Carina jîyan zivistaneke
dirêj e..
Ferhad CAN
Li hin welatan
zivistan tune. Bi taybetî li welatên dora ekwatorê.
Li qutbên dinyayê,
lî yê bakûr û başûr, wek cîyên Antartîka û Grönland,
havîn tune. Dibe ku bihareke derewîn, rûyê xwe nîşan
dide û winda dibe.
Li hin welatan
zivistan dirêj e. Te dît hîn di mehên payîzê da, di çirî heya
îlonê da, tevî ba û bahozên sar berf hat, avan qeşa girt.
Dawîya zivistanê jî li welatên hanê carina heya nîsan-gulanê
dirêj dike.
Li Kurdistana
me, li başûr zivistan sivik derbaz dibin, havîn pir germ
in li hêla Serhedê jî ziddê wê ye: zivistan sar û dirêj in û havîn kurt û hênîk
in..
Lê zivistanên
dirêj jî serbiser ne bi yek rengî ne. Te dît di payîzê da
berf hat û dîsa çû. Di mehên sibat û adarê da jî carina roj
mirovan û gul û daran dixapîne; bihar rûyê xwe nîşan
dide û cardin winda dibe. Carina gul û dar di biharên usa
derewîn da bêwaxt bişku, pel û kulîlk didin
lê berfeke din di ser wan da digre, dişewitin..
Di zivistanên
usa da bîhna mirov teng dibe. Gundîyên ku arwana wan kêm e,
bajarîyên ku êzing û komira wan têr nake dikevin tengasîyê.
Mirov ji hewayê gilî gazinan dike..
Lê li dawî, bibê
nebê bihara rastî û havîn tê.
Jîyana mirovan
û ya civakî û netewî jî carina wek zivistanên dirêj in.
Carina millet
dikevin tengasîyê. Di bin zulm û zêrandina sazûmanên zalim
û zordest da dimînin. Li wan neheqîyên mezin dibe, heqê wan
tê xwarin, welatê wan talan dibe, azadîya wan ji destê wan
tê girtin..
Berxwedan û serhildanên
wan tê şikandin..
Carina zulm û
zêrandina ser wan sist dibe, wekî pêla guhartinê dest pê dike
û rê vedibe li pêş wan.. Lê ew dem wek bihareke derewîn
tê û derbaz dibe. Dawîya zulm û neheqîyê nayê.
Ew demên tarî
ne, reş in di jîyana gel û milletan da. Dema dirêj bikin
hêvî dişkê, bawerî sist dibe.
Wek rewşa
me Kurdan, heya ya Tirkan.. Ku bi salan e di bin zor û zulma
sazîyeke zordest da dinalin.
Lê sazîyên usa
çiqas dirêj bikin jî dawî tê. Tu zordest û tu sazîyeke zalim,
çiqas xurt xuya bike jî, nikare berê dinyayê bigre. Dastpêk
û dawîya hertiştî heye.
Tenê zeman û mekan
e ku bê dawî ye. Tenê hereket û guhartin e ku tim heye. Û
ev guhartin, bibê nebê, rojekî lî dîwarên sazûmanên zalim
xe, wan jî li erdê warke.
Di van roj û demana
da tiştê ku em li Kurdistanê û Tirkîyê dibînin, wan zivistanên
dirêj tîne bîra me.
Sedsala bîstan
wek mehên sibat û adarê bûn. Berekî va ba û bahoz, berf û
qeşa, berekî va rojên germ, bişkuvîna daran, vedana
kulîlkan... Berekî va şer, berekî va aşitî berekî va faşîzm û mîlîtarîzm, berekî
va sosyalîzm û demokrasî... Ango bihar û zivistan li hev qelibî
bû.
Sedsala bîst û
yekan, herçiqas carina bahoz çêbin, bayên sar bên, heya berf
bibare jî, xuya ye wê nîsan û gulana dinyayê be.
Belê, hîn dema
sosyalîzmê ne hatîye; xuya ye jê ra hîn waxt heye. Lê bihara
dinyayê êdî xwe nîşan da: dema demokratîyê ye.
İro dinya
di şêmûga vê qonaxa teze da ye. Şer wê bighên dawî,
hovitî û zulm, neheqî wê nemîne. Birçitî, xizanî û nezanî
wê nemîne. Dibe ku di pêncî salî da, dibe ku di sed salî da...
Aşitî û demokratî bibê nebê li hawirdorê dinyayê belav
be.
Sozyalîzm jî,
ku li ser bingehê azadî, dadî û wekhevîyê ava be, wê bermehê
dawî yê vê guhartinê, berhemê havîna dinyayê be.
Bi bawerîya me,
sedsala 2002 wê sedsaleke pir cuda be. Helbet em nabînin,
lê nebîyên me wê bibînin...
Demên salê bi
mehan, lê demên civakê bi sedsalan têne hejmartin..
Hûn jî, xortino,
bi hêvî û bawerî bin ger hûn sedsala 2002 nebînin jî, wê şadê
guhartinên gelek mezin bin. Rojên balkêş, yên delal li
pêş we ne.
Ew kar û xebata
ku berî me û ji bo dinyayeke delal hat kirin di avê da neçû.
Ew kar û xebata ku ji bo dinyayeke delal me tevlê kir, em
bawer in, ew jî di avê da naçe.
Hûn jî para xwe
tevlê kin. Mana û delalîya jîyanê ev e.
|