Partîya teze pîroz be! (*)
Ferhad CAN
Li welat bi destê Kurdên welatparêz partîyeke teze avabû,
bi navê “Hak ve Özgürlükler Partisi” (Partîya Heq û
Azadîyan). Navê xwe yê kurt HAKPAR e. Serokê Partîyê Abdulmelîk
Firat e.
Kesên ku ev partîya teze avakirin, di salên borî da
di rêxistinên curbecur da kar û xebat kirine. Di nav wan da
bi alîyê bîr û bawerî da mirovên sosyalîst, yên sosyal demokrat,
lîberal û İslamî hene. Lê li ser daxwaz û armancekî miştêrek
hatine ba hev. Ew jî, çawa navê xwe nîşan dide û di bernama
xwe da hatîye nivîsandin, destxistina heq û azadîyan e.
Helbet, berî hertiştî Kurd hewcedarî heq û azadîyan
in. Digel Kurdan Milletê Tirk jî. Herdu gel jî hewcedarî demokratîyê
ne, hewcedarî nan û kar in. Ev partîya teze ev armancên pîroz
dane pêşîya xwe.
Em tim jî dibêjin, xebata legal ji bo Kurdan gelek bi
kêrhatî ye, ferz e. Heya nuha Kurdan pirî caran rêxistinên
nehînî, îllegal ava kirine. Ne ku ji hezkirina karê nehînî,
lê neyar ew mecbûr kirine, firsend ne daye wan ku eşkere
kar û xebat bikin. Dîsa jî Kurdan kîngê firsend dîtine cêribandine
ku partîyên legal avabikin, kar û xebata eşkere bikin.
İro jî neyarê me vê rê û firsendê naxwaze bide
me. Kurd nikarin bi nav û nasnama xwe partîyan ava bikin,
bernameyeke têkûz, bi rêk û pêk bidin pêşîya xwe. Navê
Kurd û Kurdistanê ji bo partîyan qedexe ye. Rê nadin ku daxwazên
gel bêne gotin. Hezar asteng li pêş me danîne. Lê dîsa
jî Kurd ber xwe didin. Ev 10-12 sal e ku partîyên legal ava
dikin, bo heq û azadîyên gel ditekoşin. Partî têne girtin,
yên teze ava dibin. Serok û kadrên wan têne girtin, yê dinê
bar digrin ser milên xwe. Xebat nasekine.
Heqê rêxistinî jî yek ji heq û azadîyên bingehîn e.
Lê ew jî bi berxwedaneke bê westan, bi bedêl tê heqkirin.
Yek ji hewcedarîya Kurdan jî ev e: Divê bi hevra kar
bikin. Di 30-40 salê borî da tevgera Kurd di warê rêxistinî
da parçebûyî bû. Di civakeke azad û demokrat da eva normal
e. Lê Kurd bindest in. Dema di warê sîyasî da belawela bin,
nikarin zora neyarê xwe bibin. Bona vê yekê divê Kurd yekitîya
xwe pêk bînin. Ev yekitî carina bi rîya enîyekê, carina bi
rîya partîyekê dibe.
Di rewşa îro da, li Kurdistana Bakûr hewcedarîya
gelê me di warê legal da yekitî ye. Da ku em bikiribin hêzeke
xurt pêk bînin, bawerî bidin gel, hêvîya gel xurt bikin.
İro tiştê ku dibe ev e. Di vê partîya teze
da Kurdên welatparêz, çi sosyalîst çi islamî, çi sosyal demokrat
çi lîberal, tên ba hev, bi hevra kardikin, ji bo heq û azadîyên
hemû gel, ji bo demokratîyê.
Em wan kesan pîroz dikin ku xuh û xebata wan di vî karî
da heye. Eva beyekî teze ye ku rê vedike li ber yikîtîya gel,
hêvî dide.
Helbet, bi tena xwe yekîtî têr nake. Ji bo serketinê du şertên
dinê jî divê: Yek ev e ku yekîtî li ser xeteke welatparêz
çêbe. Ya din jî, divê ev partî bi şiklekî demokratîk
kar bike; ango di bin tesîra dewletê yan hêzekî dinê da nebe.
Malûm e, di salên borî da HEP çêbû, DEP çêbû, partîyên
dinê çêbûn. Bi taybetî HEP di destpêkê da hêvî da. Kurdên
ji gelek dorhêlan, ji gelek bîr û bawerîyên cuda, ji bo armancên
miştêrek, ji bo azadî û demokratîyê tê da gihîştin
hev. Wek îro.. Lê mixabin PKK, berê dij derket, got “ev partî
dijî min hatîye sazkirin, îxanet e!” Lê piştra jî destê
xwe kire nav, hegemonya xwe li ser çêkir û ew ji rê derxist,
xirab kir. Ango HEP ket xeta şaş a PKK û ne karî
sîyaseteke rast bajo, ne jî di nav rêxistinê da demokratî
ma. Ev tişt hat serê DEP´ê jî. Ango PKK ev herdu rêxistin
jî heram kirin..
Wan kesan îro jî xeteke dinê dane pêşîya xwe ku
zirara xwe ji ya berê ne kêmtir e. Ango ji şaşîyekê
derketin, ketin şaşîyeke din. Nuha ji gor dilê dewleta
Tirk qise dikin û dixwazin Kurdan jî bi temamî bikin xeta
dewletê.
Divê partîya teze ji van bûyeran dersan bistîne. Divê,
berî hertiştî di xeteke welatparêz da bimeşe. Hewcedarîya
Kurdan xeteke welatparêz e. Ya duwemîn jî ev e ku, di nava
partîyê da demokratî bê karanîn û parastin. Partî di hemû
sazîyên xwe da bi serbestî pirs û problemên xwe qise bike,
gor adet usûlên demokratîk rîya xwe rast bike.
Nuha, tiştê ku xuya ye, ev partî li ser van esasan
ava bûye. Daxwaza me ev e ku, hemû endamên partîyê van esasan
wek çavê xwe biparêzin.
Barekî giran dikeve ser hemû endamên partîyê. Ew ji
gelek rêxistinên sîyasî yên cuda tên. Li ser hin tiştan
bîr û raya wan cuda ye. Ango hin sosyalîst in, hin sosyal
demokrat;
hin lîberal in, hin îslamî... Lê divê ji hebûna hevdu ra razî
bin. Di nav partîyê da ji xwe ra komikên cuda ava nekin, dijayetîya
hev nekin. Di navbera wan da tolerans hebe. Tiştê ku
wan anîye ba hev armancên miştêrek in, bernama miştêrek
e. Divê gor vê armanc û bernamê, wek bira bi hevra kar bikin.
Da ku bikaribin bi hevra bikelin, bawerî çêbe û pêşî
li gengeşîyên bê feyde bê girtin.
Helbet di karê rêxistinî da bibê nebê pirs kêm nabin
û carina serêşî jî çêdibin. Ev jî tiştekî normal
e û tim bi rê olaxên demokratîk çareserî jî heye.
Dema dilpakî, xweşbînî û sebr hebe, dema ew dest
bidin hev û kar bikin, şik tune ku ev rêxistin di demeke
kurt da xurt bibe û roleke mezin bilîze di jîyana gel da.
Ev hêvîyeke teze ye ji bo milletê Kurd û divê ev hêvî
neşkê.
Her usa jî, dikeve ser milê hemû Kurdên welatparêz ku
piştgirîya vê kar û xebata pîroz bikin, tê da cî bigrin,
wê xurt bikin.
--------------------------------------------------
(*) Ji Dema
Nu, hejmar 23 hatiye gırtın.
|