Îsraîl û
hinên din.. (*)
Ferhad CAN
Vê dawîyê pirsa Filistînê careke din germ
bû û kete pêşîya hemû pirsên dinê..
Ev germbûn bi bûyerên 11 Îlonê, ango bi êrîşa ser Waşîngton
û New Yorkê dest pê kir. Piştî van
bûyeran Serokê Amerîkê Bush gelek bi hêrs
ket û dest bi “şerê dijî terorê” kir. Dinya wek du refên
“dost û dijminan” nîşan da û ji dinya alemê
ra got: "Helwesta xwe dîyar bikin; hûn yan
li cem me ne, yan jî li cem dijminê me!"
Serokwezîrê Îsraîl Şaron, ev
yek ji xwe ra wek firsendeke zêrîn dît û dest bi şerê
xwe yê "dijî terorê” kir. Ji xwe, gor wî teror
tevgera Filistînê bû.. Şaron bi tank û topên xwe, bi
balafirên ceng êrîş bire ser Filistînîyan û li vê dawîyê
jî erdê Filistînê bi tevayî dagirt. Amêrikayê
jî jê ra lampa kesk vêxist û pişt dayê.. Filistînî ber
xwe didin, leşkerê Îsraîl jî bajarê
wan ser û bin dike û xwîn dirijîne.
Hêza herdu alîyan ne yek e. Îsraîl
xwedî leşkerekî xurt e, bi silahên herî modern, tank
û top, keştî û balafirên ceng e. Lê
Filistînî bi tifing û bombeyên destan,
bi keviran ber xwe didin. Carina jî bombeyan li bedena
xwe girê didin, ango xwe dikin "bombeyên
jîndar" û diteqînin..
Dinya alem nuha bi vê yekê mijûl e. Mirovên aşitîxwaz
û xwedî vîcdan dijî dagirkerî û zor û zulma Îsraîlê
derdikevin. Li himber vî şerî him li welatên Ereb, him
jî li çarkoşeyên dinyayê xelk dadikeve kolan û kûçeyan,
kirinên dewleta Îsraîl protesto dike.
Lê Şaron guh nade kesî û ji erda Filistînê dernakeve.
Cuhî waxtekî rebenê dinyayê bûn. Li çarkoşeyê dinyayê
belavbûyî bûn û li wan gelek zor û zulm û teda dibû.
Bi taybetî jî li welatên Xaçparêzan.
Ji wan ra digotin: "We Êsa li çarmixê
kuştîye!” Navê wan derketibû "Cuhîyê tirsonek..”
Li Rusîya, di dema Çarîyê da dijî wan “pogrom” (êrîş
û qetlîam) çêdibûn. Lê zulma herî
mezin ji Nazîyên Alman dîtin.
Nazîyan dijî wan jenosîd bi kar anîn. Jin û mêr, piçûk û
mezin ne gotin, hemû komkirin şandin kampên civandinê.
Hinek bi rîya şuxulandinê di karên giran da, gelek jî
bi rîya şewitandinê di firneyan da qirkirin. Dora 6 mîlyon
Cuhî bi vî awayî hat kuştin. Hinekê ku karîn
birevin ji dest wan xilas bûn.
Ji ber vê zor û zulma mezin, dilê gelek
kesan bi Cuhîyan şewitî. Piştî şer dewletên
ku zora faşîzmê birin, ango yên serketî,
bi taybetî Îngiliz û Amêrîkanîyan piştgirîya
Cuhîyan kirin ku derbazî Filistînê bin, li wir cîwar
bin. Ew der "Erda waadkirî" bû. Lê
bi rastî ne vala bû. Ew der Filistîn bû
ku nifûsa xwe di sedî da 90 Ereb, ango Filistînî,
sedî da 10 jî Cuhî bû.
Bi koça Cuhîyên teze di navbera Filistînî
û Cuhîyan da şer dest pê kir. Lê Cuhîyên
teze hatî pêşketî bûn, xwedî pere bûn
û zû jî organîze bûn. Di sala
1948’tan da Rêxistina Milletên Yekbûyî
dewleta Îsraîl nas kir. Lê Filistînîyan û Erebên
dinê qebûl ne kirin. Ji wê rojê heya îro di navbera wan da
çend şerê mezin derketin û di hemûyan da jî Îsraîlî
bi ser ketin û Ereban winda kir.
Bi vî awayî ji bo Cuhîyan rol guharîn.
Ev xelkê mezlûm ku ji Nazîyan ewqas zulm
û teda dîtîbû û bûbû
hedefê jenosîdê, vêcar bi darê
zorê Filistînî koçber kir, dest danî
ser axa wan û tê da cîwar bû..
