PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

Beyana PSK li ser êrîşa Apocîyan:

Ger alîkar nabin, nebin asteng jî

Çend komeleyên Kurd 15 Adarê li Berlînê Newroz bi hevra pîroz kirin. Şev di saet şeşan da dest pê kir, salon tijî bû û xelkê bi coşeke mezin Newroza xwe pîroz dikir.

Saat heft û nîvan da dema Şivan Perwer di sehnê da bû, grûbek Apocî (qasî sî kes) bi ço û zincîran êrîş anîn ser şevê, êrişî ser Şivan Perwer kirin, slogan avêtin, gotin “bijî serok Apo!” û xwestin şevê belav bikin. Lê parzêgeran û xelkê salonê bi dengekî bilind û bi şîara “Bijî Azadîya Kurdistan!” ew bêdeng kirin,  rabûn, êrîşker avêtin der. Ji sêrkaran, mêr, jin û zarok tu kes ji salonê derneket. Şevê dîsa wek berê, gor programê heya saet 10´an bi coşeke mezin dewam kir û giha dawî.

Apocîyan şeva dinê, ango di 16´ê Adarê da li Newroza Parîsê jî xwestin bi êrîş bikevine salonê. Lê vêcar, ji ber ku tevdîr baştir hatibûn girtin, ne karîn. Herçiqas cêribandin, lê bi ser ne ketin. Şeva Parisê jî bi şahî derbaz bû.

Xuya ye eva ne karê hin kesên beredayî ye, bi plan û dezge têne kirin. Ger bi îzn û destûra, heya bi fermana mezinên wan, yê PKK-KADEK´ê nebe ev kes tiştekî usa nakin.

Gelo sebep çi ye? Kurd Newroza xwe pîroz dikin, zirara vê ji PKK yan KADEK´ê ra çi ye? Him jî di demeke usa da ku Tirkîye hazirî dike êrîş bibe ser Kurdistana Başûr..

Di demeke han da ev kiryarên hanê tenê bi kêrî dijminên Kurdan tên. Ew dijminên ku dixwazin dubendî bikine nav Kurdan, wan berdin hevdu.

Şik tune ku Dewleta Tirk bi plan û dezge hewl dide PKK-KADEK´ê berde ser Kurdên Başûr. Da ku Kurdan bi hevdu mijûl bike û planên xwe bigerîne.

Ango ev êrîşger, bi zanîn yan jî bi nezanî, di xizmeta dewleta Tirk da ne.

Eger bi nezanî dikin, em wan hişyar dikin. Cardin vê bêbextîyê bi Kurdan nekin. Nebin halet û destikên dijmin. Newroz cejna hemû Kurdan e. Li welat dewleta Tirk nahêle em cejna xwe bi serbestî pîroz bikin. Gelo li der jî ev kar dikeve ser milê we?

Em bala serok û berpirsîyarên KADEK´ê jî careke din dikişînin. We dema borî da dijî tevgera Kurd gelek xirabî kir, hûn gelek caran bûn destikê provokasyonê. Ma hûn hîn ji vî karê xirab bêzar ne bûne? Di rojeke han da ev tişt bi kêrî kê tê?

Ger hûn bi rastî ne li pişt van êrîşan in, hingê helwesta xwe eşkere bikin. Raya giştî ra bêjin: “Yên ku van êrîşan dikin yan şaş in, yan di xizmeta dijminda ne. Provokator in, dixwazin Kurdan berdin hevdu.”

Çavê xelkê li ser we ye, rojname û têlewîzyonên we heye, kerem kin, raya xwe eşkere bikin, van êrîşgeran faş û rûreş bikin.

Ger nekin, berpirsîyar hûn bi xwe ne û milletê Kurd jî vê yekê dibîne.

We bi salan e tiştên usa xirab kirin; lê we jî herkesî jî dît ku kirinên han bê feyde ne. Newroz cejna me ye û emê pîroz bikin. Her usa jî tevgera Kurd bi êrîşan, bi hîle û dafikan, bi bêbextîyan nasekine, berdewam e.

Îro Kurd ji her dem û rojî zêdetir bi hevra ne. Dicivin, dimeşin, daxwazên xwe bilind dikin, kûçe û kolanên bajarên Kurdistanê û yên Ewrûpa dihejînin.

Hûn ger piştgirîya vî karî nakin, qe nebe nebin asteng.

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

17 Adar 2003

 
PSK Bulten © 2003