PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
PSK
PSK Bulten
KOMKAR
Roja Nû
Weþan/Yayýn
Arþiv
Link
Pirs û Bersiv
Soru - Cevap
Webmaster
psk@kurdistan.nu
 
 

 

Ey “Faîlî Meçhûl” tu li ku yî?..

Dema rojnamevanê bi nav û deng, Uxur Mumcî hate kuştin, Demirel got: “Ev tişt ji bo dewletê mesela namûsê ye û emê curmkar derxin meydanê.” Lê sal bi dû hêv derbaz bûn, curmkar hîn jî eşkere dibin..

Di vê navberê da du-sê caran hin kes girtin, hercarê gotin va ye me qetilkar girt û curmê xwe êtiraf kir. Gotin li pişt curm Îran heye. Lê hercar jî derew derket.

Lê qetla serokê emna Dîyarbekrê Gaffar Okan û hevalên wî? Ji bo wê qetlîamê jî gotin karê Hîzbûlla ye û dîsa li pişt Îran heye. Lê wek qetilkar kes ne hatibû girtin. Koma qetilkaran bûbû sır ji pêş çavan winda bûbû. Meh derbaz bûn û cara pêşîn li dîyarbekrê bi navê Hasan Sariaxaç merivek kuştin, gotin yek ji qetilkarên wî bû. (Baş e, ger qetilkar e tu çima dikujî, çima saxe sax nagrî ku belkî qise bike û hin tişt derkevin meydanê?) Carê jî bi navê Mehmet Fîdanci yekî din girtin, gotin va ye curmê xwe êtiraf kir û hertişt eşkere bû. Lê ew jî derew derket.

Çend roj berê çend kesê din girtin û gotin hınek qetilkarê Okan, tevî silahên xwe hatine girtin. Gelo bi vê gotinê jî bawerî dibe? Dibe ku dîsa, bi rîya eza û tedayê curm kirin ser hinekan û tilîya wan jî danîn ser silehên qirêj, çawa didin ser Quranê..

Heya nuha gelek caran hat dîtin ku, berpirsîyarên dewleta Tirk xelkê vî welatî kirine cîyê ehmeqan, gor kêfa xwe dixapînin, jê ra derewan dikin.

Dewleta Tirk heya nuha ne kuştina Mumcî, ne jî yê dinê eşkere kir. Bi hezaran bûyerên hanê wek “faîlî meçhûl” (curmkarê ne xuyayî) man.

Ev tişt li Tirkîyê gelek normal e. Dewletê ger bixwasta ev curm hemû eşkere dikirin. Lê naxwaze. Ji ber ku curmkar bi xwe ye. Mumcî jî, Okan jî, hezarên dinê jî bi destê xulam û xizmekarên dewletê, bi destê Kontrgerîlla, JİTEM, “Tîmên Taybetî” û yên din hatin kuştin. Sazûmana kevneperest û zordest, mîna  Dehaqê zalim, ji bo ku emr û jîyana xwe dirêj bike, bi vî şiklî ne ku tenê welatparêzên Kurd, lê gelek şoreşger û demokratên Tirk jî kuşt û windakir.

Ji xwe, dinya alem jî zane, Hîzbulla bi xwe jî bı destê dewletê hat çêkirin, kadrên wê di ordîgehên mintiqa cendirme da talîm û terbîye bûn û curmên wan bi destê zabit û polêzên dewletê hat plankirin û qetilkar bi destê dewletê hatin parastin.

Gelo xelkê vî welatî, rewşenbîrên vî welatî û rojnamevanên vî welatî li himber ewqas derew û komplo çima dengê xwe dernaxin? Meriv dikare bêje xelk gêj bûye, rewşenbîr nayêne dîtin, rojnamevan jî ji xwe di van kiryarên xirab da şirîkê dewletê ne, ango dev û dengê wê ya derewîn in; fen û fêl, plan û dezgeyên wê dixemilînin û xelkê pê dixapînin.

Lê tiştek êdî li ber çavan e: Ev dewlet derewîn e, komplokar e û bi gotinên berpirsîyarên vê dewletê tucar bawerî nabe.

 

 
PSK Bulten © 2001