Ango dilê piranîya Îsraîlîyan
bi Filistînîyan naêşe..
Dilê me Kurdan duh, li himber zor û zulma faşîstan bi
Cuhîyan diêşîya. İro jî bi Filistînîyan diêşe.
Ji ber ku em jî milletekî bindest in, welatê me parçebûyî
ye, beşek ji me jî koçber bûye û zor û zulma li ser gel
û welatê me her berdewam e. Em ji halê wan baş fêm dikin..
Ne tenê ku dilê me bi wan dişewite, me şoreşger
û welatparêzên Kurdan tim jî piştgirîya Filistînîyan
kirîye. Bi her awayî, çi ji destê
me hatîye me kirîye. Carina bi rê-olaxên
sîyasî, bi rîya çapemenîyê,
carina jî di şer da em li cem wan bûne.. Bi taybetî di
salên 1970’yî û 80’yî da..
Lê mirovên xwedî vîcdan û merhemet,
bi xwe bindest nebin jî, divê dilê wan bi
halê bindestan, jaran, mezlûman biêşe. İro
heya di nav Cuhîyên Îsraîlê û yên
welatên dinê da jî gelek kesên xwedî vîcdan,
kesên aşitîxwaz hene ku dijî kirênên
Îsraîl derdikevin û piştgirîya Filistînîyan
dikin.
Di Îsraîlê da gelek caran me dîtîye
civînên aşitîyê çêbûne û bi dehhezar kes
tê da beşdar bûne, hukumeta xwe rexne kirine. Di Îsraîlê
de gelek caran eskeran, heya zabitan gotine û îro jî dibêjin:
“Ev şerekî neheq e, em dijî Filistînîyan şer nakin!"
Li himber xirabîyên dewleta Îsraîl, ku ji
bo vî welatî wek rûreşî ye, ev helwestên hanê jî rûyê
vî welatî sipî dike.
Lê li nava Ereban çawa ye? Me rojekî ne
dît û ne bihîst ku di nava Ereban da, çi
li Filistînê çi li welatên dinê, civînek ji bo aşitîyê
çêbe û dengek ji bo aşitîyê bilind be..
Meriv dikare bêje, Filistînî çi behsa aşitîyê bikin,
ji xwe welatê wan dagirtî ye û zulim li
wan dibe; heya ku Îsraîl ji erda wan venekişe û
ew venegerin ser axa xwe, divê ber xwe bidin, şer bikin.
Meriv dikare bêje ji bo welatên Ereb jî, heya derecekî
ev mazeret heye. Lê baş e, ma Kurdan jî welatê
wan dagir kirîye?
Iraq bi salan e li Kurdistanê şer dike? Çima? Ma Kurdistan
welatê wan e? Serda jî Kurd Misilman in.. Kurdan
waxtekî Sûrîye û Filistîn û
Qudsa pîroz ji destê xaçparêzan derxistin,
sîngê xwe kirin qele û Misilmanî parastin..
Ango Çima rojekî ji rojan cîranên
me yên Ereb ne gotin, "Kurd gune ne?!." Çima
ji bo Kurdan civîneke aşitîyê darnexistin, ji Saddam
ra ne gotin: “Şer bisekinîne, li Kurdan zulmê
neke, bi wan ra li hev were?!." Caran Zabit û neferên
Ereb gotine ku: “Ev şerekî neheq e, em dijî Kurdan şer
nakin?!.”
Lê we evtişt li Tirkîyê, we li İranê tucar
dîtîye yan bihîstîye?..
Na, evtişt ne li Iraqê, ne li Îranê, ne
jî li Tirkîyê bûne û nikarin bibin! Dema xelk li van welatan
tiştekî usa bike, bela xwe dibîne. Bi leşker û polêz
wan belav dikin, ser û çavê wan dişkînin, wan gulebaran
dikin, wan wek xayînê gel û welat bi nav
dikin û davêjin zindanan..
Dema zabit û nefer tiştekî usa bikin, bêjin
"em dijî Kurdan şer nakin”, wan wek xayîn
bi nav dikin û gulebaran dikin…
Ji ber ku li van welatan tu nîsqalekî demokratîyê
tune. Evana welatên seranser hov in.
Ew sîyasî û ronakbîrên Tirk
ku îro Îsraîlê ewqas rexne dikin –ku
Îsraîlê heq kirîye- bila carekî
jî neynikê bigrin ber xwe û lê binêrin:
Ma tiştên ku Tirkîye bi salan e li Kurdan dike ji yên
Îsraîlê kêmtir in, yan deh qatî
jê zêdetir e?..
-------------------------------------------------------
(*) Dema Nû gazetesinin 15 Nisan tarihli 27. Sayısından
alınmıştır.
|