Zengil ji bo kê lêdixin?
Ferhad CAN
Çend mehên dawî Tirkîye bi hilbijartina giştî mîjûl
bû. Çend roj berê (3’yê Çirîya Paşîn) hilbijartina giştî
çêbû. Encamê hilbijartinê li Tirkîyê jî, li dinyayê jî gelek
balkêş e.
Yek ji vê balkêşîyê ev e ku tenê du partî ketine parlamenê.
Yê dinê hemû di bin benda (baraja) bilind da man, ku di sedî
da 10 e.
Partîya Edlayî û Pêşveçûnê (AKP) di sedî da 35’ê dengan
girt û 363 vekîl derxist. Ewê bibe hukumet. Partîya Komarê
ya Gelî (CHP) jî di sedî 19’ê dengan girt û 178 vekîl derxist
û ew jî wê bibe muxalefet. 9 heb jî wek serbixwe hatin hilbijartin.
(Temamîya parlamenê 550 kes e.)
Partîyên dinê bi temamî li dervayî parlamenê man.
Serketina herdu partîyan (AKP û CHP) ne surprîz bû. Ji ber
ku hîn berî hilbijartinê, anketan nîşan dida ku AKP gelek
li pêşîyê ye û CHP jî bi dû wê ye. Lê windakirina temamîya
partîyên dinê ji bo gelek kesan -li welat û li der welat-
bû surprîzeke mezin.
Ecevîtê bi nav û deng, sîyasetvanê 40-50 salan, ku di hilbijartina
berê da dengên herî zêde stendibû (% 21) û serokwezîr bû,
vêcar tenê % 1 deng stend!
Tevî wî şirîkên wî yên hukumetê (MHP û ANAP) jî di binê
bendê da man. Ne tenê partîyên hukum, yên muhalefetê (DYP
û SP) jî li dervayî parlamenê man.
Xelkê bi dengên xwe wekî şoreşek kir, partî û serokên
berê avête nav gamarê. Tevî Ecewît, Baxçelî, Yilmaz, Çîlxatûn,
Kutan û Cem, hemû çûn…
Evana bi salan e di sîyaseta Tirkîyê da li pêş bûn.
Serokê partîyan bûn, serokwezîr bûn, wezîrê derva bûn.. Vana
gelek caran bebetê vê quncikê bûn; me li ser wan dinivîsand
û şerê wan dikir.
Gelo çi bû ku vana hemûyan bi hevra usa ketin, rûreş
bûn, rezîl û kepaze bûn? Çima xelkê li wan wa kir?..
Helbet sebep hene. Yek ji wan ev e ku, ew partîyên ku windakirin
bi salan e Tirkîyê îdare dikin, lê tu pirsê gel çareser ne
kirin. Ne sînorê heq û azadîyan fireh kirin, ne pirsa Kurd
çareser kirin, ne jî pirsa aborî. Hemûyan jî gel xapandin,
şêlandin û rewşa gel û welat roj bi roj xirabtir
kirin.
Partîya Çîllerê (DYP) jî, ya Eewît û Baxçelî (DSP û MHP)
jî berhemê şer û şovînîyê bûn. Ewana nanê xwe ji
şerê dijî Kurdan derxistin. Şerê qirêj germ kirin,
xelk bi parçebûna gel û welat tirsandin, xapandin û dan dora
xwe.
Di sala 1999 da, dema Ocalan hate girtin, Ecevît serokwezîr
bû. Wî û Baxçelî ev yek wek qeremanîyeke mezin nîşan
dan. Pêla şovînî û nijadperestîyê li Tîrkîyê ji her demî
bilindtir bû. Partîya Ecevît bû yekemîn, ya Baxçelî jî duwemîn.
Hukumeta teze ji van herduyan û tevî Mesut Yilmaz (ANAP) çêbû.
