Dersên Dîrokê
Ferhad CAN
Dîrok serpêhatîyên mirovê berê ye.
Jîyana wan, şerê wan, berhemê wan û guhartina civakê
di zeman da.
Xwendin û hînbûna dîrokê ji bo çi ye,
tenê ji bo mereqê?
Mereq sedemekî hînbûnê ye. Mirov him
borî, him dahatûya xwe mereq dike. Mirov, hîn wek zarokekî
piçûk li der û dora xwe digere, bi çevekî mereqdar lê dinêre,
dest lê dide, dipirse...
Lê dîrok her usa jî ji bo ders stendinê
ye. Dibêjin yê ku borîya xwe nasneke, nikare li ser dahatûya
xwe zelal bifikire, rêyeke rast bide pêşîya xwe.
Lê em mirov ji dîrokê çiqas dersa distînin?
Gotinek heye: Ger mirov ji borîyê ders
bistendana ewqas şaşî ducar dibûn?.
Belê şaşî duh jî hebûn, îro
jî pir in. Meriv -li şaşîyên xwe nebe jî- li şaşîyên
xelkê dinêre û metel dimîne. Li himber çavbirçitî, neheqî,
şerrûdî û ehmeqîya mirovan.. Û meriv dikeve şikê:
Gelo ew mirov bi rastî xwedî aqil in, yan na?
Gotinek din jî heye: "Hafizayê
beşer bi nîsyanê melûl e.." Ango bîra mirovan wek
tûrekî kunik e, tişt ji jor dikevinê, ji qula binî derdikevin
diçin.
Gelek kes wek tûrê kunik in. Gotin
ji guhekî wan dikeve hundur, ji guhê din derdikeve diçe..
Gelo ger bîra mirovan usa melûl ne
bana, halê gelek welat û milletan usa xirab dibû?
Hela carê li rewşa Tirkîyê binêrin.
Ev çil sal e ku Silo, Eco û Neco tên û diçin.. Xelk ji yekî
bêzar dibe, direve, xwe davêje bextê yê dinê. Cardin tê xapandin,
cardin direve, lê dîsa xwe davêje bextê yê berê!
Xelk di navbera van diz û derewînan
da, di navbera van zordestan da tê û diçe. Her yek çermekî
ji pişta wî radike.
Lê xelk dîsa ji bîr dike, dîsa xwe
davêje bextê wan, ji wan ra dibêje dayê û bavo!
Gelo, yê ku ji tiştên bi çavê
xwe dîtîye û jîyaye, ji serpêhatîyên xwe dersê nestîne, çawa
dikare ji dîrokê bistîne?..
Lê em Kurd, em çiqasî ji dîrokê dersê
distînin, bîra me çiqas xurt e, yan sist e? Ew jî li ber çavan
e..
Bîrsistî nezanî ye.
Milletê bîrsist dost û dijminê xwe baş
nasnake û bi rehetî tê xapandin. Kesên derewîn, kesên xirab
gelek caran bi navê rêberîyê didin pêşîya wan û dibin
dikin dafika dijminan.. * *
*
Hela carê li dîroka Amêrîkê binêrin,
çiqas balkêş e! Ger meriv bizane jê dersan bistîne, bi
dersan tijî ye.
Ewrûpîyan, ango "mirovên sipî",
Portekîzî, Spanyol û İngilizan bi keştîyan çûn vî
welatî. Hingê Amêrîka ne erdekî xalî bû, bi mirovan tijî bû.
Ew mirov cî û cî xwedî bajarvanîyeke kevn bûn; lê hîn bê nivîs,
ango "bê dîrok" bûn.. Hesin û barût hîn ne dizanibûn.
Ango bê hesp, bê şûr û tifing bûn...
Lê aşitîxwaz bûn. Wan, ew mirovên
sipî ku bi keştîyên ecêb ji deryayan derketibûn hatibûn,
bi rûyekî ken, bi fêkî û nan ezimandin. Gul û xemlên xwe,
kevirên xwe yên rengîn pêşkêşî wan kirin.
Lê mirovên sipî çavbirçî bûn, hertiştê
wan, serda jî azadîya wan ji dest wan girtin. Bi silahên xwe
yên baş, bi hesp û şûr û tifingên xwe li wan qelibîn,
ew qirkirin, revandin, bela wela kirin.
