lingan.
KT bi vî awayî wadên ku dabû Yekitîya Ewrûpa jî binpê
dike. Guh nade Şertên Kopenhagê û Belgê Şirîkatîyê.
Bi kurtahî, KT bi van kiryaran huquqa navnetewî dide
bin lingan û dijminahîya mirovetîyê dike.
Di vî zemanî da qedexekirina zmanê milletekî di warê
dan û stendinê û perwerdegarîyê da ji barbarîyê pêve ne tiştek
e. Eva nijatperestî û faşîstîyeke eşkere ye.
Em, wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan, bi dil û can
piştgirîya vê daxwaza xortên Kurdan dikin. Her usa jî
hêvî û daxwaz dikin ku hemû milletê me ji vê daxwazê ra xwedî
derkeve.
Her usa jî hêvî û daxwaz dikin ku herçî xebatkar, rewşenbîr
û demokratên gelê Tirk jî piştgirîya vê daxwazê bikin,
dijî vê zulma nedîtî derkevin.
Divê raya giştî ya dinyayê jî li himber vê zordestîyê
bêdeng nemîne.
Berî hemûyan Yekitîya Ewrûpê li himber binpêkirina
Şertên Kopenhagê bêdeng nemîne.
Divê dewleta Tirk êdî dev ji vê har û hovîyê berde.
PARTİYA SOSYALİST A KURDİSTAN
22, Çileyê
Pêşîn 2001
|