PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 
Erdhêjana Bîngolê

Ewqas telefat ne qeder e, lê ji bê tedbîrîyê ye

Bîngolcardin bi ber zilzilê ket. Roja Yekê Gulanê ber bi sibê erd hejîya, bi dehan avahî hilweşîn, yek ji wan mekteba zarokan bû. Ji nuha va ji sedî zêdetir mirî, ji 500´î zêdetir jî birîndar heye. Gelek kes jî hîn di bin pagan da ne û tirs ev e ku mirî û birîndar zêde bin.

Li Tırkîyê û Kurdistana Bakûr zılzile salê li cîyekî dixe. Li Kurdistanê di van bîstî- sî salên dawî da gelek cî di erdhêjanê da hilweşîn û bi hezaran can telef bûn. Gelo çima usa ye? Eva qeder e? Qe nebe ji bo kêmkirina xisaretê çare tune?

Helbet, meriv nikare pêşî li erdhêjanê bigre, lê dikare tedbîrên baş bistîne û xisaretê kêm bike. Bi taybetî li cîyên ku li ser xeta erdhêjanê ne.

Berî hertiştî jî divê xanî li cîyê saxlem bêne avakirin û baş bêne avakirin. Li welatên wekî Japonya ku tedbîr hatine stendin di erdhêjanên herî xurt da jî telefat kêm e. Di erdhêjanên wek ya Bîngolê da, ku hêza xwe 6,4 çar e, avahî hilnaweşin û telefata can çênabe.

Li Tırkîyê jî ev tişt bi salan e têne qisekirin, lê dewlet û hukumeta Tirk tedbîr nastîne.

Dewleta Tirk perê xwe bo sîlehan, bo şer serf dike. Bo xibarbkirinê, ne bo avakirinê.

Ev bîst salê dawî di şerê dijî Kurdan ê qirêj da ji sed mîlyar dolarî zêde pere rijandin. Bo çi? Bo ser û bin kirina welatê me. Çar hezar gundê me şewitandin û hilweşandin, 30-40 hezar însanê me kuştin, çar mîlyon mirove me koçber kirin; bê mal, bê erd, bê kar û bê nan û av hiştin.

Lê dikaribûn bi vê mesrefa mezin him ji erdhêjanê ra jî çare bibînin, xanîyên baş avakin, him jî ji gelek derd û pirsên dinê ra, wek xweşî, perwerdegarî çare bibînin û xelkê bikin xwedî nan û kar.

Lê dewleta Tirk hatina welat û millet di rîya xirab da serf dike, ordîyeke mezin û hêzeke polês ê mezin xwedî dike, dijî Kurdan, heya dijî Tırkan... Ew hatina welat û millet dide balafir û keştîyên şer, dide tank û top û roketan...

Ango di erdhêjanan da ewqas zirar, ewqas telefat ne qeder e, çare jê ra heye; lê ev dewlet dewleteke xirab e, ji van pirsan ra çare nabîne, serda jî welatê me bi destê xwe ser û bin dike. Bi hezaran gundê me, û bi dehan bajarê me bi destê xwe xirab dike.

Heya piştî vê erdhêjanê jî dîsa êrîşê ser xelkê me kirin, sîleh berdan, panzer ajotin ser, lêdan, ji ber ku xelk li der, di sermayê da mabû û çûbû li pêşîya vîlayetê kon û battanîye dixwast û acizîya xwe nîşan dida.

Heya ku ev dewlata zalim û zordest, ew hêzên şovîn, nijadperest û mîlîtarîst li ser hukum bin, ji Kurdan ra jî Tırkan ra jî, ango ji gel ra rehetî û rindî tune.

Lê ev sazûmana zordest jî rojekî wê hilweşe wek ya Þahê ¢ranê û wek ya Saddam; şik tune.

Bıla serê xwîşk û birayên me yên Bîngolî sax be, ku mirovên xwe di vê erdhêjanê da winda kirin. Her usa jî em daxwaz dikin ku herçî birîndar rojkî berê xweş bin.

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

2 Gulan, 2003

 
PSK Bulten © 2003