QIRARA MAQÛLÎ
Eskerê BOYÎK
Dema min bihîst ku kek Kemal dest ji Sêkrêtarya
Giştî ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan berdaye,
rast bêjî kaserek hate min...
Salên dirêj e dostanya min bi vê partîya Kurdistanî
ra heye... Rîya wê, kar û barê wê, destûr û armancên
wê nêzîkî ruhê min in. Her kurdek, eger bi rastî
xîreta miletî jêra heye nikare derheqa azaya welat
û gelê xwe da nefikire. Ew jî derheqa gel û welatekî
usa ku bin nîrê çar dagerkiran da perçekirî dizêre
û heta navê wê jî bi zulm û zorê hatye qedexekirin...
Ev tiştek xezayî ye û fikirandina usa dijî
tu kesî nîne. Di rêya şerkarya azaya Kurdistanê
da bawarya min pir bi sîasya vê partîyayê tê. Ji
bo wê jî dostanya me dostanîke zelal, xurt û bê
qelp e.
Serketina sîyasîya şerkaryê – azadaryê bi rê û
rêbazên rast, gîhîştina armanc û xwestekan çawa
di kar û xebatên hemû partîyayên sîyasî da, usan jî
yên kurdan da bi gelekî ji xebat û têgihîştina
rêvabirya wan, ya aqil û dûrdîtî va girêdaye...
Îsal dibe sî salî ku kek Kemal rêvabiryê li vê
partîya Kurdistana Bakur dike. Ewî hîmê wê partîyayê
danye û bi destê xwe bi alîkarya hevalan dîwarê
wî avayê delal kevir bi kevir bilind kirye, gîhandiye
roja îroyîn...
Em tev jî zanin, ku ev sal salne çiqas zemet
û dijwer bûn seva hêzên wek PSK ê. Ew dem di jîyana
gelê kurd da dema hişyarbûn, şerkarî û serhildanên
dîrokî bû. Pêra jî qetil û qanê mezin hatin serê
kurda....Gelek hêz di wê rîya dijwer da, bin giranya
zulm û qetila dewleta Tirk û hêzn der û hundur
da helyan, herifîn, yan sêrek bûn. Hinek jî mîna hewildanga
werimîne nizanin kuda bimeşin, çawa xwe ra rê
bivînin...
Kê çawa difikire, nizanim, lê çiqasî ez zanim, di
wê rîya dirêj e, dijwer e bi kelem ra kek Kemal
û partîya xwe bi maqûlî, serbilindî derbaz bûne û
di şerkarya rizgarîxwezya gelê xwe da gavek
jî paşda navîtin e, neketin e nava lîstikên dijminan.
Çarîneke wî dikeve bîra min:
Rêberî ne hêsan e, ey mervê delal, bi êş
û jan e
Karkir û hoste, hunermend e ew, bi dil û can e
Li ber qirş û qal, li dest gêziyek, bimal ha
bimal !
Tim li pê, tim li rê divê, li pişt barekî giran
e.
Kek Kemal ne ku tenê rêvabirî partyake Kurdistanî,
ya sereke kirye lê sîyasetmender, şoreşger,
fîlîsof, nivîskar, zimanzan, dîroknas, werger bi gilîkî
rewşrmbîrekî kurdî dema meyî herî bi nav û deng
e, xweyê berhemên giranbiha, kûltûra bilind e.
Berhemên wî yê nivîskî û weşandî ewqas pir
û cihêrebgin, karê kirî ewqas berfire, kûr dewlemende
ku qewata kêm rewşembira dane.
Bi du zimana / kurdî û tirkî / berevokên wî yê
helbest, çarîna û çîrokan, bîranînan, wergeran, xebatên
dîrokzanî, zimanzanî, edebyetzaî, sîyasî, têorêtîkî îro
kitêbxane û textê her kurdekî xwende, welatparêz û
xweyê sidqê qenc dixemilînin.
Eva çend sale ez tim hîvya hejmarên nû yên rojnemên
Azadî, Ronahî, Hêvî, Roja Teze bûme, ku nivîsê wî yê
quncika bixwinim...Wan da nivîskar bi zarekî kurmancîyî
xweşî zelal, bi kêranîna gotin, meselê, xeberokên
pêşyan û gotinên şexsên dinyayêye mezin,
pirsgirêkên demê, yê here aktûal ku li ber Kurd û
Kurdistanê sekinîne pêşda kişandiye, analîz
kirya, rîya çaresrkirna wane here optîmal û maqûl
daye...
Bi texmîna min sîyasetmedar û şoreşgerên
kurd, dîroknivîs karin gelek tişt ji van berhemên
giranbiha hîldin.
Ew fikirên ku wî derheqa Cegerxwîn da gotye / Pêşgotina
Dîwana Yekan – ŞÊWRA AZADÎ / mirov kare ji bo
wî bi xwe jî bêje: „ ... bi jîyan û xebata xwe,
karê sîyasetê û çandî bi hev ra ajot û bi wî
awayî derseke gelek mezin da wan kesan, ku dixwezin
van herduyan ji hev veqetînin...“
Çîroka jîyana wî destaneke fêrbûnê ye, dibistneke...Maqûlî,
nevs biçûkî, merivhizî, xebathizî, hevalhizî, kultûra bilind
tim bi wî ra ne.
Gelek rêber û serokê me, ji vê kirina wî ya van
rojên dewî jî gerekê dersê hîldin... Bizanbin, ku tu
kar, tu kes heta hetê nîne...
Dewya bedew jî maqûltîye û dest her kesî nakeve...Gelê
me berêda gotye: „Mêranî û maqûlî kirasek nîne, ku
meriv bi pera xwe ra bikire...“
Rast bêjim bûyar, tişt, kar, demsal hene mirov
hîvya dewî hatina wan e, lê tişt jî hene
dewî hatina wan qet fikira mirov ra jî derbaz nabe...
Dema ez pê hisyam, ku kek Kemal dest ji Sekrêtarya
Giştî ya Partîya Sosyalîst a Kurdistan berdaye
kesereke kûr hate min... Lê pêra jî gotineke wî kete
bîra min: „ Karê rêxistinî karekî kollêktîf e, ha
mirov li serê refê be, ha li dewî, hemû jî hêja
ye...“
Ez bawarim, ku kek Kemalê, dîsa bi temamya qewat, tercibe
û zanîna xwe wê bi partîya xwe ra be.
Bi vê gotara biçûk, meremê min nîne xwendevana temamya
kar û barê vî mirovê bi herfê mezin ra bikim nas,
yan pesnê wî bidim. Emekê gewre, yê salan li ber
çevan e…Dibêjin: „ Êl maka mêra ne...“
Xwestina min e çawa mirovekî kurd, çawa xwendevanek
ji bo wî emekê mezin sipasya xwe bidime MAMOSTAYÊ
hêja û bi xeberên wî dewî gotara xwe bînim:
Em, hemû, dost, heval, hogrê wî, bi wî serbilindin
!
Em bawarin, ku ew xebata wî kirye avê da naçe !
Ala azayî û rizgarya welatê xwe, ku wî bi mêranî
bilind kir pêşda bir di destê şîrhelaladane!
Em hîvya berhm û karên wî, yê nû ne !
21. 01. 2004.