"Mirovên sipî" xwedî hesp,
xwedî şûr û tifing, xwedî nivîs, lê bê vîcdan û bê merhemet
bûn...
Mirovên sipî ji wir zêr û zîv, patetes,
temetêz û titûn anîn û nexweşîyên xwe birin wir. Zekem
û firengî...
Dîroka Amêrîkê bi vî şiklî dest
pê kir...
Mirovên nu hatî, yên berê ji erdên
wan derxistin û berê wan dan çîyan û daristanan, cî û cî paqij
kirin, nehiştin... "Çermsorik" nuha li Bakûrê
Amêrîkê wek gakûvîyan di hin parkan da têne dîtin, wek bermayîyek
ji dîrokê û wek tiştekî tûrîstîk û balkêş...
Lê "mirovên sipî" berekî
va çermsorik ji erdê wan qelandin, berekî va jî ji Afrîqa
reşik bendkirin û anîn, kirin koleyên xwe, di erdê teze
û fireh da dan xebitandin.
Bi sedsalan jî bi vî awayî çû.. Devlemendî
û bajarvanîya Amêrîkê li ser xwîn û xuha van reşikan
bilind bû...
Li Bakûr, mirovên sipî yên Amêrîkê,
berê dijî kilonyalîzma İngiliz serî hildan û azadî xwestin.
Ew azadî û demokratî tenê ji bo sipîyan bû. Koletîya reşikan
berdewam kir. Heya şoreşa senayîyê, geşbûna
kapîtalîzmê.
Kapîtalîzm hewcedarî xebatkarên serbest
bû, ku bikaribe keda xwe bifroşe. Bona vê yekê şerê
hundurî destpê kir, di navbera kapîtalîstan û xwedîyê çitlîkan
da ku karê wan bi destê koleyên reşik bi rê va diçû.
Li dawîyê kapîtalîstan qezenc kir û
yên din winda kirin. Koletî giha dawî.
Ew guhartinek ber bi pêş bû, lê
ne di saya vîcdanê mirovên sipî, di saya kîsê wan da bû..
Koletî giha dawî, lê dîsa jî reşik
nebûn wek sipîyan, nebûn xwedî hemû heq azadîyan. Mirovên
sipî dîsa bi çavekî kêm li wan nihêrîn, ew piçûk dîtin, bi
wan ra ranebûn û rûneniştin. Ew nehiştin mektebên
xwe, civatên xwe. Gelek kar, bi taybetî sîyaset, rêvabirina
kar û barê civatê ji wan ra qedexebûn.
Heya van salên dawî. Ku di dinyayê
da hin milletan sazûmana sermîyandarî hilweşandin û berê
xwe dan sosyalîzmê. Ku sazîya kolonyalîzmê şikîya, li
çaralî dinyayê şoreşên serxwebûna milletan dest
pê kir û tevgera reşikên Amêrîkanî jî xurt bû.
Sazîya mirovên sipî yê Amêrîka dîsa
jî bi salan lingê xwe da erdê, di zulm û neheqîya xwe da israr
kir; lê rûreş bû û tenê ma, li dawîyê dev ji sîyaseta
nijadperestî berda, heqê reşikan naskir..
Ev guhartîn jî ber bi pêş bû,
lê ne di saya vîcdana "mirovên sipî" da, bi berxwedana
reşikan û bi guhartina dinyayê bû..
Dîroka Amêrîkê bi vî rengî ye..
Nuha Amêrîka di warê aborî û eskerî
da mezinê dinyayê ye, axayê dinyayê.. Gelek kes jê ra çepikan
dikutin, li ber xar dibin. Eva normal e, mirov bi piranî usa
nin, li ber xurtan xar dibin.
Lê divê mirov bizane, tiştê ku
xurt dikin her tim ne ji bo başî û rindîyê ye, lê ji
bo wan bi xwe ye..
Divê meriv dîrokê ji bîr neke û jê
dersan bistîne, da ku bikaribe başî û şaşîyê
ji hev cuda bike û da ku nekeve cîyê ehmeqan...
|