Ji me ra demokrasî jî divê,
dewlet jî (*)
Ferhad CAN
Pirsa “dewleta Kurd” van rojên dawî careke din germ bû. Yê
ku germ dikin jî, wek her car, berpirsîyarên dewleta Tirk
in, sîyasetmedar û medyaya wan e.
Dikin qîreqîr: “Li Bakûrê İraqê dewleteke Kurd çêdibe!”
Laf û gefan dixwin: “Em rê nadin dewleteke han!”
“Barzanî û Talabanî bila hedê xwe bizanin!”
Him dibêjin, “emê yekitîya İraqê biparêzên”, him jî
dibêjin “Mûsil û Kerkûk malê me ye, emê bistînin!”
Karbidestên Tirk wekî dîn bûne.
Gelo mesele çi ye? Kurdan bi rastî dewleteke serbixwe avakirine,
İraq parçe kirine?
Ger parçe bikin jî, ma İraq mala bavê Tirkan e?.
Na, tiştekî usa tune. Kurd jî dibêjin em mafê xwe di
nav çarçuva İraqê da çareser bikin. Kurd İraqeke
demokrat û federal dixwazin.
Lê berpirsîyarên dewleta Tirk, sîyasetmedar û hemû berdevikên
vê sazûmana zordest dijî İraqeke demokrat û federal in
jî. Ew naxwazin Kurd azad bin, ne bi şiklekî serbixwe,
ne bi şiklekî federal, heya ne jî bi şiklê otonom..
Em telaşe û tirsa van zordestan fêm dikin. Dijminahîya
ku ew bi Kurdan dikin, şovinî û nijadperestîya wan bê
sînor e. Ew vê dijminahîyê di sîyaseta hundur da dijî hevdu
jî bi kar tînin.
Nuha bi taybetî dema hilbijartinê ye û ew şovînîyê li
ser hev zêde dikin. Bi vir û derewan dixwazin xelkê welat
bitirsînin, bixapînin û dengan kombikin.
Meriv ji halê wan fêm dike. Heya meriv ji tirs û xofa şirîkên
wan jî fêm dike, ku Kurdistan di nav xwe da parçe kirine û
her yekî dest daye ser parçeyekî, heyîyên me yê ser erdê û
bin erdê talan dikin..
Lê tiştê xerîb, di nav Kurdan da jî nuha hin kes di
vî warî da wek berdevikên dewleta Tirk qise dikin. Ew jî dibêjin
dewleteke Kurd ne lazim e. Ew jî Kurdên Başûr, YNK û
KDP’ê gunekar dikin. Ew jî dijî aşitîya nav hêzên Kurd
û dijî yekitîya parlamena Kurd derdikevin. Wek berpirsîyarên
dewleta Tirk qise dikin, dibêjin:
“Ev parlamen ne demokratîk e, tê da Tirkmen tunin!”
“PDK û YNK hêzên feodal in! Ew nikarin Kurdan xilas bikin.”
“Ev bi van kirinan îstîkrara heremê xirab dikin, sexte li
pêvajoya demokratîkbûna Tirkîyê dixin!..”
“Ji Kurdan ra dewlet ne lazim e, demokratî lazim e..”
“Divê Kurd dijî vê yekê derkevin!..”
Vana jî Apoyê Îmralî û mirovên wî ne.
Dema hin Kurd, wek dagirkerên Kurndistanê qise bikin, dijî
dewleta Kurd û parlamena Kurd derkevin ma ne xerîb e?.. Kesên
bîyanî li himber vê yekê şaş û metel dimînin.
Lê li welatê me ne xerîb e. Ji ber ku halê Apo ji me ra eyan
e. Apo, 25-30 sal berê dema derket meydana sîyasetê, bi destê
kê bû û ji bo çi bû, em baş pê dizanin. Vê dawîyê jî
ji xwe hertişt eşkere ye û li ber çavan e.
Apoyê Îmralî malê Genelkurmaya Tirk e. Wek şefê “maseya
Kurd” e. Hukumet û leşkerê Tirk daxwazên xwe bi devê
wî digihînin PKK’ê (nuha KADEK’ê), ew jî digihîne Kurdan.
Nuha rola wan rêvebirina sîyaseta dewleta Tirk e di nava
Kurdan da.
Ev lîstika dewleta Tirk e û Apo suflorê Genelkurmayê ye.
“Konseya Serokatîyê” (Başkanlik Konseyî) jî dublor e!
Piştra dor tê Medya TV û Ozgur Polîtîka, ew jî sêlor
in!.
Bîstî-sî sal berê, dema me digot demokrasî ji bo Kurdan jî
mihîm e, Apocîyan û yên wek wan şerê me dikirin. Digotin:
“Na, demokrasî ne karê me ye. Yê me heye tune pirsa Kurd
e û rizgarîya Kurdistanê ye!.”
Lê nuha dibêjin: “Ji Kurdan ra dewlet ne lazim e, demokrasî
lazim e!”
Bîstî-sî sal berê dema me digot, rizgarîya Kurdan bi şiklê
dewleteke serbixwe jî dibe, bi şiklê federasyonekê jî.
Lê ew dij derdiketin, digotin:
“Na, heye tune dewleta serbixwe! Yên ku federasyonê, yan
otonomî dixwazin xayîn in!”
Lê îro dibêjin: “Daxwaza dewleteke serbixwe, yan federasyon,
yan jî otonomî kevneperestî ye!..”
Lîstik eşkere ye û yên ku vê lîstikê nabînin û jê fêmnakin
herhal famkor in.
Me sî sal berê jî digot û îro jî dibêjin. Helbet demkorasî
ji bo Kurdan jî mihîm e. Ha li Tirkîyê, ha li İraq, Îran
û Sûrîyê. Divê kurd li kîjan welatî dibin bila bibin, li himber
şerê demokratî û kevneperestîyê bêteref nemînin.
Lê ji bo Kurdan dewlet jî lazim e. Çi bi şiklekî serbixwe,
çi bi şiklê federasyonê.
Ji bo milletekî bindest mafê herî bingehîn heqê çarenûsî
ye. Demokrasîya wî welatî ger rê nade vî heqî, ew ne demokrasî
ye. Dema milletek nekaribe sazîyên xwe yên netewî –wek parlamen
û hukumet- ava bike, ew millet ne azad e.
Dawîya dawî, ew kesê ku duh digotin û îro jî bêjin: “demokrasî
Kurdan eleqeder nake,” ew şaş in. Ew kesê ku bêjin
“Kurdan ra dewlet ne lazim e, demokrasî bes e”, ew jî şaş
in.
Demokrasî û dewlet ne li dijî hev in. Yek ne alternatîfê
yê dinê ye.
Kurdan ra him demokrasî, him jî dewlet divê.
Ew kesên ku van gotinan dikin, dibêjin “ji Kurdan ra demokrasî
lazim e, ne dewlet!” û bi vî awayî goya aqil didine Kurdan,
ew rovî ne, ew ne dostê Kurdan in. lê yê ku ji nav Kurdan
û bi navê Kurdan vî tiştî bêje, ew yan ehmeq e, yan şirîk
û xulamê neyaran e.
Kurd divê di vî alî da hişyar bin, bi gur û rovîyan
û bi xizmekarê wan nexapin.
-----------------------------------------------
(*) Ji Dema Nû, hejmar 40, 1 Çırîya Paşîn 2002
|