Lê welatek bi salan bi vir û derewan nayê îdarekirin. Bayê
şovînîyê zû belav bû. Welat di dema vê hukumetê da ket
nava du krîzên mezin. Hukumetê xwe avêt derîyê IMF û dênên
teze girtin. Lê tevdîrên teze dîsa li ser pişta xebatkaran,
feqîr û fuqereyan bû. Perê Tirkîyê bû pûl, neçarî û bettalî
gor berê qat bi qat zêde bû. Bi mîlyonan kes karê xwe winda
kirin. Bi sedhezaran kes dikan û mixazeyên xwe girtin.
Sedemê esasî ev e ku xelkê reben di vê hilbijartinê da ne
guhê xwe dan vir û derewên wan, ne jî dengê xwe dan wan. Xelkê
ew ceza kirin.
Sedemek din jî bilindbûna bendê hilbijartinê bû, ango % 10..
Van partîyan ew bend usa bilind danîbûn ku Kurd û partîyên
marksî jê derbaz nebin. Her usa jî danexistin, ji bo ku tevî
Kurd û sosyalîstan, reqîbên wan ên dinê jî jê derbaz nebin,
nekevin parlamenê û meydan ji wan ra bimîne. Ango xwestin
vî bendî wek dafik bi kar bînin.
Lê tiştê xerîp, her usa jî xweş, ew bi xwe pê ketin.
Ew bend bû xelek kete stûyê wan!..
Yek ji balkêşîyên vê hilbijartinê jî ev e ku AKP partîyeke
Îslamî ye. Li welatekî wek Tirkîyê, ku ev 80 sal e di rîya
Kemalîzmê da diçe, serketina Îslamîyan bi vî şiklî bûyereke
gelek mezin e. Ango ev hilbijartin wek sîlleyeke gelî ye li
rûyê Kemalîstan..
Malûm e, Kemalîzm bi navê modernîzmê, bi navê himçaxî û laîkîyê
welat îdare kir û ji gel ra rê nîşan da. Lê tiştê
ku kir ne modernîzm bû, ne himçaxî, ne jî laîkî. Kemalîstan
pirrengî û pirdengîya civakê qebûl ne kirin, xwestin gor kêfa
xwe yek reng û yek şiklî bidin civakê.
Modernî li ba wan cil û lîbasên, adet û usûlên Ewrûpî bûn.
Laîkî li ba wan zordestîya li ser bîr û bawerîyên xelkê bû.
Gotin û rayên Mistefa Kemal bûn wek ayetên Quranê ku jê şik
nabe.. Ango Kemalîstan zanîn û raman jî cemidandin.
Bi vê aqlîyetê Kemalîstan milletê Kurd û yên dinê înkar kirin,
xwestin herkesî bikin Tirk, zman û çandên dinê winda bikin.
Ev sîyaseta nijatperestî û zordestî ye ku 80 sal e dajo û
tê. Bona vê yekê li vî welatî şer û şewat tu car
kêm nebû û heyîyên welat di vê rê da telef bûn.
Kemalîstan tim xwe ji ser gel ra dîtin, qîmet ne dane ray
û dengê gel.
Berê di warê sîyasetê da tenê CHP (Partîya Kemalîstan) bû.
Piştî pir partîtîyê jî rewş ne guharî. Kî bê ser
hukim jî, “sîyaseta dewletê” ne guharî. Ango dîsa gor gotina
eskeran û gor qeydeyên Kemalîzmê bû.
Kemalîstan bi darê zorê rê li ber Îslamîyan, sosyalîstan
û Kurdan girt.
Bi vê sîyasetê tu welatek nikare pêşva biçe, modernîze
be. Tirkîyê jî bi vê sîyaseta kevn û bi îdeolojîya cemidandî
ne karî pirsgirêkên xwe çareser bike. Pirs û problem sal bi
sal giran bûn gihîştin vê derecê.
Li dawî rê li ber Tirkîyê hate girtin.
Ew hilbijartina dawî daxwaza gel e ji bo gunartinê. Xuya
ye êdî zikê xelkê ji gotinên Kemalîstan têr bûye û êdî guh
nadine laf û gef û fortên eskeran...
Lê ew Îslamî çi bikin? Gelo ew li ser pirsên heyî çiqas rast
difikirin û proje û bernameyên wan çi ye? Ew jî pirseke dinê
ye û divê di nivîseke dinê da li ser bisekinim.
|